Hevseroka KNKê Zeyneb Murad têkildarî konferansa Yekrêziyê destnîşan kir ku ev konferans dê bandoreke erênî li ser kongreya yekîtiya neteweyî bike û bi vê konferansê dîtin ku Rojava dikare pêşengiya yekîtiyê bike.
Di 26ê Nîsanê de li Qamişloyê bi tevlêbûna 400 delegeyan Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî a li Rojavayê Kurdistanê pêk hat. Ji Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê û deverên cûda şande di konferansê de amade bûn.
Nûnerên KNK, YNK, PDK, DEM Partî, DBP û gelek partiyên din tev li konferansê bûn. Li gorî komîteya amadekar a konferansê, nûnerên tevahî partiyên kurdî, rêxistinên jin û ciwanan, kesayetên rewşenbîrî û civakî, hunermend, rûspiyên eşîrên Rojava, kesaytên Kurd ên ji Şam, Heleb, Hema, Bab û Ezazê dê beşdar bibin. Di konferansê de peyamên partiyên ji derveyî welat jî hatin xwendin.
Têkildarî armanc û encama konferansê Hevseroka Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) Zeynep Murad nirxandin kir. Zeyneb Mûrad ewil anî ziman ku Konferansa Yekrêziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî bi awayekî berfireh pêk hat û wiha got: “Hejmarek gelek mezin beşdarî konferansê bû. Nûnerên aliyên siyasî û civaka medenî yên beşên din beşdar bûn. Li aliyê din nûnerên siyasî û civakî yên navçe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûrî beşdarî vê konferansê bûn.”
PDK û YNK jî beşdar bûn
Zeyneb Mûrad da zanîn ku tişta balkêş şandeyên beşên din ên Kurdistanê jî beşdar bûn û wiha berdewam kir: “Ji Başûrê Kurdistanê nûnerên PDK û YNKê beşdar bûn. Dîsa ji Bakurê Kurdistanê şandeya DEM Partî û DBPê û ek jî wekî KNKê beşdar bûn. Dîsa şandeyeke Amerîkî beşdarî konferansê bûn. Ev konferans encama niqaş, diyalog û dan û stendinên demeke dirêj bû. Encama xebateke dûr û dirêj bû. Pêkhatina vê konferansê cihê kêfxweşî û şanaziyê ye. Tevî ew qas êrîş û zextên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî dîsa ev konferans pêk hat. Ev cihê kêfxweşiyê ye. Tevî şert û mercên giran jî ev konferans serkeftî pêk hat. Meseleya yekîtiya neteweyî bi salan e di rojeva me de ye. Ji bo vê konferansê kar û kedek gelek mezin hat kirin.”
Rojava bi şoreşê bûye hêz û pêşeng
Zeyneb Mûrad bal kişand ser bandora konferansê ya li ser yekîtiya neteweya Kurd û wiha lê zêde kir: “Bêguman dê bandoreke erênî li ser yekîtiya neteweya Kurd bike. Rojavayê Kurdistanê li gel beşa herî biçûk a parçeyên Kurdistanê ye jî; her tim bi şoreşa xwe bûye hêz. Bi berxwedana Kobanê karîbû bandoreke erênî li ser tevahiya gelê Kurd û parçeyê Kurdistanê bike. Cereke din me dît ku Rojavayê Kurdistanê karibû hemû aliyên siyasî û civakî komî ser hev bike. Karîbû pêşengiyê bike. Em dibînin ku geşedanên li vir pêş dikevin bandorê li ser parçeyên din ên Kurdistanê dikin. Ev dibe bingeha konferansa giştî ya neteweyî. Dema herî dawî civîna sedsaliya Lozanê li Ewropayê pêk hat, biryar hat girtin ku kongreya neteweyî pêwistiyeke jiyanî ye û divê em vê kongreyê pêk bînin. Biryar hat girtin ku beriya vê kongreyê li her beşek Kurdistanê civîn û konferans pêk bên. Di wê civînê de nexşerêyek derket holê.
