• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnameger Cengîz Altun hat bibîranîn: Heqîqet û rastî wê neyê kuştin

Êlih / AW

24 SIBAT 2025 - 13:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rojnameger Cengîz Altun di salvegera 33yemîn a kuştina xwe de li ser gora xwe ya li Êlihê hat bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin ku dê heîqet û rastî neyê kuştin û pênûsa cangoriyên Çapemeniya Azad li erdê nemîne. 

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê di salvegera 33yemîn a kuştina rojnameger Cengîz Altun li ser gora wî ya li Goristana Çamlica ya Êlihê bernameya bîranînê li dar xist. Endamên DFG, MKG, malbata Cengîz Altun, rêveberên DEM Partiyê û DBPê ya Êlihê tev li bernameya bîranînê bûn.

Wêneyên Cengîz Altun û qerenfîl danîn ser gorê. Bîranînê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên Çapemeniya Azad dest pê kir.

‘Îro jî rojnamegerên Kurd bi SÎHAyan tên kuştin’

Ewilî endamê DFGê Bilal Guldem axivî û diyar kir ku yek ji cangoriyên ewil ê Çapemeniya Azad Cengîz Altun e û ew di şexsê Cengîz Altun de hemû cangoriyên Çapemeniya Azad bibîr tînin. Guldem da zanîn ku di salên 1990î de rojnamegerên Kurd li naverasta kolanan hatin kuştin û îro jî rojnamegerên Kurd li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi bombebarana SÎHAyan tên kuştin. Guldem got ku ew ê her tim li ser şopa cangoriyên Çapemeniya Azad bimînin û dê her ala têkoşîn û pênûsa wan li erdê nehêlin.

‘Bi hezaran rojnamegerên Kurd li ser şopa we ne’

Piştre Hevseroka DFGê Dîcle Muftuoglû axivî û destnîşan kir ku îro ji bo ew Cengîz Altun û hemû cangoriyên Çapemeniya Azad bibîr bînin li hev civiyan e û got: “Cengîz Altun şehîdê ewil ê Çapemeniya Azad e. Bi kuştina Cengîz re xwestin dengê heqîqeta Kurdan jî bikujin. Lê heqîqeta gelê Kurd ewqas bi hêz bû, bi pey Cengîz Altunan re bi hezaran rojnamegerên Kurd li dinyayê rabûn. Di salên 90î de bi destê Hîzbullahê û JÎTEMê rojnameger dihatin kuştin, lê îro jî rojnameger tên girtin û li Rojava û Başûr jî hevalên me yên rojnameger jî bi SÎHAyan tên kuştin. Zîhniyeta salên 90î hê jî li ser kar e û îro jî rojnamegeran dikujin. Lê belê hêz û qeweta Cengîz Altunan îro zindîtir e û em îro bi hezaran rojnamegerên Kurd dengê gelê Kurd li hemû cîhanê radigihînin. Pênûsa cangoriyên me li erdê nema û wê ev heqîqet û têkoşîn qet neşikê. Em ji vir bang dikin û dibêjin; wê heqîqet neyê kuştin û Çapemeniya Azad neyê bêdengkirin.”

‘Zaliman nexwest dengê Kurdan were bihîstin’

Hevserokê DEM Partiya Êlihê Mustafa Tekîk jî axivî û diyar kir ku ew jî li ser navê DEM Partiyê hemû cangoriyên Çapemeniya Azad bi hurmet û hezkirin bi bîr tînin. Mustafa Tekîk anî ziman ku sed sal in li ser gelê Kurd û Kurdistana pîroz komkujî didomin û got: “Li dijî van komkujiyan jî sed sal in têkoşîn û berxwedana gelê Kurd a heqîqetê didome. Hemû zalim û desthilatdar naxwazin dengê gelê Kurd were bihîstin. Cengîz Altun û hemû hevalên xwe bi rojnamegeriyê dixwestin deng û daxwaza gelê Kurd li cîhanê belav bikin. Lê zaliman û desthilatdaran nexwest ku Kurd bibin xwedî maf û statu û xwestin Kurdan qir bikin. Zaliman civakek serî tewandî ji xwe re çêdikirin. Lê Cengîz Altun û hevalên xwe nehiştin gelê Kurd bêziman û bêagahî bimînin. Em ê her tim cangoriyên heqîqeta Kurdistanê bibîr bînin. Em ê her dem têkoşîna cangoriyên xwe bilind bikin.”

‘Wê zilm bi ser nekeve’

Paşê jî dayika Cengîz Altun, Turkan Altun axivî û sersaxiyê ji hemû Çapemeniya Azad û gelê Kurd re xwest. Turkan Altun anî ziman ku dewlet zilm û zorek dijwar li ser gelê Kurd kiriye û got ku wê ev zilma dewletê negihîje armanca xwe.

‘Em soza we bicih tînin’

Birayê Cengîz Altun, Azad Altun jî axivî û got ku ew li ser navê malbatê bi xêrhatina hemû mêvanan dike. Azad Altun destnîşan kir ku wan 33 sal berê rojek wek îro ew li ser vê gorê bûn û wan sozek dabûn Cengîz û wiha got: “Îro vaye em wê soza xwe bicih tînin. Me gotibû wê pênûsa te li erdê nemîne û neşikê. Belkî ew roj em kesek hatin qetilkirin û xwestin wî ruhê ragihandina azad qut bikin, lê îro em bi hezaran rojnamgerên Kurd hene û li ser pêya ne û li hemû dinyayê belav bûn e. Îro bi saya rojnamegerên Kurd ku li ser şopa Cengîz Altûn, Hafiz, Orhan û Apê Mûsayan rojnamegeriyê dikin, dengê Kurdan li hemû cîhanê belav dibe. Ew hişmendiya salên 90î îro jî li ser kar e. Her roja ku diçe hişmendiya azadbûnê belavtir û bilindtir dibe. Em bi saya cangoriyên xwe gihîştin van rojan. Em carek din hemû cangoriyên xwe bi hurmetî bibîr tînin û em dibêjin wê pênûsa we li erdê nemîne û wê kenê we neçilmis e.”

Piştî axaftinan bernameya bîranînê bi dawî bû.

Etîket: BîranînCengîz AltunRojnamegerRojnamegerên Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

31 ADAR 2026
MEBYA-DERa Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameya bîranînê li dar xist

MEBYA-DERa Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameya bîranînê li dar xist

28 ADAR 2026
TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê Roja Şanoyê ya Cîhanî pîroz kirin

TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê Roja Şanoyê ya Cîhanî pîroz kirin

27 ADAR 2026
Nujiyan Erhan bû dengî jinên êzidî

DFGê û MKGê Rojnameger Nûjiyan Erhan bibîranî

22 ADAR 2026
Huseyîn Aykol li ser gora xwe hat bîranîn

Huseyîn Aykol li ser gora xwe hat bîranîn

19 ADAR 2026
Dijminatiya li dijî bîranîna Rahşan Demîrelê: Wê zirara darekê bigihîje kê?

Dijminatiya li dijî bîranîna Rahşan Demîrelê: Wê zirara darekê bigihîje kê?

17 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî: Divê qanûnên pêwîst demildest bên amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (8)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne