Piştî şerê Îsraîl û Îranê hêzên rejîma Îranê dest bi pêla binçavkirin û girtina welatiyan kiriye. Li Rojhilatê Kurdistanê 5 welatiyên Kurd hatin binçavkirin û heta niha jî çarenûsa wan nediyare.
Li gor nûçeya malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, 4 welatiyên Kurd ên bi navên; Umêd Reş, Eshed Resûl Zade, Nuredîn Dudkanlu Mîlan yên xelkê gundê Kose Kerêz ya ser bi bajarê Mihabad yê Rojhilatê Kurdistanê ne, ji aliyê hêzên Îranê ve bêy biryara dadwer hatin binçavkirin û birine cihek nediyar.
Hat diyarkirin ku Kurdekî din bi navê Mihemed Zend Kerîmî yê xelkê Dêhgulan a bajarê Sine ye, hatiye binçavkirin û çarenûsa wî nediyare. Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku roja 19ê Hezîranê jî welatiyek Kurd bi navê Keywan Mam Gulî bêy fermana dadwer hatiye binçavkirin û birine cihek nediyar. Rejîma Îranê bi tometên cûda pêlek berfireh ya binçavkirin û girtina welatiyan daye destpêkirin. Di nava sê rojan de 151 welatî li bajarên cûda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bêy fermana dadweran hatine binçavkirin.