Di demekê de ku hewldanên komên girêdayî Tirkiyeyê yên ji bo dorpêçkirina Kobanê dewam dikin, hêzên girêdayî hikumeta Şamê jî li gundewarên navbera Kobanê û Girê Spî de dest bi provokasyonan kirin.
Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi piştgiriya Tirkiyeyê hewil dide Peymana 29ê Çileyê vala derbixe. Li ser xeta sînor û gundewarên Kobanê liv û tevgerên leşkerî û hewldanên provokatîf zêde dibin. Li gorî agahiyên dawî, dema ku êriş û hewldanên komên girêdayî Tirkiyeyê yên ji bo dorpêçkirina Kobanê berdewam dikin, ji aliyekî din ve jî hêzên Hikûmeta Şamê ketine nava tevgerê. Komek ji çeteyên Tirkiyeyê pêk tê li gundewarên di navbera Kobaniyê û Girê Spî de hewil dan ku bikevin gundên di bin kontrola HSDê de û gengaşiyê derbixin.
Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê gengaşiyê derdixin
Hat ragihandin ku kom û hêzên girêdayî Şamê, hewl didin derbasî wan gundên ku di navbera Kobanê û Girê Spî de ne û di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne, bibin. Ev hewldanên hêzên Şamê yên di vê pêvajoyê de, wekî pêngaveke provokatîf tê nirxandin û metirsiya zêdebûna rageşiya li herêmê bi xwe re tîne. Her wiha hate zanîn ku Tirkiye jî bi riya komên girêdayî wê ne van provokasyonan sor dikin.













