Bi dirûşmeya “Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e” projeyek netewî ji bo yekitiya gelê Kurd hate destpêkirin. Di daxuyaniya ji bo projeyê hat belavkirin de yekitî, hewldanên ji bo avakirina sêwanek hevbeş a li dijî krîzan û bidestxistina mafên gelê Kurd hate kirin.
Bi îmzeya zêdetirî 200 şexsiyetên cuda yên Başûrê Kurdistanê, ji bo yekîtiya gelê Kurd projeyek netewî hate destpêkirin. Ev xebata netewî bi daxuyaniyek nivîskî hate ragihandin.
Li gorî nûçeya RojNewsê; di daxuyaniyê de ev yek hate destnîşankirin: “Xwepêşandan û tevgera vê dawiyê ya Kurdan, bi taybet jî hêviya nû ya Rojhilatê Kurdistanê, peyameke zelal dide hemû hizbên siyasî û dibêje, civaka Kurd zindiye û nêrîna wê ya cîhanê ji berjewendiyên teng mezintire. Di ronahiya heman dirûşmeya ‘Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e’ de, em banga heman dirûşmeyê dikin. Em dixwazin ev dirûşme carek din li Kurdistan û derve bibe dirûşmeya giştî ya Kurdan.”
Daxuyanî bi vî rengî ye:
‘‘Projeya netewî ya ‘Yek netew, yek çarenûs’ xebateke ji bo lihevkirina netewî hatiye ragihandin ku wê navendên biryardayinê li çar aliyên cîhanê bihejîne.
Di demek ku Rojhilata Navîn bi guhertinên lez re rûbirûye, li Başûrê Kurdistanê projeyek netewî ya weke pêşengtiyek ji bo komkirina hemû hêzên parçebûyî yên Kurdan, li hemû parçeyan tê ragihandin.
Projeya netewî dibêje rewşa ku heyî ya li herêmê û bê aramiya ku dewletên dagirker ên Kurdistanê dorpêçkiriye, Kurd bi berpirsyartiyek dîrokî re rûbirûne. Her wiha tekez dike ezmûna parastinê ya li Rojavayê welat, ispatkir ku tenê lihevkirina netewî dikare komployên mezin bi helweşîne û pirsa Kurd ji pirsgirêkek navxweyî ber bi navendên dîplomasî yên cîhanê ve bibe.
Xwepêşandan û tevgera vê dawiyê ya Kurdan ya hem hindir hem jî derve, bi taybet jî hêviya nû ya Rojhilatê Kurdistanê, peyameke zelal dide hemû hizbên siyasî û dibêje, civaka Kurd zindiye û nêrîna wê ya cîhanê ji berjewendiyên teng mezintire. Dirûşmeya navneda xebata netewî ‘Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e’ ye.
Nexşerêya vê projeye ji 6 xalên sereke pêk tê
Ya yekem gotarek netewî ye, avakirina zimanek hevbeş ku xizmeta jiyana hevbeş û mafên gelan bike. Ya duyemîn, dawî anîna li pêşbazî, bêdengkirina pirsgirêkên navxweyî, nezelaliya îdeolojiyên ji bo netewê ye. Xala sêyem ya projeyê, behsa berjewendiyên bilind dike ku netew bibe navenda karûbarên siyasî û dûrketina ji pir parîbûnê.
Xala çaremîn ya projeyê behsa navenda lêkolînê dike û dibêje, avakirina navendek hevbeş ya ramanê a ji bo lêkolîna guhertinên li herêmê. Di xala pêncemîn de jî ewe ku dîplomasiya yekgirtû weke xalek sereke û pêwîst tê hesibandin. Ji bo guftugoya bi navendên biryardayînê yên cîhanê re desteyek hevbeş were avakirin. Xala herî dawî ya şeşem jî, sêwana parastinê ye û têde dibêje, ji bo rûbirûbûna qeyranên ewlehî û aboriyê berî ku bi ser Kurdan de were, danîna plan û bernameyek hevbeşe.
Ev projeya ku li Başûrê Kurdistanê desptê kiriye, bangek vekirî ya ji bo hemû hêzên siyasî û bijarteyên çandî yên li Kurdistanê ye ku beriya dem winda bibe, Kurd hemberî guhertinên ku ne li bende ne, bibin xwedî stratejiyek yekgirtî.
