Li gorî agahiyên malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî, çarenûsa du jinên ku ji aliyê Wezareta Îstîxbarata Îranê ve hatine girtin, zêdetirî du meh in nayê zanîn.
Zordariyên rejîma Îranê yên li dijî Kurdan berdewamm dikin. Hate ragihandin ku Ummû el-Benîn Dehkan (63) û Meryem Alîpûr (31) hîn jî di girtîgeha Qarçakê de di bin lêpirsînê de ne.
Her du jinên girtî, dayik û xwişka girtiyê siyasî Babek Alîpûr in ku beriya niha hatibû darvekirin. Her wiha hat diyarkirin ku bavê Babek Alîpûr, Ruzbeh Alîpûr jî di girtîgeha Evînê de girtî ye.
Mafê hevdîtinê nayê dayîn
Li gorî agahiyan, mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re jî, ji endamên malbata Alîpûr re hatiye qedexekirin. Malperê destnîşan kir ku rejîma Îranê beriya darvekirinê, mafê xatirxwestina dawî jî neda malbata Babek Alîpûr.
Çalakvanan dijberiya darvekirinan bû
Dayika Babek Alîpûr, Ummû el-Benîn Dehkan, wekî çalakvaneke ku beşdarî kampanyaya “Sêşemên ji Darvekirinê re Na” tê naskirin. Ummû el-Benîn Dehkan û keça wê Meryem Alîpûr, di 26ê sibata 2025an de dema vedigeriyan mala xwe, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûn girtin.













