Şirnex – Rêveberê MEBYA-DERê Nurî Salgucak ku bi şandeya malbatên rojnamegeran re xwest biçe başûr û 20 saet in li ser sînor tên rawesdandin anî ziman ku ev biryareke siyasiyê û got: “Ev zilm e. Nayê qebûlkirin. Ez gelek caran çûme û hatime. Lê min tiştek wisa nedîtiye. Em di çemberê de ne. Nahelin em biçin.”
Şandeya ji Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, bavê rojnamevan Nazim Daştan, bavê rojnamevan Cîhan Bîlgîn, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), MEBYA-DERê û Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) pêk tê ji bo cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigirin saet di 16.00ê 6ê Çile de hatin Deriyê Sînor ê Xêbûrê. Lê heyet ji duh ve 20 saetin li ser sînor tên rawestandin û nikarin derbasî başûrê Kurdistanê bibin. Şande ji duh ve li beşa nokteya kontrolkirina pasaportan bi hinceta “Sîstem nîn e” tên sekinandin.
Rêveberê MEBYA-DERê Nûrî Salgucak ku tevî heyetê dê derbasî Başûr bibe, anî ziman ku sekinandina wan biryareke siyasiyê û wiha bertek nişan da: “Ji duh ve em li rayedarên dewletê digerin dibêjin sîstem nîne. Lê ji me re tiştek jî nabêjin. Hincetek şênber nîşanî me nadin. Bêjin em nahêlin, em ê jî li gor wê li çareseriyekê bigerin. Lê tiştekî jî nabêjin. Ew zilme. Ew nayê qebûlkirin. Ez gelek caran çûm û hatime. Lê min tiştekî wisa nedîtiye. Em di çemberê de ne. Ev bêhiquqî ye. Me hertiştê xwe amade kiye. Di aliyê fermî de tiştekî kêm tune. Lê dîsa nahêlin. Nahelin em derkevin û nahelin em biçin.”