Li Lubnanê êrişên Îsraîlê yên li dijî cih û warên leşkerî yên Hizbullahê zêde bûn. Artêşa Îsrîlê îdia kir ku 500 hezar alîgirên Hizbullahê ji başûrê Lubnanê derketine.
Li Lubnanê bi êrişên Artêşa Îsraîlê yên li dijî cih û warên leşkerî yên Hizbullahê bîlonçoya şer jî giran dibe. Artêşa Îsrîlê diyar kir ku piştî êrişan 500 hezar alîgirên Hizbullaha ji başûrê Lubnanê terikandine. Li gorî agahiyên nûçeya Rojnameya The Jerusalem Postê ji herêmên cuda 500 hezar alîgirên Hizbullaha ji malên xwe yên li başûrê Lubnan, Beyrût û deverên din derketine.
Herêma Hizbûllahê vala dibe
Di nûçeyê de hat gotin ku piştî ev girse ji başûrê Lubnanê hatiye derxistin, hê gelek kes hewl didin ku ji heremê derkevin. Taybetî jî piştî êrişên Artêşa Îsraîlê yên li ser herêmên Hizbullahê li Dahiya zêde de bûn û herêm hêdî hêdi vediguhêre bajarekî bêmirov. Hat eşkerekirin ku di 24 saetên borî de 115 êrişên hewayî li Lubnanê pêk hatin.
Biryara şer da
Artêşa Îsrîlê roja Çarşemê ragihand ku wan ji roja Duşemê ve 250 êrîş li dijî Hizbullaha Lubnanê pêk anîne, ku nêzîkî 100 ji van tenê roja Sêşemê hatin pêkanîn. Artêşa Lubnanê di destpeka vê hefteyê de bang li Hizbullahê kir ku çekê xwe dayne û teslîm bibe. Lê Hizbullahê ev red kir û li dijî Îsrîlê biryara şer da.












