Li Amedê 7emîn Rojên Ma Muzîke ya ku ji hêla Akademiya Ma Muzîkê tê lidarxistin di roja duyemîn de bicoş berdewam kir.
Ma Muzîkê ev 7 sal in Rojên Ma Muzîkê li dar dixe. Îsal navbera 12- 15ê hezîranê berdewam bike. Di roja duyemînde li avahiya ÇAND Ma ya Sûr a Amedê pêk hat. Roja duyemîn bi dîwana xwendekaran dest pê kir. Kemanjen, piyanojen, sêtêljen, tenbûrjen, sentûrjen û defjen hat lê xistin.
Pêşkêşvan berî şev dest pê bike axivî û diyar kir ku gelek hurnermend hebe ku çanda kurdî pêş bikeve yek jî wan Nesrîn Şêrwan e. Ew xebat xebat ji bo çand û hunera kurdî bigihijê nifşên nû ye.
Piştî axaftina dest bi gotina stranan hat kirin. Di şevê de gelek kes bi cilên xwe yê kurdî tevlî şevê bûn. Govend gerandin û staranan gotin. Şagirtên Zarok Mayê yek bi yek derketin ser dikê û kemanjen, piyanojen, sêtêljen, tenbûrjen, sentûrjen û defjenan lê xistin.