• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Divê demildest Mehmet Edîp Taşar bê berdan’

    ‘Divê demildest Mehmet Edîp Taşar bê berdan’

    Komîsyonî taslakê raporî partîyanê sîyasî rê erşawito

    Mafê heviyê di çarçoveya biryarên DMMEyê de di raporê de cih girt

    MKGê ji bo nûçegihanên ETHAyê qertên piştevaniyê şand

    MKGê ji bo nûçegihanên ETHAyê qertên piştevaniyê şand

    Baroya Amedê: Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

    Baroya Amedê: Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

    Wateya Konferansa Munîhê û bêdengiya Enqereyê

    Wateya Konferansa Munîhê û bêdengiya Enqereyê

    Komîsyona Meclîsê îro xebatên xwe bi dawî dike: Rapor dê bê eşkerekirin

    Komîsyona Meclîsê îro xebatên xwe bi dawî dike: Rapor dê bê eşkerekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Divê demildest Mehmet Edîp Taşar bê berdan’

    ‘Divê demildest Mehmet Edîp Taşar bê berdan’

    Komîsyonî taslakê raporî partîyanê sîyasî rê erşawito

    Mafê heviyê di çarçoveya biryarên DMMEyê de di raporê de cih girt

    MKGê ji bo nûçegihanên ETHAyê qertên piştevaniyê şand

    MKGê ji bo nûçegihanên ETHAyê qertên piştevaniyê şand

    Baroya Amedê: Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

    Baroya Amedê: Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

    Wateya Konferansa Munîhê û bêdengiya Enqereyê

    Wateya Konferansa Munîhê û bêdengiya Enqereyê

    Komîsyona Meclîsê îro xebatên xwe bi dawî dike: Rapor dê bê eşkerekirin

    Komîsyona Meclîsê îro xebatên xwe bi dawî dike: Rapor dê bê eşkerekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê ji bo azadiya Ocalan li dora hêvî û aştiyê kom bibin

Enqere / AW

18 SIBAT 2026 - 12:17
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê deklarasyona 8ê Adarê eşkere kir. Meclîsa Jinan diyar kir ku ew ê bi serhildan û berxwedana xwe jiyanek azad û wekhev bihûnînin û ji bo avakirina aştiyê, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di 8ê Adarê de li dora hêvî û aştiyê kom bibin.

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û deklarasyona 8ê Adarê eşkere kir. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û endamên Meclîsê beşdarî civînê bûn.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz deklarasyona bi Kurmancî xwend.

Deklarasyona bi sernavê ‘Em bi serhildan xwe berxwedanê, bi berxwedana jî jiyanek azad û wekhev dihûnînin’ bi vî rengî ye:

“Jinên karker ên tekstîlê, li Newyorkê di sala 1857an de ji bo jiyana wekhev û azad , ber xwe dan. Dewlet û sermaye xwestin kû bi qirkirinê vî berxwedanê tune bikin. Lê belê serhildana ku ji wê kargeha tekstîlê bilind bû, bi sedan sale bûye nîşana têkoşîna jinên enternasyonal ên ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin .û îro jî ev têkoşîn hê berdewam dike.

Bi nêzbûna 8ê Adarê, em hemû jinên kû ; ji bo jiyana azad û wekhev têkoşiyane, ji bo vê berdêl dane, hatine qetilkirin û wendakirin, bi rêzdarî bi bîr tînin. Têkoşîna me jinan, têkoşîna Clara, Rosa, Sakîne, Louise, Gonca Kuriş, Nagihan, Arîn Mîrxan, Silham Hasan û Mahsa Aminiyê ye.

Têkoşîna me têkoşîna berxwedêran e 

hemû jinên ku îro, ji ber, têkoşîna azadî, wekhevî û sosyalîzmê di girtîgehanda tên girtin, birêzdarî silav dikin. Têkoşîna me jinan, têkoşîna Fîgen Yuksekdag, Ayşe Gokkan, Leyla Guven, Tanya Kara, Nergis Muhammedî, Pexşan Ezîzî ye û di şexsê wan de têkoşîna bi hezaran jinên di girtîgehan de ye.

Îsal di 8ê Adarê de; Bi mîrateya berxwedana jinên ku li hemberî sîstema mêrserwerî ya bi hezar salan serê xwe netewandine, li hemberî tarîtiya ku me dorpêç kiriye, rêya têkoşîna hev dû ronî dikin.
Em li hemberî şer, îstismar, talan, xizaniyê û siyaseta dijminatiya li ser jinê serî radikin!

Bi gotina ‘Em hebûn, em hene û em ê hebin’, re dîroka, nihaya û pêşeroja jiyana azad û wekhev in! Li vê erdnîgariyê, bi gotina ‘an jiyan an jî barbariya kapîtalîzmê’ em li her derê ne!

Di serî de li Rojhilata Navîn û li çar aliyên cîhanê, êrişên sîstema kapîtalîst a mêrserwer, netewdewlet û rejîmên hukûmetên çeteyî, kû yên li ser nasname, çand, bawerî, ked û bedena jinê didomînin em qebûl nakin.
Di şerê Îsraîlê yê li ser Filîstînê de, jinên Filîstînî yên ku di hedefa qirkirinê de ne, ne tenê ne. Hemû cihan bigihîje hev jî li hemberî jinên Filîstînî, bi êrişên xwe yên zayendî, ew ê nikaribin rûyê berxwedanê yê jinan ji holê rakin. Em bi jinên Afganî re ne ku li dijî zilm û zordestiya herî giran a zayendî ber xwe didin. wexta kû tarîtiya tundî û newekheviyê li her derê kûr dibe, hêza berxwedan û piştevaniya me jî bilindtir û bihêztir dibe.

ew jinên kû li Îranê, li hemberî rejîma molayan bi hêrs dibêjin ’em ê jiyanê ji nû ve bistînin’, ew jinên kû li kolan û li girtîgehan de ber xwe didin re; em bi felsefeya me ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’û bi têlên porê Jîna Emînî em serhildana xwe dihûnînin. Rejîma molayan a dijminê jinan nikare demê paş ve bibe, li Îranê serdema jin û gelan wê bi ser bikeve.

Rewşa li Sûriyê 

Li Sûriyê jinên Elewî, Dûrzî, Suryanî, Xiristiyan, Tirkmen, Kurd û Ereb kû di bin lepên zayendperestî û nijadperestiyê de dixwazin bên qetil kirin; li hemberî hemû çeteyên mêrserwer û rejîmê, em dibin dengê jinên ku ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk têdikoşin .

Em îlhama xwe ji jinên Rojava digirin ku çeteyên DAIŞ’ê ji holê rakirin, li Rojhilata Navîn sîstemên mêrserweriyê serûbin kirin û şoreşa jinê ava kirin. ew şoreşa jinê ye ku nîşanî hemû cihanê da; Şoreşa gelên Rojava de wekhevî, azadî, aştî û jiyaneke din di van axanda pêkan e.

Banga me HTŞê û hêzên kapîtalîst ên ku ji bo teslîmgirtina şoreşa jinê çarmedor êriş dikin re ye; em dibêjin li her derê em Rojava ne, Rojava em in. Ew pergala mêrserwer ya ku dixwaze jinê bê nefes bihêle re em dibêjin; Rojava dilê me hemû jinan e, cîhana wan e.

Em ê rê nedin fetwayên bêehlak ku bedana jinê weke xenîmet dibîne û lê îşkence dike, keziyên jinan jê dike. Em, ew jinin ku bi honandina berxwedana xwe ji hevdu re bûne sîper. Hişmendiya kû ji keziyên me ditirse, bi girtin û binçavkirinan helbet nikare piştevaniya me bi jinên Rojava re rawestîne. Bi hêrsa xwe, bi serhildana xwe û bi piştevaniya jinen re, em hê jî dîwarên desthilatdaran hildiweşînin.

Di vê 8ê Adarê de; ew labirenta şer a li Rojhilata Navîn de em rêya aştî û demokrasi bi gotina xwe bi tekoşîna xwe bi qewîn kirina aqubeta hevdu re em ê bibînin. Ew neyarên jinan ku di serî de li Rojhilata Navîn û du re li hemû cîhanê bi şer û talanê rêve dibin, nas dikin û rûyê wan ê kirêj eşkere dikin. Rûyê rastî yê pergala kapîtalîst a mêrserwer, wekî kujera mêr a hezar salî, bi dosyayên Epsteînê careke din derket holê. Em,ew kesên bi şer xwe têr dikin, kujer, îstîsmarkar û me ji jiyan û axa me didizin, baş nas dikin.

Em dest ji azadî û destkeftiyên xwe bernadin 

Doza Epsteinê, ne kemasiyeke di nav pergalê de ye, ne jî sûcekî takekesîye. Ew yekbixwe ya vê pergala riziyayî û xerab e. Rastiya pergala mêrserwer, kujer, mafya, çete ye ku tenê di bin erdê de nîne. Ev rastiya kujerî û îstismarkariya pergala mêr-dewlet-sermaye, ya li hemberî jin û zarokan e. Hişmendiya kû Narîn Guran qetil kir li her derê ye. Tehemula me ji hişmendiya we ya ‘tiştek nabe bi min re’ û polîtîkayên we yên bêcezahiştinê re nemaye.
Em rûyê rastîn ê vê pergalê eşkere dikin û em bangawazî dikin werin di 8ê vê adarê de ji bo ronîkirina tariya li ser jin û zarokan, em hesap ji wan bipirsin.

Em pergala desthilatdariyê ya ku sala 2025an weke sala malbatê îlankiriye û roj bi roj jinan tune dihesibîne, nas nakin. Em dest ji Peymana Stenbolê û deskeftiyên xwe bernadin. Bêyî ku bêjin şev an jî roj, bi hêrsa xwe li tax û sikakan, em bihevrebûn û hevgirtinê dihûnînin.

Li vî welatê ku jin her roj tên qetilkirin, ji bo jiyana xwe, em jin têkoşîna xwe digihînin hev. Li dijî şer aştiyê, li dijî talankeriyê xwezayê, li dijî hişmendiya tunehesibandinê hebûna xwe, keda xwe, vîna xwe, laşê xwe, em tev bi hev re diparêzin. Em jin li vî welatî bi têkoşîna xwe, aştiya birûmet, jiyana gelan ya azad û wekhev ava dikin. Em li ser vê axê bi dehan salaye tekoşîna aşitiyê dimeşînin. Hemu desthilatdaran di şuna rêbaza çareseriya demokratikde bi hilbijartına inkar u politikayên şer, lime li jiyanên me wekî kur buyina Eş û birîna vegeriya. Em jin bi hêza piştgırî û tekoşîna hevdu re hewil da kû birine xwe sax bikin.

Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan 

Banga Aştî û Civaka demokratîk ya birêz Ocalan ya 27ê Sibatê, rêya çareseriya birînane ku ji ber şer li vî axê vebûne, banga pêşeroja gelan a hevpar e ku bi hevdu re hatiye honandin. Siyaseta aştiyê û îrada wê ye. Beşdarbûna banga wêrek a ji bo çareseriyê, ji bo me jinan têkoşîna bi hêvî li pêşerojê nêrînê ye ku her diçe em kurtir hîs dikin. Ji bo avakirina aştiyê, azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û xwedî derfetê xebatê bûyîn, garantiya çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi rêya demokrasiyê ye. Di 8ê vê Adarê de em ê li dora hêvî û aştiyê kom bibin.

Jinên hatine kuştin 

siyaseta qeyûm ya ku pergala me ya hevserokatiyê hedef digire û polîtîqayên şerê taybet ku jiyana jinên ciwan didize Em ê bi têkoşîna xwe ji holê rakin. Ji bo bîranîn û mafê bi hezaran jinên ku wekî Denîz Poyraz, Rojîn Kabaiş, Durdona Xokîmova, Gulistan Doku, Elev Koç hatine qetilkirin û winda kirin, me dev ji hesab pirsîna bernedaye, em ê dev jê bernedin. Li her qada ku em lê ne, em ê bi serhildana xwe bibin tirsa vê pergala dijminê jinan.

Li dijî ew merserweriya ku bi Polîtîkayên nefreta sazumanî ve li hemberê mafê jiyana LGBTİ+ an benda dihonin, rawestandina wî parastina Jîyanê ye. Li dijî qanûnên tûrikî, gotinên binefret û tundiyê, em jiyana xwe bi hebûna xwe nas dikin. Di vê hevgirtinê de yek ji me kêm bimîne, nabe.

Têkoşîna jinên astengdar, têkoşîna li hemberî nîjadperestî, zayendperestî û saxlemperestiyê ye. Em dixwazin serhildan û çoşa 8ê Adarê, bi çoş û serhildana jinên astengdar re bigihînin hev. Ji bo bihîstina dengê hev, em bang dikin, werin em bibin dengê hev.

Li hemberî xîzaniya jinan em hemû bi hev re serî radikin. Li hemberî di her qeyranê de fatorê li keda jinan tê birîn û ji qepa nanê wan tê dizîn, bi vî yekê bêhna me teng e. Bi serketina ew grevên jinan kû di dorpeça tundiya sermaye û desthilatdaran; ewê bibe derdê vê pergalê. 8ê vê Adarê ew ê hemû der bibin qadên berxwedan û grevên jinan.

Em dizanin çareserî di berxwedana jinan a bi israr de ye;

* Ji bo welatekî berdêla gihîştina nanî ne mirin be, jiyaneke birûmet be,
* Ji bo mafê jiyana me bi nefretê ji me neyê stendin, tevî cudahiyên xwe em bibin garantiya mafê jiyana hevdû,
* Ji bo li hemberî pergala dadgehê ya qetilkirina jinan bê ceza dihêle û kujêran paqij dike, fikra qetilkirina jinan jî weke şerma mirovahiyê bê dîtin,
* Ji bo welatekî ku cihê patarastina azadiyê ne girtîgeh, bi azadî nêrîna ber bi ezman be,
* Ji bo ware kî jinan ya komareke demokratîk em 8ê Adarê li qadan in.

Di 8ê vê Adarê de; Bi serhildanê em ê berxwedanê, bi berxwedanê jî jiyana wekhev û azad dihûnin. Jin Jiyan Azadî. Bijî hevgirtina jinan.”

 

 

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a CîhanêAbdullah OcalanMeclisa Jinan a DEM Partiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şandeya Îmraliyê dê sibê biçe Îmraliyê

Abdullah Ocalan: Divê rapora Komîsyonê li gorî rastiyên bingehîn ên civakê be

18 SIBAT 2026
Komîsyona Meclîsê îro xebatên xwe bi dawî dike: Rapor dê bê eşkerekirin

Komîsyona Meclîsê îro xebatên xwe bi dawî dike: Rapor dê bê eşkerekirin

18 SIBAT 2026
Aktivîstên TJAyê: Em ê ji bo azadiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin

Aktivîstên TJAyê: Em ê ji bo azadiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin

18 SIBAT 2026
Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

TJA deklarasyona 8ê Adarê eşkere kir

17 SIBAT 2026
Sezono dîyin ê belgefîlmê ‘Vejîna Kurd’ dest pêkeno

Vejîna Kurd dest pê dike: Beşa ewil 15ê Tebaxê û ERNKê vedibêje 

16 SIBAT 2026
Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

16 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Otomatik taslak

    Panela ziman: Kurdî tevî hemû zextan hebûna xwe parast

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Tevgera Azadiyê ziman ji nû ve zindî kir û parast’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tora trolan û hemalên derewan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aktivîstên TJAyê: Em ê ji bo azadiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Peyasê gotûbêja pirzimanî li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîtîkayên qeyim rê li ber çand û zimanê Kurdî digirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şedal: Bizanebûn 15ê Sibatê hilbijartin
    Zeydan: Feydeya tayînkirina qeyim ji kesî re nîn e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 18ê SIBATA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Divê rapora Komîsyonê li gorî rastiyên bingehîn ên civakê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (675)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne