Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Bursayê Mustafa Bozbey hate binçavkirin. Li mala wî lêgerîn hate kirin û telefona wî hate desteserkirin.
Operasyonên binçavkirin û girtinê yên li dijî şaredariyên CHPê berdewam dikin. Vê şeveqê polîsan bi ser mala Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Bursayê Mustafa Bozbey ve girt. Li malê lêgerîn hate kirin û piştre Bozbey hate binçavkirin û telefona wî hate desteserkirin. Her wiha hat zanîn di çarçoveya lêpirsînê de derbarê hin ferdên ji malbata Bozbey de jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn.
Hat zanîn ku navê keça şaredar Bozbey, Side Bozbey, baldûz û hevjînê wê jî di lêpirsînê de heye.













