Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê nêzî 36 ziman hene. Li gorî tespîtên UNESCOyê 3 ziman li Tirkiyeyê winda bûne û 18 ziman jî bi tunebûnê re rû bi rû ne. Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Prof. Dr. Abdulillah Polat di gotarek xwe de li ser rol û rista ziman wiha dibêje: “Rola zimanê zikmakî pêdiviyeke zanistî ye.”
Berî modernîte û netewedewletê bi taybetî li cîhana Rojava û li cografyaya me Rojhilata Navîn sê zimanên pîroz hebûn; latînî, erebî û îbrî (îbranî). Ev pîrozî jî xwe dispart wê yekê ku zimanê dêrê (xirîstaniyê) latînî, yê mizgeftê (îslamê) erebî û yê kenîşteyê (mûsewîtiyê) jî îbranî ye. Li pişt van ser sê zimana dîn hebû û ew li gel pîrozbûna xwe jî serdest û xwedî parêzbendiyê bûn.
2 hezar û 500 ziman tune dibin
Li ser ruyê cîhanênêzî 7 hezar ziman hene. Ji van zimanan ê 2 hezar û 500 ziman tune dibin. UNESCO di 17ê mijdara 1999an de, 21ê Sibatê wekî Roja Ziman a Navneweteyî îlan kir. Ji sala 2000î heta niha her sal 21ê Sibatê wekî Roja Ziman a Navneteweyî tê pîrozkirin. Gelên cîhanê û bi taybetî kurd 26 sal in 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî pîroz dike. Di vê rojê de dixwazin hemû zimanên bindest bibin zimanê fermî û perwerdehiyê. Li cîhanê nêzî 2 hezar û 500 ziman ji ber ne zimanê fermî û ne zimanê perwerdehiyê ne, bi tunebûnê re rû bi rû ne. Neteweyên ku dewletên wan hene, zimanê wan bi zagon û pergalên perwerdehiyê tên parastin. Lê civak û neteweyên ku dewleta wan tune be, zimanê wan ji aliyê dewleta serdest ve tê înkarkirin û rêya perwerdehiyê li pêşiya wê tê girtin.
Dewleta Tirk li dijî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ya xalên 17,29 û 30an şika xwe danîye. Ji ber vê şikê li dijî zimanên cuda derdikeve. Di belgeyên mafên mirovan ên gerdûnî de her netew dikare bi ziman, çand, bawerî û perwerde bibe û fêr bibe. Ev mafekî gerdûnî ye. Tirkiyeyê jî ev belgeyên mafên mirovan ên gerdûnî îmze kiriye. Lê ligel ev belge îmze kiriye jî li dijî mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî derdikeve. Bi vê yekê Tirkiye peymana NY-UNESCO ya “Li dijî cudakariya perwerdehiyê” binpê dike.
Ji bo zimanek tune nebe, divê ew civak ango ew netewe karibe bi zimanê xwe perwerde bibe û karibe zimanê xwe biparêze. Ji ber vê yekê perwerdehiya zimanê zikmakî yek ji mafê bingehîn ên civakan e.
Îro li Tirkiyeyê nêzî 36 zimanên cuda hene. Li gorî tespîtên UNESCOyê 3 ziman li Tirkiyeyê winda bûne. 18 ziman jî bi tunebûnê re rû bi rû ne. Her çend Tirkiye di aliyê pir zimanî de dewlemend e jî, ji ber polîtîkayên yek zimanî ev rengînî û dewlemendî nayê dîtin. Di sala 2012an de bi zagona dersên bijartî êdî civakên xwediyên zimanên cuda zarên wan dikarin piştî pola 5an û şûnde dersa bi zimanê zikmakî hilbijêrin. Ev dibe sedem ku zarok piştî pola 5an ji zimanê zikmakî qut dibin û zimanê zikmakî ji bîr dikin. Yek ji van neteweyên ku perwerdehiya ziman lê hatiye qedexekirin gelê kurd e. Di perwerdehiyê de bikaranîna zimanê zikmakî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêwîstiyeke zanistî ye.
Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Prof. Dr. Abdulillah Polat di gotarek xwe de li ser rol û rista ziman wiha dibêje: “Rola zimanê zikmakî pêdiviyeke zanistî ye” Prof. Dr. Abdullah Polat destnîşan dike ku li Tirkiyeyê ji aliyê sazî û mekanîzmayên dewletê ve li ser zimanê kurdî hewldaneke cidî ya asîmîlasyonê heye û dibêje: “Navenda herî girîng a vê hewldana dijwar meclîsa tirk e. Di dema ku gelên cîhanê li ser mijarên balkêş ên wekî îstîxbarata çêkirî, veguhestina stêran û lêgerîna jiyanê li gerstêrkên cihê di nav pêşbaziyek bilez de ne, Meclisa Mezin a Tirkiyê (TMMB) qebûl nake ku zimanê kurdî ku yek ji zimanên herî kevn e, nas bike. Di hemû civîn û bûyerên bi cîhanê re, zimanê kurdî hebûna vî zimanî bi bikaranîna têgeha nezelal “X” înkar dike.
Niviskar Adar jiyan jî li ser têkiliya di navbera civakê û ziman de wiha dibêje: “Amûra herî girîng a ku sînorên ramana civakê diyar dike pergala ragihandinê û ziman e. Civakên hemdem her gav xwediyê asta zimanê pêşketîtir û yên seretayî jî xwediyê asta zimanekî paşmayîtir in.