Hişê çêkirî Grok ku sepana Xê ye, piştî hinek parvekirinan ji hêla Tirkiyeyê ve hate astengkirin.
Duh êvarê algorîtma hişê çêkirî ya Grokê ku li ser Xê ye, ji ber parvekirinan gelek bertek li dijî wê çêbûn.
Hişê çêkirî ji ber şîroveyên bikarhêneran hate manîpulekirin, ji bo Serokkomarê AKPî Tayyîp Erdogan û gelek navên din parvekirinên bi heqaret kir. Piştî van parvekirinan, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê têkildarî bikaranîna Grokê biryara astengiyê derxist. Di daxuyaniya dozgeriyê de hate diyarkirin ku derbarê Grokê de zebitname hatiye amadekirin û ji bo qedexeyê serî li Dadgeha Cezaya Sulhê hatiye xistin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dadgehê, biryara qedexeyê daye û ji bo biryarê ragihîna aliyê têkildar biryar ji BTKê re şand.”
Daxuyaniya Xê
Xê jî derbarê parvekirinên Grokê de ev agahî dan: “Haya me ji parvekirinên Grokê heye û ji bo wan parvekirinên nelirê bê rakirin em bi awayeke çalak dixebitin. Piştî me naverok ferq kir, me tevdîr girt da ku xAl Grok li Xê naverokên nelirê parve neke. xAI, tenê ji bo lêgerîna rastiyê hişê çêkirî perwerde dike. Bi rêya milyon bikarhêneran ve dê modela perwerdehiyê bi pêş ve bixe.”