Li gorî daneyên Rêxistina HRANA berhev kiriye di xwepêşandan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de zêdetirî 50 hezar xwepêşander hatine binçavkirin.
Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve 6 hezar û 872 kes hatine qetilkirin û 50 hezar û 553 xwepêşander hatine binçavkirin. Her wiha hezar û 21 xwepêşander birîndar bûne.
Hate diyarkirin ku di nav kesên hatine kuştin de 156 jê zarok hene, 214 kes jî endamên hêzên ser bi rejîma Îranê ve bûn, 109 xwendekarên zanîngehê bûn, her wiha 59 kes jî welatiyên ku beşdarî xwepêşandanan nebûyîn bûn.
Li gorî HRANA ragihandiye 11 hezar û 46 kes ji bo dezgehên ewlekariyê yên ser bi rejîma Îranê ve hatine vexwendin, ji bilî vê 307 qeydên îtîrafa bizorê hatine belavkirin.













