Çalakgerên ku di 23ê Kanûnê de li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs-Kobanê dest bi nobetê kirine, 9 roj in çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakger bi vê nobetê piştgiriyê didin gelê Rojava.
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê hatiye destpêkirin di roja 9emîn de didome. Çalakî, bi pêşengtiya DBP, DEM Partiyê û TJAyê hatiye destpêkirin bi tevlêbûna gel didome. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li çalakiya îro bûn. Welatiyên ku di saetên zû yên serê sibehê de hatin ser sînorê Kobanê, dest bi nobetê kirin. Çalakgeran li cihê nobetê pankarta “Nazim û Cîhan rûmeta me ne” ku wêneyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li ser in û pankarta “Rojava rûmeta me ye” hilgirtin. Berxwedana çalakvanan a li ser sînor didome.