• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Amedê belgefîlma ‘Terazûya Şikestî’ hat temaşekirin

    Li Amedê belgefîlma ‘Terazûya Şikestî’ hat temaşekirin

    MSD: Bi lez alîkariyê bigihînin koçberên li wargeha Hesekê

    MSD: Bi lez alîkariyê bigihînin koçberên li wargeha Hesekê

    Cejna Newrozê li Parka Şêxşamîl jî bicoş hate pîrozkirin

    Cejna Newrozê li Parka Şêxşamîl jî bicoş hate pîrozkirin

    Li her derê Stenbolê agirê Newrozê geş dibe

    Li her derê Stenbolê agirê Newrozê geş dibe

    Li Amedê ji bo Yilmaz Piling mewlûd hat dayîn

    Li Amedê ji bo Yilmaz Piling mewlûd hat dayîn

    Li Şankûşê cara yekemîn agirê Newrozê hate pêxistin

    Li Şankûşê cara yekemîn agirê Newrozê hate pêxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Amedê belgefîlma ‘Terazûya Şikestî’ hat temaşekirin

    Li Amedê belgefîlma ‘Terazûya Şikestî’ hat temaşekirin

    MSD: Bi lez alîkariyê bigihînin koçberên li wargeha Hesekê

    MSD: Bi lez alîkariyê bigihînin koçberên li wargeha Hesekê

    Cejna Newrozê li Parka Şêxşamîl jî bicoş hate pîrozkirin

    Cejna Newrozê li Parka Şêxşamîl jî bicoş hate pîrozkirin

    Li her derê Stenbolê agirê Newrozê geş dibe

    Li her derê Stenbolê agirê Newrozê geş dibe

    Li Amedê ji bo Yilmaz Piling mewlûd hat dayîn

    Li Amedê ji bo Yilmaz Piling mewlûd hat dayîn

    Li Şankûşê cara yekemîn agirê Newrozê hate pêxistin

    Li Şankûşê cara yekemîn agirê Newrozê hate pêxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

15 ciwanên enternasyonalîst bi tundiyê ji balafirê peya kirin

Navenda Nûçeyan /AW

29 ÇILE 2026 - 23:32
Kategorî: ROJANE
A A
15 ciwanên enternasyonalîst ku ji bo piştgiriya Rojava hatibûn bakurê Kurdistanê, li Mêrdînê hatibûn binçavkirin. 15 ciwanên ku derbarê wan de biryara dersînorkirinê hatibû wergirtin û polîsan ew biribûn Stenbolê ji ber sedemeke nediyar bi tundiyê ji balafirê hatin peyakirin.  

Rojavayê Kurdistanê bi rojane di bin êrîş û hewldanên dagirkeriyê ya çeteyên HTŞê û piştevana wan dewleta Tirk de ye. 15 ciwanên enternasyonalîst û Fereshte Khosravî ku ji rojhilatê Kurdistanê ye di 24 Çileyê de ji bo piştgiriya berxwedana Rojava ji Almanyayê hatin Amedê. Ciwan di 27ê Çileyê de derbasî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bûn. 15 ciwanên ku ji saziyên weke Koma Xebatên Enternasyonalîzmê ya Hannoverê, Ciwanên Çep – Solid, Ciwanên Demokratîk ên Yuna, Keçên Demokratîk ên Rozalia, Federasyona Rêxistinên Têkoşerên Çîna Civakî, Sazîbûna Komûnîst pêk dihatin di çarçoveya xebatên xwe de li Nisêbînê bûn. Fereshte Khosravî jî tev li çalakiya ciwanan a ji bo piştgiriya Rojava bû.

Li Qoserê hatin binçavkirin

15 ciwanên enternasyonalîst û Fereshte Khosravî dema di 28ê Çileyê de ji Nisêbînê diçûn navçeya Qoserê nêzî Qoserê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsên Şaxa Koçê û hêzên çevîkê bi hinceta biryara dadgehê heye û pasaportên wan hatine sînorkirin ciwan binçavkirin. Polîsan ji parêzeran re ragihand ku ciwan birine Îdareya Koçê ya Bajêr a Mêrdînê, derbarê wan de biryara binçavkirinê nîne tenê derbarê wan de biryara çavdêriya îdarî heye. Parêzerên Şaxa OHDa Mêrdînê xwest bi ciwanan re hevdîtinê bikin lê ev daxwaza wan nehate qebûlkirin û nehiştin parêzer bikevin Îdareya Koçê ya Bajêr.

Destûr nedan parêzeran ku bi ciwanan re hevdîtinê bikin

Li gorî agahiyên ku parêzeran dan derbarê ciwanên enternasyonalîst û Fereshte Khosravî de biryara dersînorkirinê hatiye dayîn. Ciwan duh dora saet di 17.00an de ji Mêrdînê li gel polîsan ber bi Stenbolê ve hatin birêkirin. Hate ragihandin ku ciwan birine Navenda Paşveşandinê ya Stenbolê û destûr nedane ku parêzer bi wan re hevdîtinê bikin.

Têkilî bi ciwanan re qut bûye

Li gorî agahiyên ku me bidestxistin ciwan îro dora saet di 18.00an de gihiştin Stenbolê. Ciwan li Termînala Kargoyê ya Balafirgeha Stenbolê sê saetan hatin sekinandin. Ciwan piştî ji bo bên dersînorkirin li balafirê hatin siwarkirin piştî demekê ji ber sedemeke nayê zanîn bi tundiyê ji balafirê hatin peyakirin. Ciwanan dîmenên muxaliyea wan kişandin û dora saet di 21.30an de dîmen şandin. Niha têkilî bi ciwanan re qut bûye û telefonên wan girtî xuya dikin. Li ser vê yekê parêzer çûn balafirgehê.

 

Etîket: balafirciwanenternasyonalîst
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

4 ADAR 2026
Li Geverê civanekî xwe kuşt

Li Geverê civanekî xwe kuşt

18 SIBAT 2026
Li Siwêdayê ciwanek hat kuştin

Li Siwêdayê ciwanek hat kuştin

15 SIBAT 2026
Ciwanên Şengalê Komploya 15ê Sibatê şermezar kirin

Ciwanên Şengalê Komploya 15ê Sibatê şermezar kirin

12 SIBAT 2026
Ciwan dê pêvajoyê li Amedê nîqaş bikin

Ciwan dê pêvajoyê li Amedê nîqaş bikin

11 SIBAT 2026
Ciwanên tevlî berxwedanê bûn bi girseyî hatin pêşwazîkirin

Ciwanên tevlî berxwedanê bûn bi girseyî hatin pêşwazîkirin

9 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîşê hatin dayîn

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîşê hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Bavê Welat hat oxirkirin: Bi slogana ‘şehîd namirin’ spartin axê HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gelê Kurd bi cil û bergên xwe ve tê naskirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelenga Newrozê Binevş Agal : Li Kurdistanê jiyan jî mirin jî xweş e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelenga Newrozê Zekiye Alkan : Çareya li dijî bêçaretiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanan civîna ‘Siberoja Azad’ li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Her sal Keleha Wanê dibe cihê berxwedana Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (583)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne