Şaredariya Westanê û Komeleya Ekolojiyê ya Wanê, bi boneya 77emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navçeya Westanê 77 şitil çandin.
Li navçeya Westanê ya Wanê, di çarçoveya pîrozbahiyên 4ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, çalakiyeke watedar a jîngehparêziyê hate lidarxistin. Şaredariya Westanê û Komeleya Ekolojiyê ya Wanê bi diruşmeya “Parastina Xwezayê” dar çandin.
Bi boneya 77 saliyê 77 dar
Di çalakiya ku li qadeke diyar a navçeyê pêk hat de, bi boneya 77emîn salvegera rojbûna Abdullah Ocalan, 77 darên nû li xakê hatin çandin. Endamên meclîsa şaredariyê, aktîvîstên ekolojiyê û gelek welatî beşdarî vê çalakiyê bûn.
‘Parastina xwezayê parastina jiyanê ye’
Beşdarên çalakiyê destnîşan kirin ku felsefeya Abdullah Ocalan a li ser bingeha “Ekolojî û Azadiya Jinê” rê nîşanî wan dide û çandina daran bersiveke ji bo parastina xwezaya Kurdistanê ye. Aktîvîstên ekolojiyê diyar kirin ku ew dê çalakiyên xwe yên bi vî rengî li seranserî herêmê berdewam bikin.
Çalakî piştî çandina daran bi diruşmeyên li ser girîngiya 4ê Nîsanê bi dawî bû.

















