• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Divê mirov ji çanda xwe dûr nekeve’

    ‘Divê mirov ji çanda xwe dûr nekeve’

    Kekê Rojwelat Kizmazê: Xwişka min 3 roj sax maye, çi bi serê wê hat?

    Kekê Rojwelat Kizmazê: Xwişka min 3 roj sax maye, çi bi serê wê hat?

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 25ê GULANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Niyeta dewletê çi ye?’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Niyeta dewletê çi ye?’ derket

    Zanîngeha Bîlgiyê dîsa hate vekirin

    Zanîngeha Bîlgiyê dîsa hate vekirin

    Li navçeyên Stenbolê çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin

    Li navçeyên Stenbolê çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Divê mirov ji çanda xwe dûr nekeve’

    ‘Divê mirov ji çanda xwe dûr nekeve’

    Kekê Rojwelat Kizmazê: Xwişka min 3 roj sax maye, çi bi serê wê hat?

    Kekê Rojwelat Kizmazê: Xwişka min 3 roj sax maye, çi bi serê wê hat?

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 25ê GULANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Niyeta dewletê çi ye?’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Niyeta dewletê çi ye?’ derket

    Zanîngeha Bîlgiyê dîsa hate vekirin

    Zanîngeha Bîlgiyê dîsa hate vekirin

    Li navçeyên Stenbolê çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin

    Li navçeyên Stenbolê çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

Mahmût Altintaş / AW

25 GULAN 2026 - 09:14
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Endama Desteya Hevserokatiya PYDê Hediye Yusuf bi lêv kir ku heke hikûmeta demkî ya Şamê, Kurdan tune bihesibîne dê careke din li Sûriyeyê şer bê niqaşkirin û wiha got: “Heke em li hev nekin, îhtîmala şer jî heye û gelê me jî ji bo vê divê rêxistinkirina xwe û yekîtiya xwe xurt bike. Parastina destkeftiyên li Rojava bi yekîtiyê û xwerêxistinê pêkan e.”

Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê di çerçoveya peymana 29ê Çileyê de pêvajoya entegrasyonê berdewam dike. Di pêvajoya entegrasyonê ya Rojava û Sûriyeyê de gelek pêşketin çêbûn. Ji aliyekî ve vegera koçberên Efrînê û ji aliyê din vê jî entegrasyona saziyên rêveberî û sivîl berdewam dike. Lê ji aliyê din vê jî li ser mijara destkeftiyên zimanê Kurdî û jinan nakokiya di navbera Rêveberiya Rojava û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de berdewam dike. Welatiyên li Rojava ji bo destkeftiyên zimanê Kurdî û saziyên jinan li qadan dengê xwe bilind dikin. Ji aliyê din vê jî Yekineyên Parastina Jin (YPJ) ji bo mîsogeriya destkeftiyên jinan û qebûlkirina xweseriya YPJê bi hikûmeta demkî ya Şamê re danûstandinan berdewam dike.

Endama Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hediye Yusuf tekildarî pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Rojava û hikûmeta demkî ya Şamê û xebatên wan ên ji bo parastina destkeftiyên mafên neteweyî û jinan de pirsên ajansa me bersivand.

* Piştî peymana 29ê Çileyê di navbera Saziyên Rojava û hikûmeta Şamê de pêvajoya entegrasyonê dest pê kir. Gelo di pêvajoya entegrasyonê de çi xitimîn hene û di kîjan mijaran de pirsgirêk derdikevin?

