Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê diyar kir ku ji destpêka şer û vir ve ji ber êrişên Îranê û Hizbullahê li Îsraîlê 6 hezar û 8 kes birîndar bûne.
Di şerê Îsraîl-Amerîka yê li dijî Îranê de hejmara kuştî û birîndaran zêde dibe. Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîl daxuyand ku ji destpêka şer ber bi îro ve 6 hezar û 8 welatiyên Îsraîlê ji ber êrişên moşek û dronan birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku ji destpêka şerê Îranê heyanî îro, hejmara kesên li Îsraîlê birîndar bûne, gihaştiye 6 hezar û 8 kesî. Wezaretê diyar kir ku 121 birîndar niha li nexweşxaneyan in û rewşa yekî giran e, rewşa 16 birîndaran jî di xetereyê de ye.
Her wiha wezaretê diyar kir ku wan di 24 saetên dawî de 232 birîndar rakirine nexweşxaneyan.













