SÎHAyan li Tişrînê 5 kes kuştin û 40 kes jî birîndar kirin
Desteya Tenduristiyê ya Kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di 2 rojên dawîn de, ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li Bendava Tişrînê, 5 welatî şehîd û 40 jî birîndar bûn.
Desteya Tenduristiyê ya kantona Firatê li Bendava Tişrînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de banga rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li dijî bendavê û hedefgirtina ambulansan hat kirin.
Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya kantonê Ezîze Îbrahîm daxuyanî da. Ezîze Îbrahîm anî ziman ku di encama êrişên dewleta Tirk yên li dijî Bendava Tişrînê û welatiyên ji bo parastina bendavê berê xwe dane bendavê û hedefgirtina ambulansan de 5 welatî şehîd bûn û nêzî 40 welatî jî birîndar bûn. Ezîze Îbrahîm da zanîn ku birînên hejmarek welatiyan giran in û ji ber hedefgirtina dagirkeran ji ambulansan re nikarin wan rakin nexweşxaneyan. Ezîze Îbrahîm wiha got: “Edefgirtina Bendava Tişrîn û ambulansan binpêkirina tevahî qanûn û peymanên navneteweyî ye û li ser wî esasî bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî dikin ku li hember van sûcan bi erkên xwe rabin.”