Ji bo peyman pêk were danûstandinên di navbera me û hikûmeta demkî ya Şamê de berdewam dikin. Lê pêvajoya pêkanîna peymanê gelekî giran bi rê ve diçe. Gelek astengî jî hene. Em qala entegrasyona demokratîk dikin. Em dibêjin Kurd divê destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin û bi saziyên xwe yên heyî û rêveberiya xwe ya heyî re tevlî saziyên dewletê bibin. Lê tiştên ku niha tên pêkanîn bi xalên peymanê re nakok in. Ji ber peymanê stratejiya tevlîbûna saziyan diyar kiriye. Li gor peymanê Kurd dê bi taybetmendiya xwe tevlî saziyên dewletê bibin. Lê niha li Sûriyeyê 23 wezaret hene û ew 23 wezaret jî li ser 67 miduriyetan xwe bi rêxistin dike di herêma me de jî heta niha ji 67 miduriyetan 3 an jî 4 miduriyet hatine peywirdarkirin. Ji bo Midûriyeta Perwerdehiyê Kurdek hatiyê diyar kirin lê her du midûriyetên din jî pêkhateyên me yên Ereb hatine diyarkirin. Hemû midûriyetên din jî li benda niqaşên ku Kurd bi taybetmendiya xwe tevlî van midûriyetan bibin in. Di vir de jî pirsgirêkên pir cidî derdikevin pêşiya me. Weke mînak midûriyeta dadê. Divê li gor xususiyeta herêmê bê diyarkirin lê hemû xisusiyeta herêmê ji dest digirin. Ev jî bû pirsgirêkek cîdî di navbera me û hikûmeta Şamê de. Di çarçoveya peymanê de taybetmendiya herêmên me hat qebûlkirin lê tişta ku tê ferzkirin taybetmendiya herêmê bin pê dike. Hikûmeta Şamê di nav xwe de pir nakok e. Destûra rejîma Baasê rakirine lê li gor qanûnên wan tevdigerin. Di destûra rejîma Baasê de zimanê Kurdî qedexe bû. Hikûmeta Şamê jî dibêje ji ber ziman di destûrê de nehatiye diyarkirin loma nabe zimanê Kurdî li ser saziyên fermî yên dewletê bê nivîsandin. Bi vî rengî taybetmendiya herêmên me red dike. Ev jî dibe sedema nakokî û pirsgirêkan. Dibe ev jî bibe sedema civak hebûna hikûmeta demkî qebûl neke û li kolanan xwepêşandinan bike. Ev jî mafekî rewaye.

Gelê me ji bo mafên xwe ji sala 2013an vir ve têdikoşe. Hemû ziman û netew li herêmên me bi ziman û rengê xwe dijîn. Ji bo vê yekê ew qas têkoşîn hat dayîn û bi hezaran şehîd me da. Lê niha ev yek ji nedîtî ve tê dîtin. Yek jê mijara din jî mijara dîlgirtiyan e ku dibe sedema nakokiyan. Hejmarek dîlgirtiyên me di destê hikûmeta demkî ya Şamê de hene. Bi hezaran penaberên Serêkanî, Girêspî, Efrîn, Derêzor, Reqa û Tebqayê li herêmên me ne. Lê ji ber pirsgirêka tabeleyeke ku ji ber Kurdî nehatibû nivîsandin gel bertek nîşan da vegera koçberan asteng kirin. Bi awayekî vekirî ji me re gotin heta ew pirsgirêk neyê çareserkirin dîlgirtî nayên berdan. Niha li Kobanê jî dibêjin navên dibistanan neguherînin em rênadin ezmûnên dibistanan bên kirin. Yanî pirsgirêkên bi vî rengî hene. Heta niha welatiyên me li kolanan daxwaza dîlgirtiyên xwe û mafên xwe yên ziman dikin. Penaber ji bo vegerin cih û warên xwe çalakiyan dikin. Lê hikûmeta Şamê bi şêweyeke ku ew pirsgirêk bidomine û pêvajoyê bixitimine tevdigere. Ji bo wê jî berpirsê dereng meşandina pêvajoya tevlîbûna saziyên dewletê, hikûmeta Şamê ye. Em nabêjin kêmasiyên me tune ne. Kêmasiyên me jî hene. Me dikarî destkeftiyên xwe hê xurtir biparasta. Ji bo wê em rexnedayîna xwe didin gelê xwe. Lê komployeke navneteweyî û herêmî ji aliyê dewletên hegemon ve li ser me hat ferzkirin. Me jî ji bo parastina destkeftiyên xwe ew peyman îmze kir. Divê taybetmendiya Kurdan were parastin. Em hewl didin van pirsgirêkan bi hikûmeta demkî re çareser bikin. Li pêşiya me têkoşîna ku em vê pêvajoyê bigihînin encamê heye.

* Hikûmeta demkî ya Şamê destkeftiyên ziman û jinan qebûl nake û tê gotin di vê mijarê de hinek nakokî hene. Heke hikûmeta demkî ya Şamê di serî de YPJê û destkeftiyên jinan qebûl neke gelo dikarin pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bikin?

Qedexeya ziman rêbaza serekê ya tunehesibandina neteweye. Ji ber ku hebûna neteweyekî zimanê wî ye. Heke zimanê neteweyekî were qedexekirin hebûna wî neteweyî jî tê qedexekirin. Rejîma Baasê 60 salan bi qedexekirina ziman hebûna Kurdan qebûl nekir. Hemû siyaseta wan jî helandina Kurdan bû. Jiyana aboriya Kurdan jî asteng kir û neçarî xizaniyê kir. Di encama têkoşîna 50 salî de Kurd ziman û çanda xwe parastin. Bi Şoreşa Rojava re şoreşa ziman û jinan pêk hat. Hem ziman û çanda Kurdî pêş ket hem jî jin bi Şoreşa Rojava re dikarîn li hemû qadên jiyanê xwe temsîl bikin. Ji bo wê jî 2 mijarên serekê ya şoreşê, destkeftiyên ziman û jinan e. Ew herdu mijar jî demokrasiyê mîsoger dike. Di civakek de jin bi awayekî aktîf tevlî jiyanê nebin di wir de demokrasî û wekhevî nabe. Her wiha dema em qala wekhevî û demokrasiyê bikin divê hemû netew bi ziman û çanda xwe bijîn. Her du mijar jî bi hev re giredayîne.

Hikûmeta demkî ya Şamê biryarek derxist ku dê tenê heftê 2 seatan bi zimanê Kurdî perwerde bê dayîn. Lê em vê yekê qebûl nakin. Ji bo wê em li dijî nêzîkatiya tunehesibandina ziman û destkeftiyên jinan, disekinin. Çalakiyên gelê me û têkoşîna ku gelê me dimeşîne ji bo ziman e. Zarokên me bi zimanê xwe yê dayikê ji derçûn. Me bi hezaran şehîd ji bo van destkeftiyan dan. Em dev jî van destkeftiyan bernadin û têkoşînê bilindtir bikin. Heta zimanê me bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Gelê me jî ji bo bidestxistina mafê ziman li kolanan e. Hikûmeta demkî ya Şamê YPJê qebûl nake. Şoreşa Rojava bi şoreşa jinan hat naskirin. Ji bo parastina destkeftiyên jinan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Hebûna YPJê divê bê naskirin û jin di parastinê de cih xwe bigirin. Divê hemû jin jî piştgiriya YPJê bikin û bi têkoşînê em hebûna YPJê bi hikûmeta demkî ya Şamê bidin qebûl kirin. Her wiha di saziyan de cih nadin jinan û wan ji qadên jiyanê dûr dixin. Li ser jinan ser girtin û rû girtinê ferz dikin. Di bin hikmê şerîatê de dixwazin rengê jinan tune bikin. Ev yek ji bo hemû Rojhilata Navîn xetereye. Pergala kapîtalîzmê naxwaze jin bibin xwedî îrade. Li dijî vê pergalê weke jin em têkoşîneke mezin didin. Em dixwazin destkeftiyên xwe yên şoreşê biparêzin.

* Ji bo qebûlkirina destkeftiyên jinan bi hikûmeta demkî ya Şamê re hevdîtin tên kirin. Di vî warî de pêşketinek heye yan na?

Ji bo mîsogerkirina destkeftiyên jinan hem li kolanan em têkoşîna xwe didomînin û hem jî bi komîteyên xwe yên hiqûqê û saziyên sivîl ên jinan bi hikûmeta demkî ya Şamê re danûstandinan dikin. Bê guman ji bo parastina destkeftiyên şoreşê pêvajoyeke gelek zehmet li pêşiya me ye. Divê jin jî heta dawiyê parastina destkeftiyên xwe bikin. Em jî li ser vê esasê têkoşîna xwe didomînin. Em ji ‘azadiya civakê azadiya jinan e’ bawer dikin û li ser vê esasê têkoşîna xwe xurtir bikin. Gelek saziyên me yên jinan û rêxistinên me hene bi hemû saziyên xwe ve em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin.

* Tirkiye bandoreke mezin li ser hikûmeta demkî ya Şamê dike. Gelo bandora Tirkiyeyê li ser hikûmeta demkî ya Şamê ji bo pêşeroja Sûriyeyê çi xetereyan bi xwe re tîne? Dewletên hegemon di vir de çi rol dilîzin?

Hikûmeta demkî ya niha ji bo 5 salan hatiye ava kirin. Ew hikûmet di van 5 salan de pêwiste pergala wezaretan li tevahî Sûriyeyê pêşbixe û parlamentoyeke ava bike. Ew parlamento jî dê destûreke nû ya Sûriyeyê çêbike. Piştrê jî biçe hilbijartinê û civak rêveberên dewletê hilbijerê. Ew hikûmeta demkî jî jixwe projeke navneteweyi ye. Gelek siyasetên herêmî jî bandor li ser hikûmeta demkî ya Şamê dike. Di van de ya serekê jî siyaseta Tirkiyeyê ye. Tirkiye ji bo rejîma Sûriyeyê li gor xwe rêve bibe destwerdenake bingehîn li ser Sûriyeyê dike. Ji bo wê jî astengiyan li ser hebûna îradeya Kurdan dike. Bi salane li dijî destkeftiyên Rojava Tirkiye şerekî mezin da meşandin. Di sazkirina vê hikûmetê de jî dewleta Tirk roleke mezin dilîze. Kurdek bê ziman û îrade dixwazin û vê yekê jî li ser hikûmeta Şamê ferz dikin. Her wiha Amerîka û dewletên hegemon jî destwerdana wan li ser vê hikûmetê hene. Dosyaya Sûriyeyê jî dane Tirkiyeyê û gotine hûn li ser bisekinin. Lê dijminatiya herî mezin Tirkan ji Kurdan re kir. Dê çawa bihêlin Kurd bibin xwedî îrade. Ji bo wê jî qada navneteweyî û hezên navneteweyî yên pirsgirêka Sûriyeyê re eleqedar li dijî Kurdan roleke xirab lîstin. Komployeke mezin li dijî Kurdan pêkanîn û şerekî dijwar li ser herêmên me ferz kirin. Dibêjin ji bo Sûriyeyê xwe rewa bike divê mafên pêkhateyan nas bike.

* Li Rojavayê Kurdistanê 24 partiyên Kurd hilbijartinên Şamê qebûl nekirin û li dijî vê daxuyanî dan. Ew hilbijartinên Şamê ku ji bo partiyên Kurd kotayeke pir kêm dabûn, tê çi wateyê? Partiyên Kurd dê li dijî vê yekê çi xebatan bikin?

