Navenda Nûçeyan – Hevalê Bavê Teyar şanoger Hejar Remo bal kişand ser dilnizimiya Bavê Teyar û anî ziman ku Bavê Teyar mirovekî pir dilnizim, welatparêz, di kar û xebatên xwe de serkeftî bû û got: “Ji bo berxwedana herêma Tişrînê bû pêşengek, ket pêşiya gel û fedakariyek mezin kir û mohra xwe li berxwedana Bendava Tişrînê da.”
Şanogerê Kurd Cûma Xelîl Îbrahîm ku weke Bavê Teyar dihate naskirin, di 17 Çileyê de berê xwe dabû Bendava Tişrînê û tev li çalakiya nobetê ango berxwedana gel bûbû. Di 18ê Çileyê de sivîlên li Tişrînê bi êrişa bomberanê ya dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter re rû bi rû mabûn. Di encama bombebarana Wesayîta Hewayî ya Bêmirov û Biçek (SÎHA) de Cûma Xelîl Îbrahîm jî bi giranî birîndar bûbû. Cûma Xelîl Îbrahîm ku rakiribûn nexweşxaneyê, di 19ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da. Her wiha li gel Cûma Xelîl Îbrahîm 5 welatiyên din jî hatin kuştin.
Bi malbatî di nava têkoşîna Kurdan de cih girt
Cûma Xelîl Îbrahîm di sala 1957an de li Taxa Enteriyê ya bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye û ev 35 sal bûn şanogerî dikir. Ji salên 1990î heta niha berhemên şanoyê dinivîsand, diafirand, dilîst û di hemû berhemên xwe de behsa mijarên welatparêzî, hesreta welateke azad û têkoşîna azadiya gelê Kurd dikir. Cûma Xelîl Îbrahîm, bi malbatî di nava têkoşîna Kurdan de cih digirt û birayeke wî di nav xebatên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de jiyana xwe ji dest daye. Her wiha keça wî Amara jî niha li girtîgeha dewleta Tirk a bajarê Erzînganê ya li bakurê Kurdistanê di girtîgehê de tê ragirtin.
‘Mirovekî dilnizim bû’
Hevalê Bavê Teyar, şanoger Hejar Remo têkildarî serpêhatî û jiyana Bavê Teyar ji ajansa me re axivî. Hejar Remo diyar kir ku wî 30 sal berê di sala 1994an de gava tev li Koma Botan bû, Cûma Xelîl Îbrahîm nas kiriye û da zanîn ku Cûma Xelîl wî çaxê mamosteyê govendê bûye. Hejar Remo anî ziman ku piştî çend salan ew derbasî şanoyê bûye û ji wê demê ve bi hev re xebat dikirin. Hejar Remo destnîşan kir ku Cûma Xelîl mirovekî pir dilnizim, welatparêz, di kar û xebatên xwe de serkeftî bû û wiha got: “Her gav bi hişyariyeke mezin û baldarî nêzî karê xwe dibû. Bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin bû û gelek dilnizim bû. Bavê Teyar ji bo min her tim mînakek bû û ji ber van hêlên wî girêdaniyeke min ji bo wî çêbû. Civakê jî gelek jê hez dikir, bi herkesî re danûsitandinên wî hebû. Xwe ti caran ji civakê dûr nedixist, berovajî vê yekê civak hemû li der dorê wî kom dibû. Em çiqas derheqê wî de biaxivin wê kêm bimîne.”
‘Nifşek bi Bavê Teyar mezin bû’
Hejar Remo bal kişand ser taybetmendiya hunera Cûma Xelîl Îbrahîm û bi lêv kir ku yekem koma şanoyê ya li Qamişlo tevî hemû zor û zehmetiyan jî bi pêşengtiya Cûma Xelîl derketiye holê. Hejar Remo diyar kir ku li çar milên Kurdistanê Cûma Xelîl ket dilê hemû Kurdan û ev yek anîn ziman: “Nifşek bi Bavê Teyar û komediya wî mezin bûn. Hem bi zimanê xwe, hem bi naveroka filmên xwe gelek hat hezkirin. Naverokên fîlmên wî timî girêdana axê, berbirsiyartî, pirsgirêka Kurd, xwedî derketina welat, xwedî derketina dayikê, çareserkirina hin mijarên civakî bi rêya komediyê nîşan dida. Vê yekê jî encameke gelekî baş bi xwe re anî.”
‘Bavê Teyar erka xwe ya welatparêziyê bi cih anî’
Hejar Remo destnîşan kir ku di Şoreşa Rojava da Cûma Xelîl jî xwest weke koma şanoyê cihê xwe bigirin û piştgiriya Şoreşê kir. Hejar Remo da zanîn ku wan jî li ser vê esasê tev li Çand û Hunera SERDEM bûn û axaftina xwe wiha domand: “Me xebatên xwe ji bo piştgiriya hêza xwe navend bi navend, akademî bi akademî meşand. Me ji bo piştgiriya hêza xwe ya leşkerî şano derxistin. Ji bo bêtir xwedî li şoreşê derbikevin me mijarên gelek bibandor li ser dikan lîstin. Me bi Bavê Teyar re erka xwe ya welatparêziyê bi cih anî û me heta astekê piştevaniya vê şoreşê kir.”
‘Mohra xwe li berxwedanê da’
Hejar Remo anî ziman ku hunera Cûma Xelîl bandorek li ser ciwanan kir ku xwedî li xaka xwe derbikevin. Hejar Remo destnîşan kir ku heta dawiyê jî dixwest bi naverokeke rasteqîn hemû bûyeran nîşanî civakê bide û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi hemû awayan û şêwazan xwest peyamekê di nava civakê de belav bike ku encameke erênî jê derbixîne. Mirovekî mînak bû ji bo me û civakê. Huner ne tenê stran gotin an jî helbest nivîsandin e. Huner fedekarî ye û Bavê Teyar jî di vê esasê de li ser fedekariyê dersek da me. Ji bo berxwedana herêma Tişrînê bû pêşengek, ket pêşiya gel û fedakariyek mezin kir. Gelê vir li hember berxwedan, tevger, sekn, ruh û dilnizimiya Bavê Teyar a li Tişrînê matmayî man û kar û xebatên wî dikir, ciwanekî/ê jî nedikarî bike. Mohra xwe li berxwedana Bendava Tişrînê da.”