• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Di avakirina civaka demokratîk de divê gel înîsiyatîfê bigire ser xwe’

    ‘Di avakirina civaka demokratîk de divê gel înîsiyatîfê bigire ser xwe’

    Îşev ji bo Amedê maçek krîtîk heye

    Îşev ji bo Amedê maçek krîtîk heye

    10 sal derbas bûn: Hêviyek biçûk jî hebe bila aştî pêk bê

    10 sal derbas bûn: Hêviyek biçûk jî hebe bila aştî pêk bê

    Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê Şiyar Be ava bû  

    ‘Divê sibê gelê Licê li dijî fihûş û tiryakê rabe ser pêya’

    ROJEVA 6ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 13ê KANÛNA 2025an

    Heyeta DEM Partî dê roja sêşemê serdana Ozgur Ozel bike

    Heyeta DEM Partî dê roja sêşemê serdana Ozgur Ozel bike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Di avakirina civaka demokratîk de divê gel înîsiyatîfê bigire ser xwe’

    ‘Di avakirina civaka demokratîk de divê gel înîsiyatîfê bigire ser xwe’

    Îşev ji bo Amedê maçek krîtîk heye

    Îşev ji bo Amedê maçek krîtîk heye

    10 sal derbas bûn: Hêviyek biçûk jî hebe bila aştî pêk bê

    10 sal derbas bûn: Hêviyek biçûk jî hebe bila aştî pêk bê

    Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê Şiyar Be ava bû  

    ‘Divê sibê gelê Licê li dijî fihûş û tiryakê rabe ser pêya’

    ROJEVA 6ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 13ê KANÛNA 2025an

    Heyeta DEM Partî dê roja sêşemê serdana Ozgur Ozel bike

    Heyeta DEM Partî dê roja sêşemê serdana Ozgur Ozel bike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

10 sal derbas bûn: Hêviyek biçûk jî hebe bila aştî pêk bê

Racî Abî / AW

13 KANÛN 2025 - 09:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Malbatên di dema qedexeyên derketina derve de li navçeya Cizîrê xizmên wan hatine kuştin anîn ziman ku tiştên qewimîne nayên jibîrkirin û gotin: “Hêviyeke biçûk jî hebe bila aştî pêk bê.”

Li ser qedexeyên derketinên derve yên li navçeya Cizîra Şirnexê re 10 sal derbas bûn. Di 14ê Kanûna 2015an de qedexe hat îlankirin û piştre polîs û leşkeran bi çekên giran navçe dorpêç kirin. Leşker û polîsan bi destpêkirina şer re, av û ceyrana navçeyê qut kirin. Têketin û derketin qedexe kirin. Welatiyên ji ber pêdiviyên xwe derdiketin derve jî rasterast hatin hedefgirtin û qetilkirin. Di êrîşa polîs û leşkeran a 79 rojan de tevî pitik, zarok, jin û pîr bi giştî 288 kes kuştin. 177 kesên jiyana xwe ji dest dan, di bodroman de hatin kuştin û şewitandin. Gelek cenaze ji ber texrîbatên giran nehatin naskirin û teşhîskirin. Hêj jî gelek malbat cenazeyên xizmên xwe negirtine. Serlêdanên li dijî bêhiqûqiyên hatine kirin jî heya niha bêencam man. Welatiyên di wan deman de xizmên xwe winda kirine û şahidiya wan rojan kirine ji ajansa me re axivîn.

‘Me daxwaza mafên xwe kir’

Di pêvajoya qedexeyên derketina derve ya Cizîrê de Esmer Çikmaz a lawê xwe Vahap Çikmaz û keça xwe Yasemîn Çikmaz winda kir, bi destê xwe sipart axê. Ji bo xwedî li têkoşîna zarokên xwe derkeve Esmer Çikmaz di rêveberiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Cizîrê de cih digire. Esmer Çikmaz diyar kir ku ew ji salên 90î heya îro rastî gelek zext û êrişên dewletê hatiye û derbarê rojên qedexeyên derve de ev tişt got: “ Zarokên me li dijî zilm û zordariya dewletê ew xendek kolandin. Ji derveyî wê ji zarokan re tu rê nehiştin. Me jî doza zimanê xwe, mafên xwe kir.”

‘Hêviyek biçûk jî be bila aştî were’

Esmer Kaçmaz da zanîn ku hêzên dewletê di pêvajoya qedexeyan de ji 7 salî heya 70 saliyê gelek kes kir hedef û kuşt û wiha pê de çû: “Zarokeke min bê dest bû min veşart. Yê din bêçek bû min veşart. Ma mirov vana ji bîr dike. Gelek dayikan zarokên xwe yên hatine şewitandin veşartin. Hemû bi kîmyasalê kuştin. Min wan deman digot ez ê êdî behsa aştiyê nekim. Lê belê em îro dibêjin hêviyeke biçûk jî hebe bila aştî çêbibe. Çawa fermana Ermenan rakirin, xwestin me jî wisa lê bikin. Tehamûlî me nakin. Mînak çend roj berê ji cil û çekên parastvanên Barzanî aciz bûn. Ji ala wan re gotin kinc. Ji acizbûna wê yekê nehiştin hevşaredarên me têkevin Eywana Konferans lê tê lidarxistin. Bila birayê Barzanî xwe nas bike. Îro dora me sibê dora wan e. Bila ewqas rû nedin wan. Me ji bo aştiyê 3 gav avêtin lê dewletê ti gav neavêtin. Bi şer naçe serî.”

‘Kurê min li nexweşxaneyê kuştin’

Nafiye Kuçuk 2 zarokên xwe di pêvajoya qedexeyan de winda kiriye. Di roja 3yemîn a şîna kurê xwe de hîn bû ku kurê wê yên din jî hatiye kuştin. Li gel her du zarokên xwe, Nafiye Kuçukê 2 xal û 2 biraziyên xwe jî di demên cuda de di têkoşîna azadiyê de winda kiriye. Nafiye Kuçuk diyar kir lawê wê Egîd Kuçuk di pêvajoya qedexeyan de hate kuştin û derbarê lawê xwe Adil Kuçuk de jî ev tişt got: “Kurê min Adil Kuçuk dema qedexeyên derketina derve de birîndar ket destê wan û li nexweşxaneyê ew kuştin. Nehiştin em her du birayan li cem hevdu veşêrin. Me Adil Kuçuk li Şirnexê Egîd jî li Cizîrê veşart. Me derdê kezebê dît em naxwazin dile tu kesên bişewite.”

‘Divê cîhan hesab bide’

Firat Duymak di pêvajoya qedexeyan de bavê wî hat kuştin. Firat Duymak bibîr xist ku li cîhanê gelek mînakên qetlîaman dîtine û derbarê tiştên li Cizîrê hatine kirin got: “Hovîtiya li Cizîrê hatibû kirin li tu deran min nedît. Dewlet piştî qetilkirinan katalogek ji dîmenên kuştiyan amade kiribû nîşanî me û malbatan dida. Tiştên ku kiribûn bi nîşandana wan dîmenan carek din tan jiyîn. Piştî cenaze taslîm kirin jî kêlî bi kêlî me dişopandin. Srûdên xwe li me didan guhdarkirin. Heya vaşertinê tu rehetî nedan me. Divê hemû dinya hesaba vê yekê bide. Ev li pêş çavên hemû kesan pêk hatin. Li Tirkiyeyê tu riyên hiqûqî yên li dijî binpêkirinan neman. Me serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê daye. Em ê şopdarê doza xwe bin.”

‘Divê Serok wekî Mandela were berdan’

Firat Dûymak bal kişand ser pêvajoya hatiye destpêkirin û got: “Mînak Mandela jî 27 sal di girtîgehê de ma û hat berdan. Serokatî jî 27 sal di girtîgehê de ma. Em dixwazin heman tişt ji bo me Kurdan jî pêk were. Em dixwazin Serokê me were berdan. Herwiha em rast nabînin ku yên ku tu berdel nedane dixin pêşengtiya pêvajoyê. Divê yên berdêl dane werin guhdarkirin û esasgirtin.”

‘Cenaze gelek hatibûn texrîbkirin’

Mele Mehmet Emîn Kaya jî bal kişand ser zilma li cenazeyên kesên di qedexeyan de jiyana xwe ji dest dane hatiye kirin û got: “Me ji berê ve di gusilxaneya şaredariyê de gelek cenazeyên gerîla, leşker, polîs, cendirmeyan şûşt. Li cenazeyên gerîlayan û kesên di qedexeyan de hatine kuştin texrîbatên giran hebûn. Me bi çavên xwe şahidî kir. Cenaze dihatin perçekirin, hin dever dihatin jêkirin, dihatin şewitandin. Gelek caran dema cenaze dianîn nedihiştin em li wan binêrin, bişon û vecîbeyên wan ên olî pêk bînin. Carnan meleyeke wan hebû ew dianîn.”

Etîket: CizîrPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ji bo pêşketina pêvajoyê aştiya navxweyî pêwîst e

Ji bo pêşketina pêvajoyê aştiya navxweyî pêwîst e

12 KANÛN 2025
Meclisa Dayîkên Aştiyê: Bêyî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aştî pêk nayê

Meclisa Dayîkên Aştiyê: Bêyî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aştî pêk nayê

10 KANÛN 2025
Numan Kurtulmuş: Em di pêvajoya herî krîtîk de ne

Numan Kurtulmuş: Em di pêvajoya herî krîtîk de ne

4 KANÛN 2025
Remzî Kartal: Êrişên li ser gerîla li dijî pêvajoyê provokasyon e

Remzî Kartal: Heke gav ji aliyê dewletê ve neyên avêtin dê rîsk derkevin

2 KANÛN 2025
Li Cizîrê fuara pirtûkan a bişaftinê!

Li Cizîrê fuara pirtûkan a bişaftinê!

27 MIJDAR 2025
Kujer Remzî Kayaalp bi cezayê muebeta giran hat cezakirin

Kujer Remzî Kayaalp bi cezayê muebeta giran hat cezakirin

20 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (218)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne