Koma duyem a koçberên ku ji 15 malbatan pêk tê ji kampa Mehmûdlî ya kantona Tebqayê derket.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji bo hêsankirina vegera koçberan, bi hevkariya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), koma duyem a koçberan ji kampa Mehmûdlî bi rê kir. Li kampa ku li kantona Tebqayê ye, heri dawî 10 malbat derketibûn. 15 malbatên ku ji 55 kesan pêk dihat, ji kampê derketin û ber bi Hums, Hema, Heleb û Dêrazorê ve ketin rê. Malbat şêniyên gundewarên Hums, Hema, Heleb û Dêrazorê ne. Malbat bi 14 kamyon, 6 mînîbus û otobusekê ketin rê. Koma yekem a koçberan ku ji 10 malbatên ji gundewarên Dêrazorê, Hums û Hemayê pêk dihat, 26ê Tebaxê ji kampê derketibû.
Li Kampa Mehmûdlî hezar û 223 malbatên ku ji gundewarên Hums, Hema, Heleb û Dêrazorê lê dimînin.