Dêrsim – 23yemîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku bi dirûşma “Dêrsim jiyan e; dest nede xwezaya min, vîna min, zimanê min, baweriya min” tê lidarxistin, dest pê kir.
23yemîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku bi dirûşma “Dêrsim jiyan e; dest nede xwezaya min, vîna min, zimanê min, baweriya min” tê lidarxistin, bi axaftinê li Meydana Seyîd Riza dest pê kir. Endam û rêveberên Sazî û dezgehên sivîl, partiyên siyasî û ji Kurdistan û Tirkiyê gelek welatî beşdarî mihrîcanê bûn.
Serokê Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF), Alî Riza Bilir li vir ewilî axivî û kesên ku di şewata daristanê ya li navçeya Seyitgazi ya Eskîşehîrê di şewata daristanê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwest. Alî Riza Bîlîr, pişt re têkildarî naveroka mihrîcanê de agahî da.
‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk derfeteke’
Dû re Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku şûna wê qeyûm hat danîn, axaftina xwe bi bîranîna kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Bîrsen Orhan diyar kir ku mihrîcana Dêrsimê çand, bawerî, ziman, helwest û berxwedanek li dijî pêkanînên dij-demokratîk e û wiha got: “Ew berhemeke hevalên ji Dêrsimê ye ku ji bo protestokirina qedexeyên salên 90î û tecrîda li ser navê ewlehiyê li vî bajarî hatine cem hev û hatiye afirandin. Em rexneyan distînin, ev rexne hêja ne, lê mihrîcana ku em li vir li dar dixin karakterek e û ev karakter nikare biguhere. Dêrsim cihekî xwedî gelek nasname ye. Nasnameya Elewiyan hîn jî bêstatu ye. Çawa ku înkara Kurdan heye, înkara Elewiyan jî heye. Ji ber vê yekê, ‘Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo vê yekê derfetek e. Eşkere ye ku Dêrsim, ku hem Elewî ye û hem jî Kurd e, dê di civakeke demokratîk de roleke xwe hebe û wan ev bangewazî bi dilsozî qebûl kiriye. Dêrsim careke din bajarê jinan e. Jinên Dêrsimê heman pirsgirêkên ku hemû jin pê re rû bi rû dimînin dijîn. Lê em jin, bi mîrateya xwe ya kûr, em ê her tim li Dêrsimê dengê xwe bilind bikin.”
‘Şaredarî bila teslîmê gel bikin’
Bîrsen Orhan, diyar kir ku zimanê Dêrsimê jî di bin qirkirinê de ye û bal kişand ser polîtîkayên qeyûm û wiha pê de çû: “Dema ku qeyûm hat tayînkirin ewil saziyên ziman girtin. Îradeya gel li şaredariyên Dêrsim û Pulurê hat desteserkirin. Em hemû xelkê Dêrsimê û dostên xwe yên ku tên vir vedixwînin ku beşdarî mihrîcanê bibin. Kes nikare vîna me desteser bike.”
Pêşandana Varvara Silemanu û def û zirna ku dihat plankirin, ji ber welatiyên di şewata li Eskîşehîrê de jiyana xwe ji dest dan, nehat lidarxistin.
Mihrîcan wê bi panela bi sernavê “Ciwan li ser pêşeroja xwe, pirsgirêk û çareseriyên xwe nîqaş dikin” berdewam bike.