Ev projeya netewî ya ji Başûr, ne tenê bangek siyasiye, di heman demê de qêrîna wijdanek zindî ya neteweke ku êdî naxwaze dîrokê bi parçebûnê dubare bike. Niha ku herêm li ber nexeşeyek nû deye, tenê du bijardeyên Kurdan heye. Yan ji bo rizgariyê yekrêzî û bidestxistina mafan, yan jî ji destdana derfetên dîrokî.
Peyama zelal ya vê projeya netewî eve, êdî dema wê hatiye ku hemû berjewendiyên bilind pêşiya hemû îdeolojiyan bin. Ji ber ku weke ku kolan dibêjin ‘Yeke yeke yeke, gelê Kurd yeke’ û tenê ev yekitî dikare rûbirûyî guhertinên bilez bibe.
Ji bo hemû Kurdên ezîz peyamek vekirî
Wek tê zanîn, rewşa Rojhilata Navîn li ber guhertinên mezin reye, hemû dewletên herêmê, tevî dewletên ku Kurdistan di nava wan de hatiye parçekirin, di rewşek siyasî, aborî, civakî ya aloz re derbaz dibin.
Guhertin û metirsiyên despêka salê li Rojavayê Kurdistanê, me hemûyan dixe bin berpirsyariyek dîrokî, exlaqî û netewî. Têgihiştina van berpirsyarî û xeteriyane, hem li hindir hem jî dervey Kurdistanê, yekitiyek netewî ya bê hempa afirand. Ev lihevkirin di dîroka mede tiştek kêm bû.
Ev yekbûna Kurdan bandorek mezin li ser kêmkirina metirsiyan û hilweşandina vê komployê li ser hemû Kurdan, taybet jî Rojavayê Kurdistanê çêkir. Ji bilî vê, ew peyama bihevrebûnê, ji bo veguhestina bilez ya rewatiya pirsa Kurd ya di çarçoveya pirsgirêkek bingehîn ji bo navend û saziyên siyasî û dîplomatîk ên cîhanê, derfetek giring bû.
Di ronahiya heman dirûşmeya navenda Kurdan ya li kolanên Kurdistanê û dervey welat ya di dema êrişa li ser Rojavayê Kurdistan de, em banga heman dirûşmeyê ‘Yeke yeke yeke, gelê Kurd yeke’ dikin. Em dixwazin ev dirûşme carek din li Kurdistan û derve bibe dirûşmeya giştî ya Kurdan. Em hemû bi hevre meseleyên biçûk yên hizbî û îdeolojiyan derbaz bikin, li derdora maseyek hevbeş ya netewî kom bibin. Bila maseyek ku berjewendiyên biçûk derbaz bike hebe û stratejiyek netewî ya hevbeş a Kurdan diyar bike.
Yekrêziya gelê me ya divê qonaxê de, taybet jî ku em hêviyek nû ji bo guhertinên Rojhilatê Kurdistanê dibînin, ne tenê enerjî û hêza belavbûyî kom dike, di heman demê de we dike ku dengê gelê Kurd li seranserê cîhanê hîn baştir were bihîstin. Divê karek wiha weke mijarek mezin yanetewî û exlaqî were dîtin.
Kurdistaniyên hêja
Îro Kurd weke neteweyek û Kurdistan jî weke welatek bi bûyer û egerên cûda re rûbirûye. Tevî hebûna metirsiyan, lê egera hêviyên xweş û ronahiyê jî hene. Tenê rêya stratejik û exlaqî dikare hêza xeteriyan kêm bike û egera hêviyên civakê ya ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê me zêde bike. Hewldana ji bo yekkirina hêzan, têkoşîna ji bo yekitiya nav hêz, aliyên siyasî û civakê de, dikare di warê siyasî, civakî û derûnî de bibe hêviyek mezin ji bo Kurdan.
Xwepêşandanên mehên borî yên Kurdan ên li derve û hindirê Kurdistanê, divê weke ezmûnek nû ji bo hemû civaka Kurd û hizbên siyasî were dîtin. Bi gotinek din ezmûn ewe ku hertim egera wê heye kolan û civak ji nêrîna cîhanê û berjewendiyên biçûk ên partiyên siyasî derbaz bibin û mijara netewî bikin navenda kar û çalakiyên xwe. Di çend mehên borî de civaka me peyamek zelal da hemû hêzên siyasî û navendên biyardayînê yên li ser asta cîhanê. Peyam jî ew bû ku Kurd civakek zindîne, dikare bi hevre hem dijî gotarên biçûk biserbikeve, hem jî bi hevre rûbirûyî metirsiyan raweste.
Tiştên ku em dixwazin pêşniyar bikin ev in:
* Hewldana ji bo peyamek netewî û hevpar, peyamek ku xizmeta meseleya netewî bike, rêzê li maf û azadiyên gelan û jiyana hevbeş bigire.
* Ji nakokiyên siyasî, kûrkirina pirsgirêkên navxweyî û derbazkirina berjewendiyên partî, siyasî, îdeolojiyên teng û biçûk dûrketin.
* Divê berjewendiya netewî bikeve navenda xebata siyasî û hevbeş de. Divê ji hemû peyamên îdeoloîk ku xizmeta meseleya Kurd nake, dûrbikevin.
* Divê navendek netewî ya hevbeş, ji bo nirxandina rewşa Rojhilata Navîn, dewletên ku Kurdistan di nava wan de hatiye parçekirin, şer ber bi kuve diçe û divê Kurd çi bikin, were avakirin.
* Divê komîteyek netewî ya hevbeş ji bo karên dîplomatîk, xebata siyasî, têkilî, diyaloga bi navendên biryardayînê yên cîhanê re, ravekirina vizyona hevbeş ya Kurdan, rewşa herêmê û mafên Kurdan were avakirin.
* Divê sîwanek netewî, ji bo xebatek hevbeş, diyalog, rûbirûbûna qeyran, gefên siyasî, aborî, ewlekarî û civakî were avakirin. Her wiha beriya ku xeterî bigihîjîn malên me, ji bo çarserkirinê plansazî û bername werin amadekirin.”
Navê kesên ku îmzeya xwe li binê daxuyaniyê dane ev in:
1- Şemam Şewqî, dîplomat û balyozê berê li Swîsra
2- Seyfa Heyderî
3- Evîn Abrîşemî
4- Sayran Taha Ehmed, Mamostayê Zanîngehê û Nivîskar
5- Mohsen Serhengî
6- Dîlan Azîzmoradî
7- Payman Wafa
8- Rehman Erxwanî
9- Farûq Tewakli
10- Zanyar Ezîznejad
11- Jiyan Kurdo
12- Awat Afroz
13- Çiman Rehîmî
14- Delîla Rostemî
15- Celal Rezayî
16- Mesûd Haşimî
17- Tayer Xalidî
18- Mamend Roja nivîskar
19- Karwan Hema Salih, akademîsyen û nivîskar
20- Assos Hardî, rojnamevan
21- Cafer Elî, mamostayê zanîngehê
22- Beşdar Hesen, parêzkar
23- Hiwad Mehmûd Osman, çavdêrê siyasî û rojnamevan
24- Hawkar Ezzat, rojnamevan
25- Bahroz Galalî, dîplomatê siyasî
26- Selah Reşîd, nivîskar
27- Nehro Ellayî rojnamevan û çalakvan
28- Serwa Osman, çalakvan
29- Kosret Ehmed Bêkes, nivîskar-çalakvan
30- Semed Mihemed, parêzer
31- Mehmûd Mihemed, çalakvanê siyasî
32- Şukrallah Hemede Emîn, çalakvanê sivîl
33- Soran Hema Reş, dîroknas
34- Koroya Kurdî ya Fransa
35- Ezîzî Mamle nivîskar
36- Suheyla Qaderî Dr
37- Hawzîn Baqalî
38- Cemîl Rehmanî
39- Sehar Baqerî Dr
40- Ednan Hesenpûr
41- Rêbîn Mihemed Seîd, rojnamevan
42- Zirak Kemal Siyasî- Nivîskar
43- Şêrko Kurmanc, Lêkolîner, akademisyen
44- Aram Rafat, mamostayê zanîngehê û nivîskar
45- Amir Husên, mamostayê zanîngehê û nivîskar
46- Chro Shahab, mamostayê zanîngehê
47- Ebdulqadir Serçnarî, helbestvan
48- Îsmaîl Qadir, pêşmergeyê dêrîn
49- Hazher Marûf, mamostayê zanîngehê Dr
50- Yasîn Taha lêkolîner Dr
51- Kemal Reûf, rojnamevan
52- Mihemed Elî, Mamostayê Zanîngehê
