Festîvala Rojên Amarayê bi minesebeta 77 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêxistina 77 meşeleyan bi dawî bû.
Festîvala Rojên Amarayê bi dirûşmeya, “Bi Rêbertiyê Azad ber bi Yekitiya Demokratîk ve” li Parka 4ê Nîsanê ya navçeya Xelfetî ya Rihayê bi tevlîbûna hezaran kesî hat lidarxistin. Festîval bi konseran bi coşeke mezin bi dawî bû.
Di dawiyê de li ser navê bi hezaran kes 77 kesan bi minesebeta 77 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 77 meşele pêxistin û li qadê geriyan. Festîval bi gerandina meşeleyan li qadê û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû.














