Komxebata Egîtîm-Senê rûniştina seyem berdewam dike. Axaverên biyanî Robert Douglas Dunbar û Paul Bîlbao Saarîa li ser mijarê welatê Îrlanda, Canada û Bask Îspanayayê axivîn û diyar kirin ku “cerebeyên welatên di nişanî me dike ku ziman her tişt e.”
Şaxên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) yên Amedê bi serenavê “Di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên Heyî, Astengî, Pêşniyazî” li Çand Amedê (Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê komxebatek li dar xist. Komxebata Egîtîm-Senê roja yêkem berdewam dike. Di rûniştina seyemîn de Robert Douglas Dunbar û Paul Bilbao Sarria axivî. Li ser cerebeya şoreşa Îrlanda û Bask ya Îspanyayê axivîn.
“Eyaletên wê serxwebûn bidest xistin”
Di rûniştina seyemîn de ewilî Robert Douglas Dunbar diyar kir ku ew ji bo Amedê gelek keyfxweşe û wiha axivî: “Îrlanda nezî 900 salî di bin serweriya Înglizstanê de hebûna xwe berdewam kir. Îngilistanê axa tevahiya Îrlandayê dagir kir. Lê dema ku Qiralê Îralandayê Ceys hat ser textê dest bi şer kir û şoreşa Îrlandayê dest pê kir. Di sedsala 17 û 18an de gelek şerên giran pêk hat. Di 698an de peymana mezin bi Îrlandayê re hat îmzakirin. Zimanê Îrlandî di wê demê de ne di perwerdeyê de bû, dema ku gundiyan bi tenê bi patatê jiyan dikirin, di encamê de ji sedema sedemên wek “Hejarî” zêdetirî 1 mîlyon mirin û koçberî Amerîkayê çêbû. Zimanê ku ji nû ve vedigere, mezin dibe, tiştekî hêja ye. Piştre li dijî qanûnên Îngilîstanê dest bi çalakîyan kirin. Ev yek daxwaza serxwebûnê ya mezin çêkir. Pişt re jî, têkoşînên mezin, ku em dikarin jê re bibêjin Komara nû ya Îrlandî, dest pê kirin. Piştî vê têkoşînê, beşek ji Îrlandayê, hinek ji eyaletên wê serxwebûn bidest xistin. Yên din jî mecbûr bûn ku têkoşîna xwe bidomînin. Ev yek ji xalên bingehîn ên nîqaşê ye.”
“Peymana Belfastê hat îmzakirin”
Douglas Dunbar da zanin ku piştî wan bûyeran gel êdî dest têkoşîna zimanê xwe kir û axaftina xwe wiha dawî kir: “Hinek dê û bav zimanê xwe yê dayikê hîn dibin da ku ziman hînî zarokên xwe bikin. Ew kesên ku diçûn dibistanan, zimanê xwe fêr dibûn û zarok didan xwendin, lê divê ku pere jî bidin dibistanan. Ji ber têkoşîna wan, me dest bi xwendina xwendekaran kir. Di sala 1984an de Îrlanda Bakur bi alîkarîya aborî kir. Di sala 1991an de, di nav pêşketinan de, dibistanek hatin avakirin. Ev yek li gel danûstandinên aştiyê yên berdewam bû. Peymana Belfastê bi Îngilîstan û Îrlandayê re di dawiya wê pêvajoyê de hate îmzekirin. (1989) Hikûmet û parlamento hatin avakirin, bi hikûmeta Îngilîstanê re hevkarî xwestin û ji hev veqetîn xwestin. Yek ji wan pêşketinên ku li wir çêbûn, daxwaza zimanê Îrlandî bû zimanê perwerdeyê. Me xwest qanûn vê yekê pêk bînin. Me xwest ku em dibistanên bi mamosteyên Îrlandî ava bikin û piştî sala 2001an dibistan hatin avakirin û ev yek pêk hat. Zimanê Îrlandî ji wê demê ve bi awayekî berbiçav pêşket. Bi hezaran xwendekar niha li dibistanên bi zimanê Îrlandî dixwînin. Li dibistanên navîn jî dersên bi Îrlandî hatin dayîn. Di vê pergala perwerdehiyê de dibistanên cuda hebûn ku bi zimanê Îngilîzî û Îrlandî perwerde dikirin. Di demeke kurt de ev hejmar bi lez zêde bûn.”
Douglas Dunbar di dawiya axaftina xwe de got: “Ez hêvî dikim ku carek din ez bi Kurdî bi wan re biaxivîm.”
‘Ziman hêz e’
Piştre Paul Bilbao Sarria li ser mijara Baskê axivî. Paul Bibao Sarri diyar kir ku di sedsala 19an de sedî 50î welatî zimanê Baskî dixaviyan. Ê niha hejmara wan gelek kem ê û wiha axivî: “Hebûna welatekî li ser zimanê derdikevê holê. Ji ber ku ziman hêz e. Desthilatdar jî her carî êrişî ziman dike. Îro Bask-Îspanya, Kurdistan-Tirkiyeyê em pevçûnên ziman dibînin. Ziman winda nabe. Lê yê ku wî zimanî diaxivin dê hemû bên kuştin û dê ziman winda bibe. Ziman konrtola aborî û hez ê.
‘Ziman ne tenê şer e, ew aştî ye”
Di dawiya axaftina xwe de Paul Bilbao Sarria da zanin ku ziman ne tenê şer e û got: “Ew aştî ye. Dewlet bi rêya qedexekirina ziman, qedexeya perwerdehiyê, bênirxkirina civakê înkara mafan û înkara ziman tune dike.”
Komxebat de sibê jî bidome.