Li Rojavayê Kurdistanê bi 200 zarokên ku temenê wan di navbera 8-16 saliyê de diguherin perwerdeya şanoyê dibînin û beşdarî mîhrîcanên şanoyê dibin. Tê payîn ku dê piştî van xebatan ji bo zarokan dibistana şanoyê were vekirin.
Li Rojavayê Kurdistanê di salên 1990î de bi pêşengiya kadkarê şanoyê Bavê Teyar xebatên şanoyê li mal û taxan hatin pêşxistin. Di heman salan de bi pêşengiya Yekta Herekol ev xebat berfirehtir bûn. Piranî di Newrozan de, rewşa gelê Kurd û têkoşîna gel bi skeç û şanoyan dihat pêşkêşkirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) dê xebatên wek kevneşopî li tevahiya herêmê tên meşandin dê veguhere sazûmaniyekê.
Bi şoreşê re xebat pêş ketin
Piştî şoreşê (19 Tîrmeh 2012) li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya Hîlala Zêrîn xebatên hunerê (şano, muzîk, wênexêzî, govend) yên zarokan li tevahî bajarên Rojava belav bûn. Li bajarên Kobanê, Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Çilaxa, Rimêlanê komên hunerê yên zarokan hatin avakirin û zarok hatin perwerdekirin. Zarokan berhemên xwe yên hunerî di festîvalên zarokan de pêşkêş kirin.
Komên şanoyên yên mayînde
Di sala 2023yan de Şanoya Çiya, Komîna Şanoyê ya Rojava û Hîlala Zêrîn biryar da ku di bin navê “Perperîkên Şanoyê” de komên şanoyê yên zarokan ava bikin û van koman mayînde bikin. Van bi awayekî berfirehtir perwerde dît û berhemên xwe di festîvalan de pêşkêş kirin.Zarokan havînan di perwerdeyên “Zarhunera Havînê” de perwerde didît. Di dawiya havînê de jî festîval dihatin lidarxistin. Lê di Zarhunera Havînê de ne tenê perwerdeya şanoyê, her wiha perwerdeya muzîk, wêne û govendê jî dihat dayîn.
Sala 2025an nîqaşên perwerdeyeke mayînde ya şanoya zarokan hatin meşandin. Destpêkê materyalên dersên ku bên dayîn hatin amedekirin. Di mufredatê de dersên naskirina şanoyê, dîroka şanoyê, lîstîkvanî, pênaseya dikê, naskirina laş û kesayetên di senaryoyê de, hatin amadekirin.
Amadehiyên festîvalan
Piştî amadekirina materyalan, gihandina mamosteyan û avakirina koman, îsal Şanoya Hêvî ya Zarokan hat avakirin. Şanoya Hêvî ya Zarokan ji 9 koman (2 kom li Kobanê û 7 kom jî li bajarên herêma Cizîrê) pêk tê. Di nava van koman de 200 zarokên temenê wan di navbera 8-16 saliyê de perwerdeya şanoyê dibînin. Li Kobanê mamosteyek, li Dêrikê 2 mamoste, li Qamişloyê 3 mamoste, li Rimêlanê mamosteyek û li Hesekê jî 2 mamoste zarokan perwerde dikin. Niha 200 zarok hem perwerdeya şanoyê dibînin, hem jî amedekariya festîvala şanoyê ya zarokan dikin.
Hat gotin ku niha xebatên vekirina dibistaneke mayînde ji bo zarokan tên kirin. Piştî festîvala zarokan tê payîn ku dê di meha Hezîranê de li Dêrikê dibistana şanoyê bê vekirin.















