Li Amedê 8emîn Fuara Pirtûkan bi eleqe û baldariya xwîneran di nava şahiyê de berdewam dike. Yekitiya Weşangerên Kurd li hev civiya û li ser pirsgirêkên li fuarê û desteserkirina pirtûkan hat axivîn.
Li Amedê 8emîn Fuara Pirtûkan ku bi pêşengiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û TUYAPê tê lidarxistin, ji roja 30yê Mijdarê ve didome. Li aliyekî eleqe û bala xwîneran li ser fuarê ye û tên serdana standên weşanxaneyan dikin û li aliyekî jî ev sê roj in polîs bi ser standa Weşanxaneya Aramê de digirin û pirtûkan desteser dikin.
Pêşengeh di nava şahiyê didome
Îro jî bi fuar bi qelebalixiyek zêde didome û mamoste bi hezaran xwendakaran tînin pêşengehê û li ser standan digerinînin. Ji ber hatina xwendekaran qelebalixê zêdetir dibe. Li aliyekî baldariya welatiyan li ser pirtûkan e û li aliyekî jî li ber standa Weşanên Ma Musicê şahiya muzîkê heye. Hunermend Şêrko Kanîwar li erbaneyê da û strî û xwendekaran li dora erbaneyê govend gerandin.
Li salonên Dîcle û Firatê yên Fuarê jî panelên li ser ziman û wêjeyê tên lidarxistin û berdewam dikin.
Yekitiya Weşangerên Kurd civiya
Her wiha pêkhateyên Yekitiya Weşangerên Kurd ku beşdarî pêşengehê bûn e li Salona Firatê ya Fuarê li hev civiyan. Di civîna weşangeran de li ser pirsgirêkên li pêşengehê rû didin û serdegirtin û desteserkirina pirtûkên Weşanxaneya Aramê hat axivîn. Di civînê de biryar hat girtin ku wê helwest nîşanî desteserkirina pirtûkên Aramê bê dayîn.