Wan – Endamên Sekreteryeya Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Îhsan Taş û Hatîce Tayyukselê li ser yekitiya demokratîk axivîn û gotin: “Armanca avakirina vê însiyatîfê ew ê ku hemû Kurdên welatparêz, hemû partiyên Kurdewar di bin sîwanekî de kom bike û ji bo Kurd û Kurdistanê xebatên xwe bimeşîne.”
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi dirûşma “Parçebûn têkçûn e, yekîtî serkeftin e” li Wanê bi beşdariya nûner û rêveberên gelek saziyên sivîl û demokratîk ên civakî, civînek li dar xist. Di civînê de li ser girîngî û xurtkirina yekitiyê fikir û nêrîn hatin parvekirin. Rê û rêbazên xurtkirina yekitiya demokratîk a gelê Kurd û partiyên siyasî yên Kurdan nîqaş hatin meşandin.
Ji Endamên Sekreteryeya Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk û delegasyona Sêrtê Hatîce Tayyuksel û ji delegasyona Mêrsinê Mehmet Îhsan Taş têkildarî girîngiya yekitiya demokratîk ji Ajansa Welat re axivîn.
‘Gelê Kurd gihiştiye hişmendiya yekitiyê’

Hatîce Tayyukselê bal kişand ser helwesta yekgirtî ya gelê Kurd ku li dijî êrişên li ser Rojava ên di meha çile de ji aliyê hêzên girêdayî Hikumeta Demkî ya Şamê ve pêk hatin û got: “Êrişên li ser Rojava jî nîşand ku gelê Kurd gihiştiye hişmendiya yekitiyê. Li çar aliyê Kurdistanê gelê Kurd helwesta yekitiyê nîşan da û li Rojava xwedî derket. Lazim e êdî sazî, partî û însiyatîf pêşengiya gel bikin û xebatên ji bo bi destxistina statuya gelê Kurd bimeşînin. Divê em vê tifaqê xurtir bikin. Ji vê yekitiyê re pêşengiyê bikin.”
‘Armanca me xurtkirina gelê Kurd û Kurdistanê ye’

Mehmet Îhsan Taş jî qala armanca avakirina Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk kir û got: “Armanca avakirina vê însiyatîfê ew ê ku hemû Kurdên welatparêz, hemû partiyên Kurdewar di bin sîwanekî de kom bike û ji bo Kurd û Kurdistanê xebatên xwe bimeşîne. Armanca Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk xurtkirina gelê Kurd û Kurdistanê ye.”
‘Hin partî di bin bandora sîstemê de dimînin’
Mehmet Îhsan Taş destnîşan kir ku hin partiyên siyasî ku xwe Kurdewar dihesibînin bi nasîna Kurdistanî li xwe nahnêrin û wiha pê de çû: “Hin partî di bin bandora sîstemê de dimînin, ji ber vê jî Kurdewariya wan li paş dimîne. Lazim e Kurdewariya wan, hevgirtina wan li pêş be.”
‘Kurd di vê pêvajoyê de bûne yek kulm, yek dil’
Mehmet Îhsan Taş îşaret bi şer û pevçûnên ku li Rojhilata Navîn diqewimin jî kir û axaftina xwe wiha domand: “Şerê îro ku lil Rojhilata Navîn tê meşandin piranî li ser erdnîgariya Kurdistanê ye. Dixwazin Kurdan bikin amûrê vî şerî. Lazim e Kurd bi aqilane tevbigerin û tenê ji bo Kurd û Kurdistanê xebatan bimeşînin. Nebin amûrê şerê wan. Ji hemû partiyên Kurdî re banga me ev e. Lazim e hemû partiyên Kurdan êdî werin ba hev piştgiriya hev bikin. Heke Kurdan di pêvajoya êrişên li ser Rojava de helwesta yekitiyê nîşan neda dê bedelên mezin bidana. Kurd di vê pêvajoyê de bûne yek kulm, yek dil. Dengê wan bû yek, dinyayê jî Kurd guhdar kirin. Banga me ji tevahî partiyên Kurdan ew e ku di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek, bibin Kurd û Kurdistanî”
‘Em dixwazin hemû Kurd di fikrên Serokatî de bibin yek’
Mehmet Îhsan Taş herî dawî behsa giringiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin di rêya Serokatî de, di fikrên serokatî de hemû Kurd bibin yek.” Mehmet Îhsan Taş diyar kir ku gere dewlet jî edî gavan bavêje û axaftina xwe wiha qedand: “Lazim e dewlet bi lezgînî gavan bavêje. Hê li ser zimanê Kurdî bend hene, gere ev bend werin rakirin. Di Newrozê de bi sedan însan hatin girtin. Ev kiryar baweriyê gel dişkînin. Lazim e dewlet qanûnên xwe, makezagona xwe biguhere. Mafên gelê Kurd nas bike.”






