Civîna komîsyonê ya 13emîn diyar bû. Wê di civînê de li saziyên hiqûqê û hiqûqnas bê guhdarîkirin.
Civîna 13emîn a Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî diyar bû. Civînê 13emîn dê di 2ê Cotmehê de bê lidarxistin. Di rûniştina yekem a civînê dê li saziyên hiqûqê û di rûniştina duyem de jî li hiqûqnasan bê guhdarîkirin. Di rûniştina yekem navên saziyên li wan bê guhdarîkirin ev in: “Komeleya Hiqûqnasan, Komeleya Hiqûqnasan Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Demokratîk ên Civakî (SODAP) û Komeleya Lêkolînên Hiqûqî (HUDER).”
Di rûniştina duyem de jî dê li Prof. Dr. Abdurrahman Eren, Prof. Dr. Faziz Husnu Erdem, Prof. Dr. Îlhan Uzulmez, Prof. Dr. Mahmut Koca, Prof. Dr. Bahrî Ozturk were guhdarîkirin.