Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyanî da ku du leşkerê Hêzên Demkî yê Aştiyê yê Netewên Yekbûyî li başûrê Libnanê hatin kuştin.
NYê di daxuyaniyê de eşkere kir ku di nava 24 saetan de ev dibe bûyera duyemîn ku li dijî Hêzên Demkî yê Aşitiyê yê Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) pêk tên. Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku wan derbarê mijarê de lêpirsîn daye destpêkirin.
UNIFILê duh derengê şevê ragihand ku du endamên wan li başûrê Libnanê hatin kuştin. Di ragihandinê de tê gotin ku êriş li dijî wesayîta yekîneya wan pêk hatiye. Di daxuyaniyê de hat gotin di vê bûyera ku li nêzîkî şaredariya Bani Hayyan qewimî de 2 leşkerê wan hat kuştin û yek jê bigiranî du leşkerê wan jî birîndar bû.
Ev bûyer di nav 24 saetan de bûyera duyemîne. Bûyera kuştina din ya leşkerê UNIFILê berya vê bûyerê gula topek li baregeheke UNIFILê ya li gundekî li başûrê Lubnanê ketibû û ji ber teqînê leşkerek hatibû kuştin û 3 leşker jî birîndar bûbûn.
Hêzên Leşkerî yên Îsraîlê (IDF) jî li ser mijarê duh derengê şevê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de got ku ew haydarin ku di du rojên borî de li Lubnanê di teqînan de çend leşkerên aştîparêz yên UNIFILê hatine kuştin û wan li ser mijarê lêpirsînek daye destpêkirin.
Serokê UNIFILê Jean-Pierre Lacroix ji rojnamevanan re got ku her du leşkerên me yên aştîparê yên hatin kuştin jî Endonezî ne.
UNIFILê di daxuyaniyekê de got: “Ev di 24 saetên dawî de bûyera duyemîn a kujer e. Em careke din dibêjin ku divê tu kes di dema xizmeta doza aştiyê dike de nemire. Em sersaxiyê ji malbat, heval û hevkarên aştîparêzên wêrek ên ku di xizmeta aştiyê de jiyana xwe ji dest dane re dixwazin.”
Hêjeyî gotineyê ku hikûmeta Fransayê li ser van her du bûyeran ji NYê xwest ku ji bo vê civîneke taybet bê lidarxistin.