53- Homer Mihemed, çalakvanê sivîl
54- Rojnamevan, Namo Sarbast
55- Hazhar Sadiq, nivîskar
56- Badran Medin, rojnamevan
57- Osman Gulpî, çalakvanê sivîl
58- Dana Mela Ebdul, çalakvana sivîl
59- Diyarî Mihemed Nûrî
60- Rehman Xerîb, çalakvanê mafên mirovan û rojnamevan
61- Berhem Letîf, rojnamevan
62- Munîra Osman, parlamentera berê
63- Erdelan Ebdullah, nivîskar
64- Bahroz Cafer Tuizhar – Rojnamevan
65- Îbrahîm Ferec, nivîskar
66. Hannah Shepherd, rojnamevan
67- Şino Osman, nivîskar û rojnamevan
68- Xalid Ebdulkerîm, rojnamevan
69- Zimanko Îsmaîl, rojnamevan
70- Ehmed Ezîz, çalakvanê siyasî
71- Letîf Fatîh Ferec, nivîskar
72- Husên Ezîz, mamostayê zanîngehê
73- Bêstûn Sabûraweyî, mamostayê zanîngehê
74- Fuad Sadiq, nivîskar
75- Ibrahîm Salih, mamostayê zanîngehê
76- Aram Qadir Hema, nivîskar
77- Azad Îbrahîm Ehmed, nivîskar
78- Kawayê Şêx Ebdullah, nivîskar
79- Arî Omer, rojnamevan
80- Dana Reşîd, nivîskar
81- Bêkes Qadir, parêzer
82- Hîwa Seyîd Selîm, çalakvan
83- Goran Celal, parêzer
84- Merîwan Zendî, Pêşmergeyekî dêrîn û çalakvan
85- Zeytûn Îsmaîl, çalakvanê sivîl
86- Bayazîd Kerîm, çalakvanê sivîl
87- Kerîm Ebas, çalakvanê sivîl
88- Rêheval Abdullah, mafperwer
89- Niştiman Kemal, çalakvanê sivîl
90- Dilşad Ramazan, rojnamevan
91- Hindirîn Şêx Ragheb, nivîskar
92- Zozig Sabir, rojnamevan
93- Darawan Nûreddîn, çalakvanê sivîl
94- Rêbaz Mistefa Nivîskar – Wergervan
95- Ako Akoyî, nivîskar
96- Şaho Palanî, nivîskar
97- Seîd Osman, çalakvanê sivîl
98- Sartîp Cewher, rojnamevan
99- Ebûbekir Karwanî, çavdêrê siyasî û nivîskar
100- Hîlmî Resûl mamostayê zanîngehê
101- Goran Elî Kerîm, mamoste
102- Osman Zindanî, çalakvanê sivîl
103. Malafarman, medenî çalakvan
104- Dr. Sarwar Abdulrahman, Serokê Enstîtuya Pereyan
105- Pakîza Hama Emîn, rojnamevan
106- Kawa Nader, Çavdêrê Siyasî
107. Aram Helednî, çalakvanê sivîl
108- Hadî Hama Reşîd, nivîskar
109- Dr. Benaz Hama, Profesorê Zanîngehê
110- Dr. Hogar Şêx Mehmûd, nivîskar û lêkolîner
111- Dilşad Enwer, rojnamevan
112- Azad Osman, rojnamevan
113- Mihemed Mehmûd, rojnamevan
114- Ziryan Mihemed, rojnamevan
115- Nehro Mihemed, çalakvanê sivîl
116- Fatih Hesen, çalakvanê sivîl
117- Dilsoz Zengana, çalakvanê sivîl
118- Şoreş Xidir, çalakvanê siyasî
119- Aram Hadî, çalakvanê siyasî
120- Silêman Mustafa Hesen, nivîskar û parêzer
121- Bahroz Reûf, nivîskar
122- Ezîz Rauf, mamosteyê zanîngehê û nivîskar
123- Aram Hacî Parêzer- Nivîskar
124- Payman Ezadîn, parêzer, çalakvanê sivîl
125- Enwer Mihemed Ferec, akademîsyen û mamostayê zanîngehê
126- Zanko Ehmed, rojnamevan
127- Hemê Reşîd, nivîskar û wergervan
128- Hardî Mehdî, mamostayê zanîngehê-nivîskar
129. Profesor Nebî Fetahî
130- Kaziwa Qularî Anamqî, derûnnas
131. Rehîm Mihemedî, nivîskar û çalakvanê mafên mirovan
132- Emîr Ehmedî
133- Parvîn Murad
134- Cemal Îsmaîlpûr
135- Xendan Ceza
136- Şiva Saadî, xebatkarê siyasî
137- Reza Şahmoradî
138- Zîla Hesenpûr
139- Bahoz Huzebrî
140- Roşna Qasim, rojnamevan
141- Sîrwan Reşîd, rojnamevan
142- Sîrwan Xerîb, rojnamevan
143- Xalid Silêman, rojnamevan û jîngehparêz
144- Rehman Cewanmerdî
145- Xalid Cûlêlan
146- Beşdar Osman, çalakvanê sivîl
147- Mîran Husên, mamostayê zanîngehê
148- Birêz Omer, çalakvanê sivîl
149- Karzan Reşîd, Şêwirmend, parêzer
150- Kurda Hesen, Rêvebirê Radyoya Nawa
151- Omer Qadir Hemad, nivîskar û rojnamevan
152- Xalid Qadir Hemad, rojnamevan
153- Cengî Resûl, Siyasetmedar
154- Azad Warte, lêkolînerê civaknasiyê
155- Sûnûr Hema Reşîd, siyasetmedar
156- Şivan Azad Mistefa
157- Avezan Nader Hemad
158- Çolî Esed, mamostayê zanîngehê
159- Rêheval Kiwêstanî, nivîskar
160- Cîhad Mihemed Kerîm, çalakvanê sivîl
161- Îbrahîm Ehmed, hunermend û rojnamevan
162- Rebwar Hesen, endamê berê yê parlementoya Swêdê
163- Rêzan Şêx Dilîr, parêzer, parlementerê berê
164- Ehmed Resûl, nivîskar û rojnamevan
165- Barzan Ewla, parlementerê berê
166- Mesûd Ebdulxaliq, lêkolînerê siyasî
167- Raad Rifat, Mamostayê Zanîngehê
168- Ferman Reşad, rojnamevan
169- Sahil Saber, rojnamevan û çalakvanê sivîl
170- Mehdî Fetahî, çalakvanê sivîl
171- Mihemed Cehangîrî
172- Sarwa Nasrî, siyasetmedar û rojnamevan
173- Kerîm Amanî, siyasî
174- Îsmaîl Qeremanî Sîyasî
175- Mohîdîn Kerîm, çavdêrê siyasî
176- Fethullah Hesen, nivîskarê siyasî
177- Dilzar Arif Hesen, wênesaz û siyasetmedar
178- Cewîdan Kemal, siyasetmedar
179- Bêrîvan Mehmûd Mihemed, siyasetmedar
180- Necma Muqeyber Ebûd, hunermend
181. Zahiya Raşî ya siyasî
182- Şîrîn Şêx Hemeda
183- Mehmûd Mamo Reşo
184- Dilîr Ebdulxaliq, Mamosteyê zanîngehê
185- Celal, Şêwirmendê Zimanko
186- Çoman Mihemed, Şêwirmend Parêzer
187. Rovan Sarwat, parêzer
189- Mihemed Ehmed, rojnamevan
190- Senger Cemal, rojnamevan
191- Reûf Alan, rojnamevan
192- Sîrwan Hemê Reşîd, nivîskar
193- Karmend Mehmûd, Şêwirmend Parêzer
194- Omîd Mehmûd, parêzer
195- Pişrew Reûf, rojnamevan
196- Aza Îbrahîm, rojnamevan
197- Sarwan Nasr, rojnamevan
198- Lauk Amced, rojnamevan
199- Kiwêstan Hama Kerîm, parlementerê berê yê Iraqê
200- Nabaz Osman, Mamosteyê zanîngehê
201- Samanî Wasta Bekir, Nivîskar
202- Gaşa Hefîd, parêzer, Rêxistina Azadbun
203- Êriş Şorş – Rojnamevan
204- Çîman Hemê Reşîd, nivîskar û çalakvan
205- Rezaw Gul Mihemed – Parêzer Dr
206- Baran Germyanî-rojnamevan
207- Aras Îbrahîm, rojnamevan
208- Hemn Hesen, rojnamevan
209- Nasyar Mistefa, rojnamevan













