PKKê şehadeta yek ji damezrînerên partiya xwe Alî Haydar Kaytan ragihand. Têkildarî Kaytan wiha hat gotin: “Li refên herî pêş ê vê meşê bû. Temenê xwe bi lêgerîna watedarkirina her kêliyê derbas kir. Pêşengekî ji dilsoziyê bû.”
Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) di 27ê Mijdarê sala 1978an de li gundê Fîsê yê bi ser navçeya Licê ya Amedê ve hat damezrandin. PKKê îro (12ê Gulanê 2025)
ragihand ku dawî li hemû xebatên xwe tîne û xwe fesix kiriye. Ev biryar jî li ser banga Rêberê PKK-Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat. PKKê encamnameya kongreya xwe ya 12emîn eşkere kir û her wiha şehadeta tu pêşeng û damezrînerên xwe Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn ragihand. Kongreyê diyarî Kaytan û Altûn hat kirin.
Nûçeya ANFê ya têkildarî kesayet û jiyana şervaniyê ya Alî Haydar Kaytan bi vî rengî ye:
“Ew siyasetmedarek bû, gerîlayek bû, rewşenbîrek bû, helbestvanek bû… Lê her tim şervanekî heqîqetê bû.
Jiyan bi şûn û şopan tijî ye
Dem carna bi bêdengî jî tê jiyîn
Li pey wateyê bi têr û tijî tê jiyîn
Yên ku dema xwe bi wateyê dagirtin
Çîrokan ji şopdarên xwe re dihêlin
Yên ku temenekî didin pey heqîqetê
Derwêş in ku bang li demê dikin
Yên ku ji wan dimînin
Weke navê wan li demê dineqişin
Dîroka nîv sedsalê dawî yê Kurdan dîroka ji çîrokên li demê, xakê, wijdan û mejiyan neqişandî ye
Bi pîrozmendî, lehengî û fedaîtiyê tijî ye
Çîroka bi hezaran ji wan li vê xakê veşartî ne
Alî Haydar Kaytan ê sereke yê van çîrokan bû ku wate tevlî jiyanê kir
Damezrîner, lîder û kedkarê temenekî fedakar
Derwêşekî hezar salî ku da pey heqîqetê
Şovalyeyê demên qedîm ku ji bo pîrozmendiyan rahişt çekê
Gerîlayekî ji bo jiyana azad berê xwe da çiyê
Û şoreşgerekî dilxwaz ku mifteya windabûyî ya çiyê dît û radestî gelê xwe kir…
Qirkirin û îskana mecbûrî û xizanî
Alî Haydar Kaytan sala 1951ê şeva sersalê li gundê Xozu yê Dersimê ji dayik bû. Malbata wî ji gundê Hengirvanê bû. Malbata wî ku piştî Qirkirina Dersimê kete ber îskana mecbûrî, piştre li gundê Hengirvanê vegeriya.
Ji eşîra Haydaran e. Wê eşîrê di dema komkujiya Dersimê de teslîmiyet red kir, rahişt çekê, li ber xwe da û sirgûn bû.
Demeke zarokatiyê ya bi xizmanî û zehmetiyan derbas bû.
Piştre di sala 1971ê de li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê şoreşger nas kir.
Ew bi xwe vê serdemê weke qonaxa beriya şoreşgeriyê pênase dike:
“Li Tirkiyeya salên 1970î tevgera ciwanên şoreşger çalak bû û em jî jê bi bandor dibûn. Bi taybetî navê Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan sembol bû. Wê demê min hîn Rêbertî nas nekiribû, lê dibihîst ku qala wî tê kirin. Yek ji xwendekarên herî serketî yê dibistanê bû. Piştî çalakiyeke şermezarkirinê hatibû girtin û 7 mehan li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê mabû. Piştî ku ji girtîgehê derket, me hev nas kir. Rêbertî got, dixwaze bi min re biaxive. Axaftineke ji 2-3 saetan bû, kir ku rastiya Kurd û Kurdistanê bibînim.”
Civîna li Bendava Çûbûkê
Ev bûyer gavên destpêkê yên Alî Haydar Kaytan ên rêwîstiya heqîqetê bû. Piştre jî Kemal Pîr û Hakî Karer nas kir.
“Dawiya Adara 1973yan yan jî destpêka Nîsanê bû. Li nêzî bendava Çûbûkê em bi çend hevalan re li hev kom bûn. Rêbertî fikrê xwe bi me re parve kir. Em hemû tevlî fikrê wî bûn. Bi rengekî eşkere ji em re got, em ê weke komeke îdeolojîk tevbigerin û berpirsyarî da me hemûyan. Li gorî vê yekê her yek ji me berpirsyar bû ku kesên nû tevlî komê bikin.”
Piştî vê civînê hejmara endamên koma Apoyî her roj hîn zêde bû. Di Nîsana 1977an de kar derbasî Kurdistanê bû. Alî Haydar Kaytan li Dersim, Çewlik, Dep û Xarpêtê kar kir. Hin caran diçû Dîlokê û tevlî karê Hakî Karer bû. Hakî Karer piştî ku di 18’ê Gulana 1977an de hate qetilkirin, koma Apoyî derbasî qonaxa biryardanê bû.
“Şehadeta heval Hakî bandoreke kûr li me hemûyan kir. Rêbertî notek ji min re şand. Xwest ez ji bo bîranîna wî nivîsekê binivîsim. Nivîsa kum in amade kirî, li tevahiya Kurdistanê hate belavkirin. Rêbert Apo bi biryar bû ku şehadeta Hakî bê bersiv nemine. Lê bele têkildarî rêbazê ji me cuda difikirî. Ji bo bersiva ji şehadete re, ji me hemûyan zêdetir di nava lêhêrbûn û lêgerînê de bû. Biryara partîbûnê di encama vê lêgerînê de derket holê.”
Tev li kongreya damezrîner a PKKê dibe
Di amadekariyên pratîkkirina biryara partîbûnê de Alî Haydar Kaytan jî hebû.
Koma bi pêşengiya Rêber Apo ku ji Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Dûrmûş û Alî Haydar Kaytan pêk dihat, bernameya partiyê amade kir. Civîna destpêkê ya komîteyê li Xarpêtê pêk hat. Di vê civînê de Alî Haydar Kaytan ji bo komîteya leşkerî hate hilbijartin.
Di 27ê Mijdara 1978an de kongreya damezrandinê ya PKKê pêk hat. Alî Haydar Kaytan tevlî koma damezrîner a PKKê bû ku mohra xwe li nîv sedsala dawî xist.
Bûyerên ku heta vê demê qewimîn û yên di nava 45 salên piştî wê de biqewiyan, meşeke azadiya civakê bû ku bênavber dewam kir.
Alî Haydar Kaytan li refên herî pêş ê vê meşê bû.
Bi kelecaneke bê dawî, bi coş û dilsoziyê timî meşiya.
Temenekî ji lêgerîna watedarkirina her kêliyê,
Pêşengek bû ku xwe bi dilsoziyê xemilandibû
Siyasetmedarek, gerîlayek, rewşenbîrek, helbestvanek bû.
Lê timî şervanekî heqîqetê bû…”