• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstasyonê

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstasyonê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstasyonê

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstasyonê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

Kadrî Esen / AW

27 MIJDAR 2024 - 08:21
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Mêrdin – Bunyamîn Aydin ku li gundê Haxê yê navçeya Midyadê dijî, li dêra gund fêrgeha zimanê suryanî vekiriye û zarokên gund lê fêrî suryanî dike. Bi saya vê perwerdeyê zarokên suryan bi 3 zimanan diaxivin.

Destpêkê ji ber vekirina Ajansa Welat ku xwerû kurdî ye gelek kêfxweş im. Ajansa Welat di serî de li hemû heval û hempîşeyên min ku ked danê û li tevahiya gelê me pîroz be! Ji ber ku min bihîstibû wê Ajans Welat bê avakirin, biryar da ku jê re nûçeyek amade bikim û piştgirî bidim hempîşeyên xwe. Bêyî ku dirêj bikim dixwazim derbasî nûçeya xwe bibim û hewldana zindîkirina zimanê suryanî vebêjim.

Mêrdîn bi navçeyên xwe ve bajarek pir netew û olî ye. Lê tevî vê taybetmendiya xwe jî weke tevahiya bajarên Kurdistanê li Mêrdînê jî polîtîkayên pişaftin û tekperestiyê hatine meşandin. Ev polîtîka hê jî tine domandin û perwerdeya bi tirkî li zarokên Kurd, Suryan û Ereb tê ferzkirin. Ji bilî vê ferzkirina tirkî ji ber baweriya wan gelek zextên olî jî li suryanên bajar hatine kirin. Ji ber van zext û polîtîkayên pişaftinê bi hezaran suryan bajar terk kirine û berê xwe dane welatên Ewropa.

Pol û pirtûkxane

Suryanên ku bajar terk nekirine û li ser av û axa xwe mane û jiyana xwe didomînin jî hene. Lê ji ber ku hejmara wan kêm maye ji gelek hêlan ve hatine pişaftin. Weke mînak zimanê zimanê kurdî û tirkî ji zimanê suryanî baştir dizanin û xweştir diaxivin. Li gundê Haxê yê navçeya Midyadê ku ji 23 malên suryanî pêk tê, bi armanca ku pêşî li pişaftina li dijî wan bê girtin xebatên perwerdeya suryanî ji bo zarokên gund tên kirin.

Ev xebat li Dêra Meryam Ana ya xwedî dîrokeke kevnar tên meşandin. Gundiyan li dêrê polek ava kiriye û zarokên xwe li vê polê bi suryanî perwerde dikin. Her wiha ji bo ku jê sûd werbigirin gundiyan di heman demê de li rex polê pirtûkxaneyek jî ava kirine. Li pirtûkxaneyê bi sedan pirtûkên bi zimanê suryanî hene. Beriya çend rojan bi komek hevalên xwe re ji Farqînê çûm serdana gundê Haxê û vê rewşê di cih de şopand.

Zimanê Îsa Mesîhî fêr dibin!

Li Dêra Meryem Ana em bi mamosteyê zarokên suryan Bunyamîn Aydin re hatin gelhev û li ser xebatên wan axivîn. Aydin, diyar kir ku ji sala 2005’an ve 19 sal in bênavber li gundê Haxê xebata perwerdekirina zarokên suryan didomîne û ev tişt anîn ziman: “Gund Haxê ji 23 malan pêk tê û hemû niştecihên gund suryan in. Di heman demê de bi qasî 400 malên gund jî li welatên cuda yên Ewropa dijîn. Em ji 4 saliyan heta 12 saliyan zarokan perwerde dikin. Piştî saetên dibistanê zarok tên dêrê û perwerdeyê dibînin. Niha 30 zarok tên perwerdekirin. Her roj bi qasî saetekê zarokan perwerde dikim.”

Aydin, destnîşan kir ku femberê xwe bûye nebûye li gundên suryaniyan ji bo ku ji bîr nekin zarok li dêran bi zimanê suryanî tên perwerdekirin û ev agahî parvekirin: “Ev pergal ne ku tenê li gundê me heye, li hemû gundên me yên suryanî ev pergal hatiye sazkirin. Em tu zehmetî nakişînin. Lê beriya me, di salên 1980’yî de mezinên me newiribûne zarokên xwe perwerde bikin. Niha agahiya Wezareta Perwerdeyê pê heye ku em perwerde didin, lê dengê xwe nakin. Zimanê suryanî zimanekî kevn e û derdora 5 hezar salan dîroka wî heye. Îsa Mesîh pê biaxiviye. Em jî tenê ji bo ku zarokên xwe bi vî zimanî perwerde bikin ders didin û tu problem najîn.”

Êdî bi suryanî jî diaxivin

Di berdewama axaftina xwe de Aydin, der barê encama polîtîkayên pişaftinê yên li gund de jî axivî û bi van gotinan balê kişand ser rewşê: “Li gund malbat hene ku bi suryanî diaxivin lê mezinên me yên bi suryanî nizanin jî hene. Ji ber ku li gund kurdî hatiye axaftin. Malbatên ku zarokên wan bi suryanî diaxivin jî dayikên wan ji gundên ku suryanî lê hatiye axaftinin û ji ber ku bi zarokên xwe re suryanî diaxivin zarokên wan bi suryanî dizanin. Bi saya perwerdeya me niha li gund zarok hem bi suryanî hem bi kurdî hem jî bi tirkî dizanin.”

Aydin, ji bo derfetên li dêrê û xebatên wan ên perwerdeyê jî ev agahî bi me re parve kirin: “Dikarim wiha bibêjim ji bo dêran tu pere nayê dayîn. Lê li dêrê me sindoqa alîkariyê heye. Welatiyên me yên ku çûne derveyî welat bi dêrê re alîkarî dikin. Bi vê alîkariyê xizmeta dêrê tê kirin. Em kesên ku ji dêrê re kar û xebatê dikin jî ji vê sindoqê pewistiyên xwe dabîn dikin. Tişta ku em dikin ji bo ziman û zarokên me ye û ji ber vê sedemê em vî karî dikin. “

Fêrî îlahiyan jî dibin

Di dawiya axaftina xwe de Aydin, bi lêv kir ku ew zarokan dielimînin nivîsandin, xwendin û axaftina bi suryanî û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Dû re jî em wan fêrî îlahiyên suryanî yên ji bo îbadeta li dêrê dikin. Em heta 12 saliyan perwerdeyê didin, kesên ku bixwazin perwerdeya xwe bidomînin em wan dişînin dêr û manastirên me yên mîna Mor Gabrîelê û perwerdeya xwe hê zêdetir dikin.”

 

 

Etîket: asûrîmesîhîperwerdeperwerdehîsuryansuryanîzimanzimanê suryanî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hevdîtinên Peyasê bi çalakiyên cihêreng didome

Hevdîtinên Peyasê bi çalakiyên cihêreng didome

26 HEZÎRAN 2026
Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

25 HEZÎRAN 2026
Krîza perwerdeyê ya cîhanî bandorê li 258 milyon zarokan dike

Krîza perwerdeyê ya cîhanî bandorê li 258 milyon zarokan dike

24 HEZÎRAN 2026
Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê  Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

23 GULAN 2026
Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

21 GULAN 2026
Li ber wezaretê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî hat kirin

Li ber wezaretê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî hat kirin

15 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Botanî bi dîlana azadiyê ber bi Amedê ve ketin rê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konfenransa Ziman: Divê zarok ji zimanê xwe dûr nekeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Wanî: Keştiya Serokatî bi bawer e û li benda gel e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (786)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne