Amed – 9 rojnameger û nivîskarên ku li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê hatin binçavkirin, hatin berdan.
Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê li Amedê û gelek bajarên din gelek rojnameger û nivîskar hatibûn binçavkirin. Lêpirsîna li Midûriyeta Polîsan û îfadeya li dozgeriyê bi dawî bû. Dozger Seroka MKGê Roza Metina, karîkaturist Dogan Guzel, nivîskar Omer Barasî û Berfîn Atli bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kirin. Derhêner Ardîn Diren, Abdurrahman Aydin, nivîskar Ahmet Hicrî Îzgoren, û Emrah Kelekçiler û rojnameger Ahmet Sunbul ji bi daxwaza girtine sewqî dadgehê kirin. Darger 9 rojnameger, nivîskar û aktîvîst ew serbest berdan.