Meclisa Malbatên Şehîdan û Ciwanên Şoreşger ji bo bîranîna berxwedêrên 14ê Tîrmehê li Kobanê bernameya bîranînê li dar xist.
Meclisa Malbatên Şehîdan û Ciwanên Şoreşger ên kantona Firatê, sazî û dezgehên girêdayî Rêvberiya Xweser, bi boneya salvegera 43yemîn a Berxwedana 14ê Tîrmehê ya pêşengên PKKê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz, li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê merasîmek li dar xist. Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hesen Kobanê şehîdên berxwedanê bi rêzdarî bi bîr anîn û got: “Bi çalakiya Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz a di zindana Amedê de, berxwedaneke mezin hat meşandin.”
Piştî axaftinê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido şona pêşkêş kir û dûre jî sînevîzyonek li ser berxwedana zîndana Amedê dan nîşandan. Piştre jî find pêxistin. Endamên Ciwanên Şoreşger diyarî li malbatan belav kirin.