• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 27ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 27ê TEBAXA 2025an

    2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd bidawî bû

    2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd bidawî bû

    Ji bo Mordem Çewlîk şîn hate danîn

    Ji bo Mordem Çewlîk şîn hate danîn

    Ayşegul Dogan: Banga Abdullah Ocalan stratejîk e

    Ayşegul Dogan: Banga Abdullah Ocalan stratejîk e

    Leşkeran gef xwarin: Ku hûn goran neşkînin em ê bişkînin

    Leşkeran gef xwarin: Ku hûn goran neşkînin em ê bişkînin

    Rejîma Îranê di tebaxê de 197 kes darve kirin

    Rejîma Îranê di tebaxê de 197 kes darve kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 27ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 27ê TEBAXA 2025an

    2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd bidawî bû

    2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd bidawî bû

    Ji bo Mordem Çewlîk şîn hate danîn

    Ji bo Mordem Çewlîk şîn hate danîn

    Ayşegul Dogan: Banga Abdullah Ocalan stratejîk e

    Ayşegul Dogan: Banga Abdullah Ocalan stratejîk e

    Leşkeran gef xwarin: Ku hûn goran neşkînin em ê bişkînin

    Leşkeran gef xwarin: Ku hûn goran neşkînin em ê bişkînin

    Rejîma Îranê di tebaxê de 197 kes darve kirin

    Rejîma Îranê di tebaxê de 197 kes darve kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

26 rojan dê li 26 bajaran ji bo azadiya Abdullah Ocalan bimeşin

Mehmet Alî Ertaş /AW

21 ÇILE 2025 - 09:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Meşa dirêj, di çarçoveya pengava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de îro bi meşek girseyî dest pê dike. 26 kes dê 26 rojan li 26 bajaran bimeşin. Têkildarî meşê Hevserokê KCDK-E Murat Ceylan, diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, dê li 26 bajaran 26 rojan bimeşin.

Kurd û dostên kurdan di sala 2024an de di çarçoeya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” li 25 bajaran 25 rojan meşa dirêj li dar xistibûn. Îsal jî bi heman armancê bi minasebeta 26 salên girtî yên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dê 26 rojan li 26 bajaran meşa dirêj li dar bixin. Rêxistin û saziyên kurdan dê îsal li Fransayê ji bo 26emîn sala dîlgirtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi 26 kesan, li 26 bajaran, 26 roj bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji 21ê çile heta 15 Sibatê meşa dirêj li dar dixin. Dê di vê meşê de bi gelan re bigihijin hev û qala armanca meşê bikin. Bi vê çalakiyê dê bi dostên xwe re hemleyê bigihînin asteke bilindtir. Dê bi vê çalakiyê pergala Îmralî ya îşkence û qirkirinê teşhîr bikin û paradîgmaya Abdullah Ocalan a ekolojîk û civaka azadîxwaz a jinê di serî de Kurdistan û gelên Rojhilata Navîn ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê hêvîya “JIYANA AZAD” vebêjin dostên xwe. Dê bi ziyareta malan, saziyan û civînan bi gelan re werin ba hev. Meşa me dê 15ê Sibatê li Strasbûrgê bi meş û mîtîngek mezin bigihije asta herî bilind.

Têkildarî armanca meşê û plansaziya meşê Hevserokê KCDK-Eyê Murat Ceylan nirxandin kir û wiha got: “Di 26emîn salvegera komploya navdewletî de, ji bo 26 salên dîlgirtina Rêber Apo, dê 26 kes, 26 roj û li 26 bajaran meşê pêk bînin. Ev peş di pêşengiya Komîteya Pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” tê lidarxistin. Di nava vê komîteyê de TJK-F, DCK-F, Tevgera Ciwanan ên Kurd û gelek saziyên dostên kurdan ên li Fransayê beşdar dibin. Di nava wan de sendîka jî hene. Hiqûqnas hene. Partiyên siyasî hene. Gelek saziyên baweriyê hene. Di 10ê Cotmeha 2023an de li nêzî 100 welatî dest pê kir. Wê demê ji ber temenê Rêber Apo 74 salî bû, li 74 welatan pêngavê dest pê kir.”

Li 26 bajaran meş

Mûrat Ceylan anî ziman ku Abdullah Ocalan 26 sal in dîl hatiye girtin û wiha axivî: “Meş dê di 21ê çile (îro) li herêma Protanya ya bajarê Lorîentê yê Fransayê pêk bê. Meşvan dê ji Brotanyayê bên navenda Parîsê ya Fransayê. Ji Parîsê dê derbasî bajarên bakurê Fransayê bibin. Ji wir jî dê derbasî Starsbourgê bi meşek girseyî yê tevahiya welatên Ewropa bi dawî bibe.”

Fransa navenda Ewropa ye

Murat Ceylan bal kişand ser pirsa “Çima Fransa” û wiha got: “Fransa li Ewropa cihekî navendî ye. Mejî û pêşengiya welatên Ewropa dike. Bi pranî saziyên Ewropa yên wekî Konseya Ewropa DMME, Yekîtiya Ewropa û CPT li vir in. Fransa li ser welatên Rojhilata Navîn û Efrîqayê xwedî bandorek e. Eger Fransa di polîtikayên xwe de guhertinê bike dê bandorê li ser welatên ewropa jî bike û dê ji bo azadiya Rêber Apo û statuya Kurdistanê re gelek fêda wê çêbibe. Konseya Ewropa (KE) li Strasbûrgê ye û Tirkiye jî endamê KEyê ye. DMME û CPT jî bi KEyê re kar dike. Dema komplo pêk hat, CPT rêber Apo pêşwazî kiribû. Em her dem dibêjien Tirkiye wekî gardiyanekî ye. Ji ber vê yekê rola Fransa girîng e. Hêzên ku di komployê de cih girtin, divê polîtîkayên xwe biguherin. Yek ji muxatabê me jî strasbourg e. Rola Strasbourgê ya li ser tecrîdê girîng e. Di 2024an de li Konseya Ewropayê civînek pêk hat. Di wê civînê de rewşa Rêber Apo û mafê wî yê hevîyê hat axaftin. Salek wext dabûn Tirkiyeyê. Îsal asta duyemîn a pêngavê ye. Ji ber vê yekê Strasbourg pir girîng . Em ê bêjin ne salek din, niha ji Rêber Apo re azadî.”
Li ser cudahiya îsal jî rawestiya û wiha got: “Sala par pêngava azadiyê dest pê kir. Armanca wê tecrîda li ser Rêber Apo bê teşîrkirin. Hat armanckirin hêzên komploger bên teşîrkirin. Li dijî komployê hêzek navneteweyî bê avakirin. Di salekê de bi hezaran hiqûqnas ketin nava hewldanê. 69 kesên xelata Nobelê girtibûn ji bo Azadiya Rêber Apo hatin cem hev û name ji KEyê re şandin. Gelek civîn pêk hatin.”

Dê 26 rojan fikrên Abdullah Ocalan parve bikin

Hevserokê KCDK-Eyê bal kişand ser girîngiya meşa îsal û wiha berdewam kir: “Cudahiya îsal jî em dixwazin bi azadiyê em encam bikin. Em dibêjin dem dema em pêngavê bi serkeftî bi encam bikin. Em ê di 26 rojan de bi hêza hemû saziyên civakî û rêxistinên demokratîk em ê bi saziyên bawerîyan re, bi komele û sendîkayan re, bi partiyên siyasî re emê bên cem hev û fikrên Rêber Apo parve bikin. Ev pêngava azadiyê ku bi hêzên enternasyonalîst hatiye avakirin em dixwazin bi serkeftinê û azadiyê bi encam bikin. Em armanc dikin ku Rêber Apo azad bikin û Kurd û Kurdistanê bikin xwedî statu. Îsal ji bo me sala encam û serkeftinê ye. Em ê encamê piştre bi raya giştî re parve bikin.”

Murat Ceylan da zanîn ku îro starta vê meşê bidin û wiha bi dawî kir: “Em ê di meşê de azadiya Rêber Apo û statuya Kurdistanê niqaş bikin. Îro êrîşên li dijî destkeftiyên kurdan hene. Em ê van mijaran bi gelên xwe re parve bikin û niqaş bikin. Em ê ji îro heta 15ê Sibatê naveroka komployê niqaş bikin. Em ê rewşa kurdan a li çar welatên dagirker niqaş bikin. Em ê armanca fikrên Rêber Apo bi gelan re parve bikin. Em ê di hemû hevdîtnên xwe de ji bo kurd û dostên kurdan banga tevlêbûna 15ê Sibatê bikin. Emê xeta Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê bi gelan re parve bikin. Em ê di 15ê Sibatê de bibêjin niha ne sibê ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re çareserî. Em ê fikrên Rêber Apo û çareseriyê niqaş bikin. Em ê vê yekê bi gelên xwe, dostên xwe û civaka Ewropa re parve bikin. Wekî meşa par a Kolnê îsal jî armanca me pir zêde ye. Em ê bi sed hezaran re li Strasbûrgê bicivin û bibêjin ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re çareserî’.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Tîryakî: Em dipên ku komîsyon bi Birêz Ocalan re hevdîtin bike

Tîryakî: Em dipên ku komîsyon bi Birêz Ocalan re hevdîtin bike

27 TEBAX 2025
Gund bi gund digere û berikên kevn dikire

Gund bi gund digere û berikên kevn dikire

27 TEBAX 2025
ROJEVA 27ê TEBAXA 2025an

ROJEVA 27ê TEBAXA 2025an

27 TEBAX 2025
2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd bidawî bû

2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd bidawî bû

26 TEBAX 2025
Ji bo Mordem Çewlîk şîn hate danîn

Ji bo Mordem Çewlîk şîn hate danîn

27 TEBAX 2025
Ayşegul Dogan: Banga Abdullah Ocalan stratejîk e

Ayşegul Dogan: Banga Abdullah Ocalan stratejîk e

26 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (391)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne