Li navçeya Erxenîyê ya Amedê zaroka 9 salî ku winda bû, cenazeyê wê hat dîtin.
Li sîteya Mahîrkent a taxa Kemertaşê yê navçeya Erxenîyê ya Amedê şevê din saet di 19.00an de zaroka 9 salî Yasemin Yildirim winda bû. Piştî lêgerîna malbatê, cenazeyê zaroka 9 salî Yasemîn Yildirim saet di 24.00ê şevê de li nava sîteyê hat dîtin. Piştî cenaze dîtin, cenaze şandin Saziya Tipa Edlî ya Amedê.
Têkildarî mirinê Serdozgerê Komarê yê Erxenîyê lêpirsîn da destpêkirin.