Bi hezaran malbatên DAIŞiyan li Kampa Holê dimînin. Piştî hewldanên Rêveberiya Xweser, 812 kesan ku li Kampa Holê diman, vegeriyan Iraqê.
Di çarçoveya xebata hevbeş a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Ewlekariyê-Penabaran a Parlamentoya Iraqê de, komeke din a malbatên Iraqî yên li Kampa Holê, ji kampê derket. Ev kom ji 812 kesan (233 malbat) pêk tê. Ji destpêka 2025an heta niha koma 11an a Iraqiyan e vedigerin Iraqê. Lê ji destpêka derxistina malbatên Iraqî ya ji kampa Holê û şandina ber bi welatê wan ve, ev koma 28an e ji kampê tên derxistin.
Kampa Holê ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye. Di kampê de nêzî 13 hezar Iraqî, 15 hezar Sûriyeyî û 6 hezar û 385 malbatên çeteyên DAIŞˊê hene.