• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

    Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darvekir

    Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darvekir

    Balafira veguheztinê ya leşkerî ya Iraqê hat îmhakirin

    Balafira veguheztinê ya leşkerî ya Iraqê hat îmhakirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

    Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darvekir

    Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darvekir

    Balafira veguheztinê ya leşkerî ya Iraqê hat îmhakirin

    Balafira veguheztinê ya leşkerî ya Iraqê hat îmhakirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şaredar dîl girtine

Mêrsîn / AW

11 ÇILE 2025 - 15:43
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kûş diyar kir ku Şaredariya wan a Akdenîzê ku bi îradeya gel hatiye hilbijartin hatiye xespkirin û got: “Şaredarên me bi awayekî bêhiqîqû dîl girtî ne.”

Hevşaredarên Akdenîza Mêrsînê yên girêdayî DEM Partiyê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan, Yakûp Daniş û Neslîhan Orûç di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê daye destpêkirin de li Mêrsînê hatin binçavkirin. Bertekên li dijî vê yekê berdewam dikin. Endam û rêveberên DEM Partiyê û gelê ku ji bajarên Edene, Hatay û Osmaniyeyê hatin jî piştgirî dan çalakiya li ber avahiya şaredariyê didome. Di çalakiyê de her tim dirûşmên “Em ê bi berxwedanê serbikevin”, “Em ê rê nedin qeyûman”, “Qeyûm dê biçin em ê bimînin” berz kirin. Şandeya ku Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di nav de serdana girseya ku li ber şaredariyê nobetê digire kir. Girseya ku gelek parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî di nav de bi stranan û dirûşmeyan bendemayîna xwe ya li ber avahiya şaredariyê domandin. Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê li ber avahiya şaredariyê civîna gel li dar xist.

‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Ewilî Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kûş axivî û diyar kir ku Şaredariya wan a Akdenîzê ku bi îradeya gel hatiye hilbijartin hatiye xespkirin û wiha got: “Şaredarên we hilbijartî niha bi awayekî bêhiqîqû dîl girtî ne. Em bang li desthilatê dikin, ev yeke bêhiqûqî ye. Heta ku ev xesp bi dawî bibe hevşaredar werin nava me, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Em vê darbeyê qebûl nakin’

Pişt re Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî û wiha got: “Em vê yekê qebûl nakin. Ev feraseta qeyûm darbeya li dijî vîna gel e. AKP hêza xwe ya siyasî bikartîne bi darazê, polîsan darbe kiriye. Ev darbeya li Akdenîzê hatiye kirin em qebûl nakin. Me ne li ber cûntaya leşkerî ne jî li ber qesrê serî netewand. Em bi berxwedanê hatin em ê berxwedana xwe bidomînin.”

‘Em ê bi berxwedanê serbikevin’

Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku şaredariyên wan ji bo ku xizmeta bajaran bikin hatine hilbijartin û wiha pê de çû: “Hevşaredarên DEM Partiyê di çarçoveya destûra bingehîn de hatin hilbijartin. Polîyîkaya qeyûm nîşan dide ku darbe li vîna gel tê dayîn. Em ê bi gel re berxwedana xwe bidomînin. Desthilata ku di navbera Konyayê û Akdenîzê cihekariyê dike bila bizane ku gel bi tayînkirina qeyûman çok nadeyne. Şaredariya Akdenîzê dengê gelê kurd, tirk û ereban girt. Em weke gel vê xespa vînê qebûl dikin? Qebûl nakin. Bila qesr bibîhise em ê bi berxwedanê qezenc bikin.”

‘Li aliyekî dibêjin aştî li aliyê din li Rojava bombe dibarînin’

Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser geşedanên li ser çareserkirina pirsgirêka kurd û ev tişt gotin: “Têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd hin geşedan hene. Li aliyekê hevdîtin berdewam dikin li aliyê din hevşaredarên Akdenîzê binçav dikin. Hûn nikarin hêviya gel ji destê wan bigirin. Hûn nikarin li aliyekê dest danîn ser şaredariyan û li aliyê din aştiyê bixwazin. Ev desthilat sibê bêje em aştiyê pêk naînin. Em ê dîsa ji bo aştiyê têbikoşin. Li aliyekê dibêjin aştî li aliyê din li Rojava bombe dibarînin. Em bang li desthilatê dikin em van pêkanînên we qebûl nakin.”

Em ê weke hêzên demokratik ên Tirkiyeyê mil bidin hev û serbikevin’

Tulay Hatîmogûllari got ku “Heta ku hevalên me yên di bin çavan de bên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema qeyûm şaredariyên me yên bêdeyn girtin di bin deynan de hiştin. Pareyên di qaseyan de dizîn. Neliretî kirin. Vê derê weke deriyê rantê dibînin. Ji ber vê yekê qeyûm tayîn dikin. Pareyê ku bidin xizmeta gel, têxin berîka xwe.

Qeyûm diz e, qeyûm îradeya gel a jiyaneke hevpar didize. Em dixwazin hêviya aştiyê mezin bikin. Lê divê desthilat niha hevalên me yên di bin çavan de berde. Divê qeyûmên hatine tayînkirin bi paş ve werin kişandin hevşaredarên me biçin ser peywîra xwe. Em ê weke hêzên demoktatîk ên Tirkiyeyê mil bidin hev û serbikevin.”

‘Em ê li dijî xespê têkoşîna xwe bênavber bidomînin’

Serokê Giştî yê EMEPê Seyît Aslan jî diyar kir ku hewldana tayînkirina qeyûman, hewldana binçavkirin û girtina hevşaredaran bi tundî şermezar dike û wiha got: “Divê demildest ev barîkatên li dora şaredariyê bên rakirin û hevşaredar biçin ser karê xwe. Em ê li dijî xespê têkoşîna xwe bênavber bidomînin.”

‘Divê demildest qeyûm bên sekinandin’

Seyît Aslan bal kişand ser nîqaşên têkildar çareserkirina pirsgirêka kurd û wiha domand: “Li aliyekî pêvajoya aştiyê li aliyê din qeyûm, operasyonên derveyî sînor û gef xwarina li dijî gelên Rojava, ev nayên qebûlkirin. Em bang li pergala yek zilam û kesên li derdorê dikin heke bixwazin gel bi awayekî wekhev bijîn divê qeyûman bi paş ve bikişînin û hevşaredar dest bi karê xwe bikin, divê bi hezaran siyasetmedarên kurd bên berdan, operasyonên derveyî sînor bidin sekinandin, tecrîdê rakin. Hûn nikarin bi tayînkirina qeyûman aştiyê pêk bînin. Divê desthilat, tifaqa cûmhûr û dewlet gavê biaveje.

Dê li vî welatî têkoşîna gelê kurd û tirk aştiyê pêk bîne. Dîktatorên cîhanê bi berxwedana gelan çûne sergoyê dîrokê. Divê demildest qeyûm bên sekinandin û kesên bi vîna gel hatine hilbijartin biçin ser peywîra xwe bên kirin.”

Axaftin bi berzkirina dirûşmeyên “Qeyûm dê biçe gel dê serbikeve” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” bi dawî bûn.

 

 

Etîket: akdenizBedrîye KuşMêrsînQeyûmŞaredarîTulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Newroza Şirnexê: Kurd ji ber heq kirin aştiyê dixwazin

Newroza Şirnexê: Kurd ji ber heq kirin aştiyê dixwazin

23 ADAR 2026
Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

Pîrozbahiyên Şirnex û Gimgimê bi coşeke mezin dest pê kirin ZINDÎ

23 ADAR 2026
Tulay Hatîmogullari: Divê şert û mercên azad ên birêz Ocalan pêk were

Tulay Hatîmogullari: Divê şert û mercên azad ên birêz Ocalan pêk were

22 ADAR 2026
Newrozên Dîlok, Mêrsîn û Edeneyê bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dawî bûn

Newrozên Dîlok, Mêrsîn û Edeneyê bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dawî bûn

22 ADAR 2026
KNK, DEM Partî û KCDK-E: Cejn bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê  HATE NÛKIRIN

KNK, DEM Partî û KCDK-E: Cejn bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê HATE NÛKIRIN

19 ADAR 2026
Li Stenbolê amadekariyên Newrozê: Hedef milyonek kes e

Li Stenbolê amadekariyên Newrozê: Hedef milyonek kes e

18 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îşkenceya polîsan: Lêdan û gotin ji derenceyê ketiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bawerîya me ji pevajoyê nemaye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Stûneke wêjeya Klasîk a Kurdî: Şêx Evdirehmanê Axtepî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Ne li Îmrali, li Amarayê’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Haya ku dinya hebe dê 3 roj û 3 şev Serhivde bê lidarxistin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1128)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne