Di 5emîn Foruma Sûriyeyî de hate diyarkirin ku projeya neteweya demokratîk bi ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, bi ser ket û dikare bibe nimûne ji bo tevayî Sûriyeyê.
Li bajarê Hesekê Foruma Sûriyeyî ya Pêncemîn dewam dike. Forum bi dirûşma “Manîfestoya Aştî û Civakeke Demokratîk Misogeriya Avakirina Sûriyeya Nûjen e” bi amadebûna 120 siyasertmedar, rewşenbîr, nûnerên rêxistinên jinan, çalakvanên ji civakên cuda yên Sûriyeyê û serokên eşîrên Ereb, tê lidarxistin.
Di rûniştina yekem de, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk Hisên Osman semînerek bi sernavê “Rewşa siyasî ya giştî, rojev û projeyên li Rojhilata Navîn” da.
Hisên Osman da zanîn ku Rojhilata Navîn îro ji ber cihê xwe yê erdnîgarî yê girîng bûye qadeke ji bo pevçûnên navneteweyî yên ku dixwazin hegemonyaya xwe ferz bikin. Her wiha got ku li herêmê nîşanên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn rû didin.
Osman diyar kir ku projeyên ku heta niha li şûna projeyên neteweperest pêşniyar kirin, têk çûne, û encamên wan projeya ji bo gelên ku şoreşan pêk anîne eşkere ne. Ji ber ku wan hewl da bi rêya Îslama siyasî desthilatdariyê bigirin, wekî ku li Yemen, Iraq û Lîbyayê qewimî.
Osman destnîşan kir ku di nav van projeyan de, Projeya Neteweya Demokratîk derket holê. Ev proje ji yên berê cuda ye, ji ber ku ew li şûna parçebûna mezhebî dixwaze gelan bike yek, Ii ser ramaneke nû ya ku ji hêla ramanwer û fîlozof Rêber Abdullah Ocalan ve hatine pêşniyarkirin.
Osman diyar kir ku ev îdeolojî formuleke serketî ye ji bo çareserkirina kêşeyên li Rojhilata Navîn û got: “Ramana nû ya ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin ji hêla her kesî ve hat pejirandin.”
Osman da zanîn ku projeya neteweya demokratîk bi ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, bi ser ket û dikare bibe nimûne ji bo tevayî Sûriyeyê.
Osman diyar kir ku piştî xûxandina rejîma Baasê wan ferq kirin ku pirsgirêk di sîstemê de ye lê di kesan de ye û wiha pê de çû: “Em li pergalek demokratîk a xwe dispêre pirrengî û beşdarbûnê digerin.”
Osman got ew pabendî Peymana 10Emînîê Adarê ne û destnîşan kir ku destwerdanên derve diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê asteng dikin.
Rûniştina duyemîn ji aliyê çalakvana têkiliyên navneteweyî Dr. Ebîr Selman ve hat birêvebirin. Ebîr Selman mijarek bi sernavê “Sûriye piştî rûxandina rejîma Baasê: Rewşa heyî û arîşe” şîrove kir. Ebîr destnîşan kir ku rewşa piştî hilweşîna rejîma Baasê bandor li gelek deverên erdnîgariya herêmî û navneteweyî kiriye. Her wiha bal kişand ser polîtîkayên serokê Amerîkayê Donald Trump ên bi armanca jiholê rakirina rêxistin, partî û dewletên ku li ser bingehên tenê olî hatine damezirandin.
Der barê rewşa Sûriyeyê de Ebîr Selman got: “Tevî hilweşandina saziyan ji aliyê hikûmeta veguhêz ve, lê rewş hîn jî lawaz e. Hikumet dixwaze desthilatdariya xwe li seranserê axa Sûriyeyê ferz bike û hêzên nîştimanî ji hemû qadan dûr dixe. Desthilata heyî bi tena serê xwe biryara dide, ev jî îsbat dike ku ew ji bo berjewendiyên xwe tenê tev digir. Ev lawazbûn jî hişt ku sûcên rêxistinkirî û yên nerêxistinkirî, tundiya mezhebî zêdetir bibin.”
Ebîr Selman di dewama axaftina xwe de da zanîn ku nebûna artêşek rêxistinkirî û hêzên ewlehiya hundirîn valahiyek di stûnên dewletê de çêkiriye, vê yekê jî rê daye komên çekdar ku şûna artêş û hêzên ewlehiya hundirîn, ev jî bûne sedema sereke ya nebûna aramiyê. Ebîr got: “Em tev dizanin ka ev kom çawa dixebitin, kî wan kontrol dike û li ser çi bingehî tev digerin. Ev kom her tiştên li pêşiya xwe didin ber xwe.”
Ebîr Selman alozî û destwerdanên herêmî jî nirxandin û bal kişand ser berdewama êrişên hewayî yên li Sûriyeyê. Her wiha îşaret pê kir ku Tirkiye tevkarê herî mezin ê hikumeta veguhêz e, dixwaze serweriya xwe li herêmên sînorî bihêz bike, di heman demê de Rûsyayê destwerdana xwe di dosyaya Sûriyeyê de didomîne.
Ebîr rewşa aborî jî nirxand û wiha got: “Daketina nirxê pereyê Sûriyeyê, krîza debarê, birçîbûn, bêkarî û nebûna xizmetên bingehîn bûne sedema hêrsa gel. Dibe ku ev hês di çi kêliyê de biteqin. Koçberî berdewam e û rewşa koçberan û penaberan xirab e. Berfirehbûna gendeliyê bûye sedema belavbûna torên qaçaxçîtî, narkotîk û çekan.”
Ebîr di dewama nirxandina xwe de îşaret bi rewşa civakî û derûnî ya şêniyan jî kir û got: “Windakirina hezkiriyan û mijara rakirina heyfê rewşa li Sûriyeyê nearam dikin. Di encamê de derbasbûna bo qonaxek aştiyane zehmet dikin, nemaze hesab ji berpirsiyarên sûcên hatine kirin nayê pirsîn.”
Ebîr da zanîn ku nebûna çareseriyek siyasî, belavbûna kaosa ewlehiyê di nav Sûriyeyê de, û zêdebûna destwerdanên derve, rola Sûriyeyê di siberojeke pêşbînîkirî de sînordar dike.
Piştî axafftinan beşdaran jî nêrînên xwe anîn ziman. Hate gotin “manîfestoya aştî û civaka demokratîk” civakeke azad û demokratîk ava dike ku pêdiviya gelê Sûriyeyê pê heye, di heman demê de roleke sereke dide jinan da ku rola xwe di avakirina Sûriyeya nû de bilîzin.