Hikûmeta Şamê vîna gel li ber çavan nagire
Li ser rola şandeya ku bê avakirin û di navbera Şamê û Rojava de diyalogê pêş bixe jî Zeyneb Mûradî wiha axivî: “Her pêşketinek li Bakur û Rojhilatê Sûrî û Sûrî de pêk bê, dê bandora xwe li ser rêveberiya Navendî ya Dewleta Sûrî jî bike. Raste Rejimeke dîktator hilweşiya. Rêveberiyeke nû hat şûna wê. Lê heta niha di nava pêkhate û civakên din ên Sûrî de şik û guman li ser vê rêveberiya nû hatiye avakirin heye. Ji ber ku me dît nirxandinên hikûmetae nû, kongreya niştimanî û çêkirina destûra nû de gelek kêmasî hebûn. Me dît ku mafê gelan û vîna gelan li ber çavan nehat girtin. Mafê mirovan li ber çavna nehat girtin. Bi taybet mafê jinan û vîna jinan li ber çavan nehat girtin. Vîna Rêveberiya Xweser li ber çavan nehat girtin. Ev şande dê bibe sedem ku di demên pêş de mafê gelê kurd û hemû pêkhateyên din biparêze û ji bo mîsoger bike têbikoşe.”
Pêdîvî bi avakirina şandeyekê hat dîtin
Li ser erk û peyvira şandeya ku bê avakirin jî Zeyneb Mûrat ev tişt got: “Diyar e ku di encana diyalogên di navbera hikûmeta heyî û hêzên siyasî yên Rojava û Kurdistanê de hin gav hatine avêtin. Ev diyalog gihiştine vê encamê ku hin belgeyên hevpar derketin holê. Di encamnameyê de jî tespît bû ku demildest şandeyek bê avakirin û ji bo diyaloga di navbera Şamê û Bakur û Rojhilatê Sûrî de pêş bixe têkeve nava tevgerê. Divê ev şande bi taybet ji bo mîsogerkirina mafên tevahiya gelê Kurd têbikoşe û diyalogê bi hikûmeta navendî ya Şamê re pêş bixe. Di nava vê şandeyê de dê nûnertiya hemû partî û saziyan hebe. Dê partî û saziyên civakî vê şandeyê diyar bikin û dê dîsa dema wê û şeklê wê diyar bikin. Wekî KNK em jî dê piştevaniya van xebatan bikin. Her çi biryarê ku ev şande bidin em ê li pişt vê biryarê bin û em ê piştgiriya wan bikin.”
Guhertina demogrofiyê derket pêş
Li ser vegera gelê Efrînê û Serêkaniyê jî Hevseroka KNKê Zeyneb Muardî li ser rola Şandeyê rawestiya û got: “Yek ji xalên giring a di konferansê de hat nihaşkirin meseleya guhertina demokrafiyê bû. Xaleke girîng a konferansê vegera koçberan a ser axa xwe bû. Dîsa çareseriya guhertina demografiyê bû. Li ser erdnîgariya Kurdistanê û siyaseteke qirêj tê meşandin. Demografiya bajaran diguherînin. Beriya şoreşê jî guhertina demografiyê hebû û niha jî dewam dike. Ev axa ku îro di destê çeteyan de ye, demografiya bi destê van çeteyan tê guhertin. Bi taybetî piştî dagirkirina Efrînê, Girêspî û Serêkaniyê demografiya van bajaran hat guhertin. Bêguman mijareke sereke ewe ku çawa rê li pêşiya vê guhertina demografiyayê bigirin û çawa van meseleyan çareser bikin. Babeta sereke ewe ku çawa gelê me yê ji axa Efrînê û Serêkaniyê koçber bûye dîsa karibe vegere ser axa xwe. Em nizanin ku ev axa hatiye dagirkirin dê kî çawa bi rêve bibe. Ev girîng e û divê bê ronîkirin.”
Jinan pêşengiya Şoreşê kir
Li ser rol û rista jinan jî Hevseroka KNKê Zeyneb Mûrad wiha bi dawî kir: “Di konferansê de mijareke herî girîng ku hat niqaşkirin jî rola jinan bû. Ji ber ku jinan di şoreşê d pêşengî kir. Di rêveberiya nû ya Sûriyê de hat dîtin ku li gel vê rista jinan jî rol û rista jinan di rêveberiya nû de nehatiye dîtin û vîna jinan esas nehatiye girtin. Em dibînin ku komek radîkal bi bîrdoziya hişk dixwaze vî welatî bi rêve bibe. Ev jî nayê qebûlkirin. Tecrûbeyek rêveberiyê li Bakur û Rojhilatê Sûrî heye. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûrî îro bûye mînak. Li vir tê dîtin ku rola jin di siyasetê û rêveberiyê de çiqas girîng e. Tê dîtin ku jin di rêveberiyê de bandorek çawa dike. Ji ber vê yekê naskirin û dîtina vîna jinê ya di rêveberiya Sûrî de dê bandoreke erênî li ser siberoja Sûrî bike. Çareseriya pirsgirêka kurd û dîtina vîna jinê dê bandora xwe ya erênî li ser tevahiya Sûrî bike. Me ev yek di pratîka li herêmê de dît.”