Xelatên “Pêşbirka Çîrokan a Rojîn Kabaîş” ku ji aliyê Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê ve hatibû organîzekirin, bi merasîmekê hatin dayîn. Di axaftinên ku hatin kirin de peyama, “Em bi hûnandina porê xwe, bi ruhê xwe yê berxwedanê û bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ yê, pêşengiya civaka azad wekî deynê ser milê xwe dibînin” hate dayîn.
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Wanê, bi bîranîna xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş (21) a ku di 27’ê Îlona 2024’an de li Wanê winda bûbû û di 15’ê Cotmehê de li peravê gola Wanê cenazeyê wê hatibû dîtin û her wiha ji bo bîranîna jinên hatine qetilkirin “Pêşbirka Çîrokan a Rojîn Kabaîş” li dar xist. Xelatên pêşbirkê bi merasîmekê hatin dayîn. Merasîma ku li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê hate lidarxistin, bavê Rojîn Nîzamettîn Kabaîş jî amade bû. Bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û bi nîşandana belgefîlma bi navê “Têkoşîn” berdewam kir.
Em ê çîrokên hemû jinên ku bi tundiya mêr-dewlet hatine qetilkirin vebêjin’
Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Funda Demîr Bozkurt di merasîmê de axivî û got: “Hûn ê vê êvarê li vir, ji xelatekê bêtir, bi rêya hunerê bibin şahidê hebûna têkoşîn û berxwedana jinê. Em dixwazin têkoşîna xwe ya ku li kolanan, li qadan, di malên xwe de, di cihên kar û salonên dadgehan de dimeşînin, bi rêyeke din jî vebêjin. Em ê çîrokên hemû jinên ku bi tundiya dewlet-mêr hatine qetilkirin, bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane, hatine windakirin, guman li ser jiyana wan heye û mafê wan ê jiyanê ji destê wan hatî girtin, vebêjin.”
‘Em ê xwedî li jiyana xwe derkevin’
Funda Demîr Bozkurt axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em li dijî cînayetên jinan û her cûre tundiya li ser jinê ya ku veguheriye krîzeke mezin a mirovahiyê, mil bi mil li ber xwe didin. Em jiyana xwe nahêlin li ser înîsiyatîfa tu kesî. Em mafê xwe yê jiyanê nakin mijara bazarê. Em bi hûnandina porê xwe, bi ruhê xwe yê berxwedanê û bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ yê, pêşengiya civaka azad wekî deynê ser milê xwe dibînin. Em ê bêdeng nebin, em ê îtaat nekin. Em ê xwedî li jiyana xwe derkevin.”
‘Em soza xwedî derketina mirate yê wan didin’
Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê Lokman Babat jî di merasîmê de axivî. Lokman Babat helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî û siyasetmedar Salih Muslim bi bîr anî û got: “Helbestavanê Kurd yê gewre rêzdar Ehmed Huseynî û siyasetmedarê Kurd ku bibû pira aştiyê di navbera neteweya de û rêzdar Salih Muslim bavê Welat em bi minetdarî û rezdarī bi bîr tînîn. Em soza xwedî derketina mirate yê wan didin. “
‘Em ê êdî behsa têkoşîna jinan bikin’
Lokman Babat bi bîr xist ku dema behsa jinan tê kirin bêtir behsa êş û kulen wan tê kirin û wiha got: “Raste me gelek êş û kul ji wan re çêkir. Lê ez dixwazim iro bi kurtasî çend gotinan ji bo rêhevalên xwe yê jin bêjim. Hemû hewldanên me ji bo layiqbuna rêhevaltiya we ye. Em dizanin hemû jinên azadî xwaz rêhevalên rojê ne. Îro hûn pêşengên şoreşê ne. Û pêşengtiya we ji bo me rûmet e. Em bi pêşengtiya we serbilind û serfiraz in.”
Bangawaziya Nizamettîn Kabaîş
Nizamettîn Kabaîş wiha axivî: “Telefona ku şandibûn Îspanyayê venekirin. Ez bang li dozgeran dikim; we digot ku telefona Rojîn tune ye. Nexwe hûn çima delîlên din lêkolîn nakin? Em êşeke pir mezin dikişînin. Bila aqûbeta Rojîn were dîtin.”
Xelat gihîştin xwediyên xwe
Xelatên ku di beşên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) û bi zimanê Tirkî de hatibûn amadekirin, radestî xwediyên wan hatin kirin.
Yên ku xelat girtine wiha ne;
Yên ku di beşa çîrokên Kurmancî de xelat girtine wiha ne:
- Nûjiyan bi çîroka “Dergûş” bû yekemîn.
- Kenan Ornek bi çîroka “Çi bû yeqîn bikin” bû duyemîn.
- Abdurrahman Demîr bi çîroka “Nanê tenûrê” bû sêyemîn.
- Xelata Taybet a Juriyê ya Kurmancî jî ji bo çîroka “Roj-În-Ava” dan Heval Dilbahar.
Di beşa Kirmanckî (Zazakî) de:
- Yakûp Taşçi bi çîroka “Xelay” bû yekemîn.
- Erkan Yildirim bi çîroka “Zeriya Golî Wanî” bû duyemîn.
- Çîno bi çîroka “Hevala masiyan” bû sêyemîn.
- Xelata Taybet a Juriyê ya Kirmanckî jî dan Omer Bîçer.
Di beşa Tirkî de:
- Emîne Koç bi çîroka “Sarkaç” bû yekemîn.
- Sumeyye Koşmak bi çîroka “Annemin Beşiğini Sallıyordum” bû duyemîn.
- Îbrahîm Şaşma bi çîroka “Ağla Yusuf Ağla” bû sêyemîn.
- Xelata Taybet a Juriyê jî ji bo çîroka “Kalan” dan Savaş Akman.
Piştî dayîna xelatan merasîm bi dawî bû.















