• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminantî raweste’ derket

    Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminantî raweste’ derket

    Gehrên Gime hişk bûne

    Gehrên Gime hişk bûne

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2025an

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminantî raweste’ derket

    Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminantî raweste’ derket

    Gehrên Gime hişk bûne

    Gehrên Gime hişk bûne

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2025an

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

34 partiyan li dijî êrişan banga xurtkirina eniya navxweyî kirin

Navenda Nûçeyan / AW

5 KANÛN 2024 - 17:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
34 partî û tevgerên sûriyeyî li dijî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter banga xurtkirina eniya navxweyî li gelê herêmê kirin.

Nûnerên 34 partî û tevgerên sûriyeyî yên ji pêkhateyên herêmê ji bo nîqaşkirina geşedanên dawî li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin gelhev. Piştî civînê partiyan daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Nûnera Partiya Nûjen û Demokatîk a Sûriyeyê Heyfa Mehmûd daxuyanî xwend û wiha got: “Pêkanînên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li dijî pêkhateyên herêmê û koçberkirina wan a bi armanca guhertina demografiya herêmê digihêje asta sûcên şer.”

Heyfa Mehmûd îşaret bi helwesta hikumeta Şamê jî kir û diyar kir ku heke hikumeta Şamê bersiva banga diyalogan a bi Rêveberiya Xweser û aliyên demokratîk a ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêbazên aştiyane dabûya, ev bûyer çênedibûn.

Partî û hêzên siyasî di daxuyaniyê de êrişên li ser herêmê bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ew amadene ku bi QSD’ê re herêmê biparêzin.

‘Ji her geşedanan re amade bin’

Her wiha partiyan piştgirî dan seferberiya giştî û ev bang li gel kirin: “Em bang li gelê xwe dikin ku hişyar be, ji her geşdanên muhtemel re amade bin. Tev li Hêzên Parastina Civakî bibin, hêzên me yên leşkerî bi enerjiya ciwanan û pisporiya leşkerî û meydanî pêş bixin, eniya hundirîn asê bikin û li hemberî şerê taybet bisekinin.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em ê li kêleka saziyên Rêveberiya Xweser û Maseya Krîzê erka xwe ya pêşwazîkirin û bicihkirina koçberan pêk bînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin: “Erkên xwe li hemberî sivîlên bi darê zorê hatine koçberkirin bi cih bînin. Her wiha em bang li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ya bi serokatiya Amerîka û Federasyona Rûsyayê dikin ku nehêlin komên terorîst û Tirkiyeyê, Sûriyeyê dagir û parçe bikin. Em teqeziyê li ser yekitiya xaka Sûriyeyê û çareseriya siyasî dikin.”

Partî û tevgerên ku daxuyanî dane ev in:

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)
Partiya Kesk a Demokratîk
Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê
Partiya Komunîst a Kurdistanê
Partî Demuqartî Kurdistan-Sûriye
Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye
Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê
Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê
Partiya Sûriyeya Pêşerojê
Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê
Partiya Nûjen a Kurdistanê
Yekitiya Kedkaran a Kurdistanê
El Heyet El Weteniya El Erebiya
Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyeyê
Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd-Sûriye
Partiya Çeksaziyê-Sûriye
Partiya Asûrî ya Demokratîk
Partiya Roj a Biratî ya Kurdistanî
Tevgera Civaka Demokratîk
Kongra Star
Partiya Muhafazekaran
Partiya Têkoşîna Demokratîk
Tevgera Pêşeroja Kurdistanê
Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê
Heyet Tensîq El Weteniya-Tevgera Guhertin a Demokratîk
Partiya Yekitiya Suryan
Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriye (El Partî)
Partiya Yekitiya Demokratîk li Sûriyeyê (Yekitî)
Şepêla Çep a Şoreşgerî li Sûriyeyê
Partiya Sûraya
Partiya El Weten a Sûriyeyê

Etîket: 34 partibanga xurtkirinêêrişên dewleta tirkkomên paramîlîterSûriye
FacebookTweet

Nûçeyên Din

MSDê xwest hemû pêkhate di Sûriyeya nû de cih bigirin

MSDê xwest hemû pêkhate di Sûriyeya nû de cih bigirin

30 TÎRMEH 2025
Amerîka, Fransa û Sûriyeyê daxuyaniyeke hevbeş dan

Amerîka, Fransa û Sûriyeyê daxuyaniyeke hevbeş dan

25 TÎRMEH 2025
Hikûmeta Şamê binpêkirinên mafan li dijî gelê Siwêdayê qebûl kir

Hikûmeta Şamê binpêkirinên mafan li dijî gelê Siwêdayê qebûl kir

17 TÎRMEH 2025
37 şeniyên Siwêdayê hatin kuştin

37 şeniyên Siwêdayê hatin kuştin

14 TÎRMEH 2025
Rêveberiya Xweser: Em ê dev ji armancên şoreşê bernadin

Rêveberiya Xweser: Em ê dev ji armancên şoreşê bernadin

13 TÎRMEH 2025
Naveroka civîna li Şamê pêk hat aşkera bû

Naveroka civîna li Şamê pêk hat aşkera bû

9 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (256)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne