Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava didomin. Di êrîşa hewayî de nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan jiyana xwe ji dest dan.
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawarê Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan ku ji 8ê Kanûnê (2024) ve li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê êrişên dewleta Tirk a dagirker, komên çete yên girêdayî û berxwedana dijî wan dişopîndan, bûn hedefa êrişa balafirên Tirkiyeyê. Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19 Kanûnê de dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşandin, saet di 15.20an de, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de wesayita wan ji aliyê balefireke bê mirov û biçek a Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin. Di encama êrişê de Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jiyana xwe ji dest dan. Ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.