Li bajarokê Çelebiyê ya Kobanê, hewildana şêniyan a ji bo daxuyaniyeke çapemeniyê ji aliyê hêzên Hikumeta Demkî ve hate astengkirin. Di navbera şênî û hêzên ewlekariyê de rageşî derket.
Li gorî agahiyan Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ji bo bajarokê Çelebiyê şaredarekî nû tayîn kir. Bi dehan şêniyên bajarok li pêşiya avahiya şaredariyê kom bûn û ev biryar şermezar kirin. Şêniyan diyar kir ku ev tayînkirin li dijî peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) – Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî de ye.
Tayînkirina şaredar bû sedema nerazîbûnê
Şêniyan destnîşan kir ku li gorî peymana heyî divê gelê herêmê rêveberên xwe bi xwe hilbijêrin û herêmên xwe bi rê ve bibin.
Gule hatin teqandin, rojnamevan hatin astengkirin
Hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ji bo belavkirina xwepêşandanê êriş kir. Hate ragihandin ku hêzên Şamê gule berdane hewa û bi vî rengî rê li ber daxuyaniya gel girtin. Di heman demê de, endamên Hikûmeta Demkî rê nedan rojnamevanan ku bûyerê bişopînin û xebatên çapemeniyê li herêmê bi temamî hatin astengkirin.
Tevî zext û astengiyan jî, nerazîbûna gel a li dijî biryarên yekalî li bajarok berdewam dike.













