Alîkariya ji bo gelê Rojava didome. 5 kamyonên alîkariyan ên Xaça Sor ku ji derman, av û pêdiviyên paqijiyê pêk tê, gihîştin Kobanê.
Êrîşên çeteyên HTŞ û DAIŞê yên li ser gund û navenda Kobanê didomin. Ji ber êrîşan welatiyên ji cih û warên xwe bûne zahmetiyan dijîn. 9 roj e Kobanê di her alî de di dorpêçê de ye. Ji ber dorpêçê, pêdiviyên bingehîn ên zarokan û jiyanê bi dawî dibin. Îro 5 kamyonên alîkariyên ên Xaç Sor ku ji derman, av û pêdiviyên paqijiyê pêk tên gihîştin Kobanê.
Girêdayî mijarê, Endamê Desteya Tenduristiyê ya bajarê Kobanê Fadil Çawîş der barê alîkariyên Xaça Sor şandiyê de axivî. Fadil Çawîş diyar kir ku dermanên hatine şandin têrê nakin, divê ev dorpêça li ser Kobanê demildest were rakirin. Fadil Çawîş da zanîn ku ev derman têra nexweşên penceşêr, şekir û gurçikan û kesên ji ber êrişan birîndar bûne nake, lê ka hîna bajar di dorpêç de ye û êriş dewam dikin. Dermanên nexweşên giran nehatine, tenê dermanên sivik hatine şandin û têrê nakin jî.