Dixwazin îradeya Kurdan tune bikin. Parlamentoyek ava dibe lê tevî ku Kurd xwedî hejmareke mezin in li Sûriyeyê nahêlin Kurd beşdarî parlamentoyê bibin. Divê Kurd li gor hejmara xwe di parlamentoyê de bên temsilkirin. Lê nêzîkatiyeke ku Kurd nekarin di parlamentoyê de xwe temsil bikin, tê ferzkirin. Li hemberî vê nêzîkatiyê partiyên Kurd nerazîbûna xwe nîşan dan. Em jî li hemberî vê siyasetê disekinin. Li dijî vê yekê em ê têkoşîna xwe bidomînin ku Kurd li gor hejmara xwe di parlamentoyê de bên temsilkirin. Kurd ji bo pêşeroja Sûriyeyê xwedî projeyeke ne. Ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê xwedî projeyeke azad û wekhev e daku hemû netew û bawerî bikaribin bi awayekî azad û wekhev bi hev re bijîn. Heke hikûmeta Şamê Kurdan tunebihesibîne li Sûriyeyê careke din şer dê bê nîqaşkirin. Kurd dê teqez dev jî destkêftiyên xwe bernedin. Ev bibe mijara şer jî dev jê bernadin. Bila nefikirin ku Kurd li çend herêmên Kurdî sînordar kirine. Niha li hemû bajarên Sûriyeyê hejmareke mezin Kurd hene. Ne tenê li herêmên Kurdan. Kurd li her demê zêdetir bi rêxistinkirîne. Nikarin bejin Kurd bila xwedî partî bin. Ji bo wê jî pêşniyara me ji hikûmeta Şamê re ev e; Divê partiyên Kurdan nas bike, dengê civaka Kurd bibihîse. Kurdan tune nehesibînin û divê nasnameya Kurd bibe nasnameya fermî. Kurd bi zimanê xwe û hebûna xwe di parlamentoyê de cih bigirin. Bi vî awayî em bikaribin di pêşeroja Sûriyeyê de bi hev re rol bilîzin. Heke bixwazin xwe ji civakê bidin qebûl kirin divê pêkhateyên herêmê nas bikin. Çiqas ji hezên dervê re xwe bidin qebûl kirin jî heke di hundirê Sûriyeyê de aramî çênebe dê careke din şer bibe. Îhtîmalên mezin planên wan ên şer jî hene. Ji bo wê jî ew pêvajoya entegrasyonê hêdî dimeşe. Civaka me jî divê baş bizanibe, heke em li hev nekin îhtîmala şer jî heye û gelê me jî ji bo vê divê rêxistin û yekitiya xwe xurt bike.

Etîket: EfrinEndama Desteya Hevserokatiya PYDê Hediye YusufHêzên Sûriya Demokratîk (HSD)Peymana HSDê û Hikûmeta SûriyeyêRojavaYPJ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jin li Kolombiyayê xwedî li YPJê derketin

Jin li Kolombiyayê xwedî li YPJê derketin

24 GULAN 2026
Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

19 GULAN 2026
Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

12 GULAN 2026
Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

10 GULAN 2026
Rohilat Efrîn: Heta ku mafê jinan mîsoger nebe li Sûriyeyê istiqrar nepêkan e

Rohilat Efrîn: Heta ku mafê jinan mîsoger nebe li Sûriyeyê istiqrar nepêkan e

6 GULAN 2026
KJKê banga piştgirî û xwedîderketina kampanyaya ‘YPJê’ kir

KJKê banga piştgirî û xwedîderketina kampanyaya ‘YPJê’ kir

4 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Polîs ketin CHPê, DEM Partî daxuyanî da

    Polîs ketin CHPê, DEM Partî daxuyanî da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sevîm Yildirim: Li şûna pêkanîna hiqûqê infaz kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MEBYA-DERê Mehmet Yildirim li ser gora wî bibîranî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji sedî 60ê cangoriyan bê mezel in’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtinê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê DADSAZê: Zelalkirina statuya Abdullah Ocalan girîng e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ozgur Ozel li dijî desteserkirina CHPê meşiya meclisê: Navenda me ya nû meclis e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê kelecana cejnê kêm e: Her kes xweziya xwe bi cejnên berê tîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (642)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne