awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

YPJ: Artêşeke nûjen a Sûriyeyê bi pêşengiya jinan pêkan e

Navenda Nûçeyan / AW

3 NÎSAN 2026 - 13:55
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), bi boneya 14emîn salvegera damezrandina xwe daxuyaniyeke girîng weşand. YPJê diyar kir ku tevlêbûna wan a di nava artêşa Sûriyeyê de wê bibe bingeha artêşeke nûjen û destnîşan kir ku hevdîtinên wan ên bi Şamê re destpêka qonaxeke nû ya têkoşînê ye.

Fermandariya Giştî ya YPJê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 14an a damezrandina xwe li Rêber Apo, tevahî jinan, gelê herêmê û şervanên xwe pîroz kir. YPJê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku 4ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û di heman demê de roja damezirandina YPJê ye.

‘YPJ bû modela xweparastinê ya jinan’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku YPJê bi têkoşîneke dijwar û berdêlên giranbiha xwe ava kiriye û di encama vê têkoşînê de karî jinan û gelên herêmê ji zilma rejîma Baas û terora DAIŞê rizgar bike. YPJê destnîşan kir ku wan ne tenê ax parastine, lê belê di warê hişmendî û civakî de guhertineke dîrokî pêk anine. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “YPJ îro ji bo tevahî jinan bûye modela herî xurt a xweparastinê. Me nîşan da ku jin dikarin zincîrên koletiyê bişkînin û qedera xwe bi destê xwe binivîsin.”

‘Tevlêbûna artêşê wê bibe misogeriya destûrî’

YPJê bal kişand ser nîqaşên tevlêbûna nava wezareta parastinê û girîngiya vê gavê ya ji bo pêşeroja Sûriyeyê destnîşan kir. Daxuyaniyê wiha dom kir: “Tevlêbûna YPJê ya nava wezareta parastinê wê bibe wesîle ku artêşeke nûjen û mînak a Sûriyeyê were avakirin. Hebûna YPJê ya ku bi xwînê hatiye avakirin, bi vî rengî dikeve bin misogeriya destûrî û qanûnî. Ji bo pêşerojeke wekhev û azad, ev pêngav xwedî girîngiyeke dîrokî ye.”

‘Me li Şamê hevdîtin pêk anî’

Fermandariyê ragihand ku wan li Şamê bi Wezareta Parastinê re hevdîtinek pêk aniye û ev agahî parve kirin: “Ev hevdîtin tê wateya destpêkirina pêvajoyeke nû ya têkoşînê. Hevdîtinên me wê dewam bikin, lê ev nayê wateya ku em gihîştine lihevkirinekê. Ji bo misogerkirina tevlêbûna YPJê ya di nava artêşê de, pêdivî bi têkoşîneke hevpar a tevahî jinan û civakê heye.”

Banga ji bo têkoşîna hevpar

YPJê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li tevahî tevgerên jinan ên li Rojava, Sûriye û cîhanê kir ku xwedî li vê pêvajoya nû derkevin û ev xal destnîşan kir: “Pêşeroja demokratîk û azad a Sûriyeyê dê bi pêşengiya jinan were avakirin. Em ê heya dawî erkên xwe yên ji bo azadiya gelan û wekheviya jinan bicih bînin.”

Etîket: 4ê Nîsanê.Abdullah Ocalanhikumeta ŞamêYPJ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike

25 GULAN 2026
Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

25 GULAN 2026
Heyeta DEM Partî dê roja sêşemê serdana Ozgur Ozel bike

Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

24 GULAN 2026
Jin li Kolombiyayê xwedî li YPJê derketin

Jin li Kolombiyayê xwedî li YPJê derketin

24 GULAN 2026
Beriya konferansê hiqûqnasên Kurd bang kirin: Divê bilez statuya birêz Ocalan bê diyarkirin

Beriya konferansê hiqûqnasên Kurd bang kirin: Divê bilez statuya birêz Ocalan bê diyarkirin

22 GULAN 2026
Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

20 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • GULAN 2026 (661)
    • NÎSAN 2026 (1047)
    • ADAR 2026 (1153)
    • SIBAT 2026 (1043)
    • ÇILE 2026 (1573)
    • KANÛN 2025 (636)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram Whatsapp

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne