• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kamaç: Divê em li gorî vê firsendê yekitiya xwe ava bikin

Fexredîn Kiliç / AW

12 GULAN 2025 - 08:04
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç ku têkildarî înîsiyatîfê axivî, wiha got: “Divê Kurd di sedsala 21emîn de vê firsenda derketiye pêşberî wan baş binirxînin û yekitiya xwe ava bikin.”

Nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanî, saziyên sivîl ên civakî, rûspî, oldar û bawermend, kesayet, parlamenter jî di nav de 301 delegeyên “Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk” li Amedê di 10-11ê Gulanê de civîna xwe pêk anîn. Di civînê de parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Kamaç û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît weke hevberdevkên înîsiyatîfê hatin hilbijartin û rêveberiyeke ji 35 kesan pêk tê hate hilbijartin. Pişt re deklerasyona civînê bi daxuyaniya çapemeniyê ji raya giştî re hate parvekirin. Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk û parlamentere DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç têkildarî înîsiyatîfê ji ajansa me re axivî.

‘Divê Kurd firsenda derketiye pêşberî wan baş binirxînin’

Mehmet Kamaç bi bîr xist ku bi sedan salan e yekitiya kurdan tê axaftin û wiha got: “Her serdemê li gorî rastiya xwe kar û xebatên yekitiyê pêk anîne. Lê mixabin heta îro jî yekitiya kurdan pêk nehatiye. Di van salên dawî de derfetên baş jî ketin destên kurdan lê ji ber yekitiyek çênebû, ji bo ku di nava xwe de parçe bûn, ji bo ku nêrîna wan li ser mijaran ji hev cudatir bû kurd ketine rewşeke bi vî rengî di rojhilata navîn de bi erdnîgariya xwe û demografiya xwe hatiye parçekirin. Zimanê wan û nasnameya wan nayê naskirin. Yekitî ji bo kurdan wekî av û nan e. Weke nefesê ye. Divê Kurd di sedsala 21emîn de vê firsenda derketiye pêşberî wan baş binirxînin û yekitiya xwe ava bikin.”

Beriya salekê dest bi xebatên înîsiyatîfê kirine

Mehmet Kamaç da zanîn ku beriya salekê dest bi xebatên vê înisiyatîfê kirine û wiha berdewam kir: “Sê parlamenterên ku partiyên wan ji hev cuda, ez, Salîha Aydenîz û Sînan Çîftyurek û ji Odeya Bazirganiyê jî Nevîn Xanim me weke înîsiyatîf dest bi vê xebatê kir. Me got kar û barê me ew e ku em di nava hemû cudahiyên kurdan de yekitiyekê ava bikin. Heta vê astê jî em hatin. Di navbera salekê de me bi hemû cudahiyên civakê re hevdîtin kirin. Me girîngiya vê pêvajoyê û ruhê wê ji herkesê re parve kir. Bi rastî em keyfxweş in ku konferanseke bi vî rengî li Amedê tê lidarxistin. Û bi taybetî kurd, kêmnetewe û ol û baweriyên li Kurdistanê, partiyên siyasî û saziyên sivîl di nav de cih digirin. Delegasyoneke ku ji 300 kesan pêk tê li deklarasyona Yekitiya Demokratîk gotûbêj kirin. Ev xebatên ku em dimeşînin û ev konferansa ku em li dar dixin ne encam e. Ev destpêk e. Em şert û mercên Rojhilata Navîn dişopînin û herkes jî dibîne heke rastî em baş fêm bikin derfetên mezin ji bo miletê Kurd û ji bo aliyên bindestan derketine holê. Divê em di vê konferansê de destpêkê mafên gelê Kurd yên hemû aliyan biparêzin, destkeftiyên wan mezin bikin û mafên hatine binpêkirin bi dest bixin. Ji ber vê yekê ev xebat berdewam e.”

Konferansê di nava hemû kurdan de kelecaniyek ava kir

Mehmet Kamaç bal kişand ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê ku di 26ê Nîsanê de pêk hatibû û ew jî tev li bibû û wiha pê de çû: “Vê konferansê di nava hemû kurdan de kelecaniyek ava kir. Hem jî daxwaza civakeke demokratîk bi dengekî bilind hate ziman. Pêkhateyên rojavayê Kurdistanê ev konferans pêk anîn û mînakek bû. Em bi hêvî ne ku dê li bakurê Kurdistanê jî ev xebat ser bikeve. Ev xebat dê li her çar aliyê Kurdistanê ji bo hemû kurdan bibe bingeha kongreya yekitiya neteweyî û destkeftî, parastin û avakirina pêşerojê ya miletê kurd li ser ava bibe.”

‘Em piştgiriya banga birêz Abdullah Ocalan dikin’

Mehmet Kamaç destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xebata wan hevdû temam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi zelalî piştgiriya banga birêz Abdullah Ocalan û civakeke demokratîk dikin. Em di Rojhilata Navîn de bi zelalî daxwaza aştiyeke mayînde dikin. Ev hemû hevdû temam dikin. Em wisa bawer in ku sala 2025an dê bi van pêşveçûn û pêngavan bibe sala kurdan, sala miletên bindest, ol û baweriyên ku tê xwestin bên tunekirin. Em keyfxweş in. Em jî weke Înîsiyatîfa Yekitiyê di vê xalê de cihê xwe bigirin, em bawer in dê serbikeve. Ji bo ku ev derfeta piştî sedsalan derketiye holê were bikaranîn, ji bo gel û ol û baweriyên bindest ev kar û xebatên ku xal bi xal hevdû temam dikin wê li Rojhilata Navîn civakeke demokratîk a di nava aştiyeke mayînde de ava bibe.”

‘Bila hemû aliyên civakê piştgiriya vê xebatê bikin’

Mehmet Kamaç bi lêv kir ku dema vê xebatê dimeşînin rêzê ji hemû ol û bawerî û bîrdoziyên civakê re digirin û ev yek anîn ziman: “Ev hemû dewlemendiya vê civakê ne. Nasnameya me ya herî jor em kurd in, em hatine parçe kirin, derfetên dîrokî di destê me de hene, em li ser nirxên kurdîtiniyê û civakeke demokratîk em ji hemû aliyên civakê dixwazin ku piştgiriya vê xebatê bikin. Înîsiyatîfa Yekitiyê bi pêş ve biçe, mezin bibe. Ev xebat dê bi piştgiriya civakê mezin bibe. Em tev destê hev bigirin, wekhevî, aştî, xwişk û biratî û bi taybetî jî em bi jiyaneke aram tev di Rojhilata Navîn de bicivin û bijîn.”

Etîket: Înisiyatifa Yekîtiya DemokratîkMehmet KamaçYekîtî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

29 HEZÎRAN 2026

Konferansa MÎA-FEDê: Bingeha Îslamê demokratîk e

21 HEZÎRAN 2026

Mehmet Kamaç: Gel amade ye divê partiyên Kurdan jî amade bin

20 HEZÎRAN 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Cizîrê komxebatê li dar dixe

19 HEZÎRAN 2026
Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

10 HEZÎRAN 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Xurtkirina xeta 3yemîn deriyê azadiyê ye’

3 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (812)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne