• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê dewlet gavan biavêje û girtiyên nexweş bên berdan’

Mahmût Altintaş / AW

14 ADAR 2025 - 09:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevjîna girtiyê nexweş Onder Poyraz, Fîrdevs Poyraz û birayê girtiyê nexeş Mehmet Darga Hecî Darga anîn ziman ku ji bo pêvajo biçe serî divê dewlet di serî de girtiyên nexweş berde.

“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibatê de bi rêya şandeya DEM Partî ji raya giştî re hatibû parvekirin di rojevê de ye. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd ket merheleyeke nû û li hemû dinyayê jî deng veda. Nîqaşên li ser vê pêvajoyê berdewam dikin.

Di girtîgehan de bi hezaran girtiyên siyasî hene û gelek jî ji wan tevî ku nexweşiyên giran li wan peyda bûne jî nayên berdan. Ji bo girtiyên nexweş bên berdan ji aliyê hiqûqî ve dewlet dê gavên çawa biavêje ne diyar e. Çavê malbatên girtiyan jî li berdana girtiyên wan e. Hevjîna girtiyê nexweş Onder Poyraz, Fîrdevs Poyraz û birayê girtiyê nexweş Mehmet Darga, Hecî Darga li ser rewşa girtiyên xwe axivîn û anîn ziman ku ew ji pêvajoyê bi hêvî ne û xwestin girtiyên wan bên berdan.

Girtiyê nexweş Onder Poyraz

Girtî Onder Poyraz di dema qedexeya derketina kolanan a 14ê Kanûna 2015an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû ragihandin de bi birîndarî hatibû binçavkirin û girtin. Onder Poyraz bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “xerakirina yekitî û tevpariya dewletê” du caran cezayê muebedê yê girankirî lê hat birîn. Poyraz ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2an a Dumlû ya Erziromê tê girtin, di sala 2015an de ji ber guleya ku li pişta wî ketibû ji ber vê yekê di pişta wî de platîn heye. Poyraz ku bi yek gurçikekê dijî, destê wî yê rastê jî felc bûye û rewşa wî ya tenduristiyê her ku diçe xirabtir dibe. Onder Poyraz tevî nexweşiyên giran jî di hucreya yek kesî de tê ragirtin.

‘Nikare di girtîgehê de bimîne’

Hevjîna Onder Poyraz, Fîrdevs Poyraz bi lêv kir ku rewşa tenduristiya hevjînê wê her ku diçe xerabtir dibe û wiha got: “Hevjînê min, bi giranî hatibû birîndarkirin û bi wî awayî hatibû girtin. Di girtîgehê de jî rewşa tenduristiya wî her ku diçe xirab dibe. Di girtîgehê de jî nexweş bû. Niha li girtîgeha Erziromê ye. Li wir ji ber ku tedawiya wî nehat kirin êdî bêhtir ket. Di stûyê wî de fitiq heye. Piştî emeliyat bû jî çend rojan nedikarî rabe ser xwe. Destekî wî pûç bûye. Piştî emeliyatê rewşa wî pir xerab bûbû. Bijîşkan jê re gotiyê nivînek ortopedîk bikire. Lê ew nivîn pir bihabû me nekarî bikirin. Ji ber wê jî fitiqa wî bêhtir giran bû. Di meha borî de li min geriya ji min re got felcê avêtiye lingê min jî. Biribûn nexweşxaneyê bijîşk jê re gotibû êdî divê tu biçe girtîgeha tîpa R piştî wê dibe ku bibin girtîgeha Xartpê ya Tîpa R lê hê nebirine. Heke tedawiya wî baş bihata kirin nedihat vî halî. Heke bihata berdan û me tedawiya wî li derve bikira wê baş bibûya. Ji aliyê din ve jî derfeta me ya çûn û hatinê tune ye. Ji ber ku girtîgeh dûr e em di çûn û hatinê de pir zahmetiyan dikişînin.”

‘Divê girtiyên nexweş hemû bên berdan’

Firdevs Poyraz bal kişand ser pêvajoya li Tirkiyê û Kurdistanê hatiye destpêkirin û wiha axivî: “Divê girtiyên nexweş hemû bên berdan ku li derve tedawiya wan bê kirin. Di girtîgehan de nikarin tedawî bibin. Heke girtiyên nexweş neyên berdan di girtîgehan de rewşa wan wê hê girantir bibe. Niha qala pêvajoyeke dikin weke malbatên girtiyên nexweş em jî dixwazin girtiyên me bên berdan. Heke girtiyên me yên nexweş jî bernedin wê ev pêvajo çawa biçe serî? Hek girtiyên me neyên berdan, nasname û zimanê me neyê naskirin wê çawa pirsgirêka Kurd bê çareserkirin?”

Girtiyê nexweş Mehmet Darga

Girtiyê nexweş Mehmet Darga jî di sala 1992yan de li Mêrsînê tê girtin û 32 sal in di girtîgehê de ye. Mehmet Darga ku li Girtîgeha Tîpa L ya Espiye ya Girsûnê girtî ye, tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyên giran jî nayê berdan. Mehmet Darga ku nexweşiyên wî yên genetîkî yên wekî şekir, nexweşiya mîde, gastrîta kronîk, mîde û 2 caran jî anjiyo bûye di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Darga ku di hucreya yek kesî de tê ragirtin, ji ber nexweşî û temenê xwe yê mezin nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bîne.

‘Di girtîgehan de tedawiyeke baş jî nayê kirin’

Birayê girtiyê nexweş Mehmet Darga, Haci Darga diyar kir ku birayê wî tevî temenê mezin û nexweşiyên giran jî nayê berdan û got: “Birayê min 32 sal in di girtîgehê de ye. Di girtîgeha Gîresûnê de ye. Sê caran ji ji ber nexweşiya dil anjiyo bûye. Her wiha di çavên wî de jî pirsgirêk hene. Di girtîgehê de tedawiyeke baş jî nayê kirin. Dema em diçin hevdîtinê jî qala nexweşiyên xwe dike û diyar e pirr nexweş e. Ji bilî nexweşiyê jî zextên dewletê jî li ser girtiyan hene. Di hucreya yek kesî de tê hiştin. Temenê wî jî mezin e û nexweşiyên wî jî hene. Ji ber ku nexweş e, mayina wî ya di hucreya yek kesî de jî ji bo wî xetere ye. Heke neyê berdan nexweşiyên wî dê bêhtir giran bibin. Ji ber rê dûr e çûyin û hatina me jî pirr zahmet e. Birayê min di gelek girtîgehan de ragirtî ma. Heke li nêzî me bûya wê derfeta me ya çûn û hatinê jî zêdetir bûya.”

‘Divê dewlet jî gavan biavêje’

Haci Darga destnîşan kir ku ji bo pêvajo biçe serî pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û got ku divê dewlet jî gavan biavêje û di serî de girtiyên nexweş hemû bên berdan. Haci Darga diyar kir ku ew dixwazin ji bo hemû gelan aştî û aramî pêk were û wiha got: “Em hemû bi wekhevî bijîn û êdî dayik negirîn. Em dixwazin ev pêvajoya hatiye destpêkirin jî bigihîje serî. Ji bo vê jî divê dewlet jî gavan biavêje. Di serî de divê girtiyên nexweş hemû demildest bên berdan. Heke dewlet bixwaze di seateke de dikare girtiyan berde. Di vê pêvajoyê de gava herî sereke ew e ku girtiyên nexweş werin berdan. Divê gav beramberî hev bên avêtin. Gaveke ew biavêjin, gaveke jî yên din. Bi vî awayî pirsgirêk çareser dibin. Hêviya me pêkhatina aştiyeyê.”

Etîket: Abdullah OcalanBanga Aştiyê û Civaka Demokratîkgirtiyên nexweş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

31 ADAR 2026
Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

31 ADAR 2026
Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

31 ADAR 2026
Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

30 ADAR 2026
MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

25 ADAR 2026
Newroza Colemêrgê: Bi ruhê yekitiyê dê bi agirê Newrozê bêtir geştir bibe

Newroza Colemêrgê: Bi ruhê yekitiyê dê bi agirê Newrozê bêtir geştir bibe

24 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî: Divê qanûnên pêwîst demildest bên amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (6)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne