Li dijî balafirxaneya leşkerî ya Iraqê, bi moşekan êriş hat kirin. Hat diyarkirin ku di êrişê de balafira veguhestinê ya leşkerî ya Iraqê hate îmhakirin.
Hat destnîşankirin ku duh bi şev bi moşekan êrişî navenda Baregeha Şehîd Ela ku beşeke ji Balafirgeha Navnetewî ya Bexdayê ye, hatiye kirin. Hate zanîn di encama êrişê de balafirek veguhestina leşkerî ya Iraqê ya cureyê An-32B Cline zirar ditiye û têk çûye.
Komîteya Teknîkî ya Iraqê derbarê mijarê de daxuyaniyek da, êriş û têkçûna balafira Iraqê piştrast kir. Li gorî komîteyê êriş li ser Navenda Piştgiriya Dîplomatîk ya Amerîkayê ya nêzîkî Balafirxaneya Navnetewî ya Bexdayê pêk hatiye.
Komîteyê de daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Hêza Asmanî ya Iraqê xwediyê 6 balafirên An-32B Clinê ye ku bihayê her yekê nêzîkî 15 mîlyon dolar e. Ev firoke di veguhastina leşkerî de tê bikaranîn. Ev firoke li herêmên çiyayî û di rewşa hewaya germ de pir bi hêz kar dike. Ev balafir dikare heta bilindahiya 4 hezar û 500 metreyan û di germiya 55 pileyan de bifire.”








