Forûma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê, ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi kampanya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” kir.
Forûma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP), ji bo daxwaza rakirina astengiyên li pêşiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku vîzyona xwe ya siberojê bi cîhanê re parve neke, dest bi kampanya “Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” kir. Forumê li ser malpera înternetê ya forûmê daxuyanî da û bal kişandin ser banga Abdullah Ocalan û biryarên di kongreya PKKê de hatine girtin.
Di nava alîgirên kampanyayê de koma çep a Parlamentoya Ewropayê jî heye.